17.12.2017

Eger b xwestin ku pirsgirk were areserkirin, div xeta demokratk were xistin nava liv tevger

Rza min ji Mahran Denzan re heye. Ez rz li wan digirim. Denz j Mahr j hebn mafn Kurdan dipejirandin. Denz hema ber ku bihata dardakirin – titeke pir zor e ku mirov were dardakirin-

 

 

 

Abdullah Ocalan

16 Kanûn 2009
 Li odeya min ibake vekirin. Derketina hewagirtinê jî kirin du seat. Seatek ji bo serê sibê û seatek jî ji bo pitî nîvro; ez du seatan derxistin hewagirtinê. Me duhu dîsa bi çar hevalan re hevdîtin çêkir. Me bi wan re jî sohbet kir.
 Di mijara îstîfakirina parlamenteran de ez cûda dihizirim. Min gotibû “siyaset hatiye xaleke xitimandinê”. Ez rewa îroyîn diibînim rewa salên 1975-76an. Min salekî serokatiya ADYÖDê kir. Wê demê ADYÖD ji du meylan pêkdihat. Ji yekbûyina DDKO û Dev-Genç pêkdihat. Ez him endamê Dev-Genç ê û hem jî yê DDKO bûm. Dilê min bi herdu yan re jî bû. Me herdu kiribû yek. Dizanîbûn ku min yekkirina herduyan, biratî û azadî esas digirt û ez di meyleke wisa de bûm. Pit re yek ji wana berê xwe da netewperestiya birjûvayê biçûk. Ya din jî ket nava netewperestiyê. Di aliyê din de jî digot “em nikarin bi Kurdan re bên cem hev.” Di dawî de ez li naverastê mam. Lê dilê min dixwast her du jî bibin yek. Pit re li gel Kemal Pîr û Heqî Karer em derbasî Kurdîstanê bûn. Ji ber Kemal Pîr û Heqî Karer dîtin û dizanîbûn ku ez dixwazim her du gelan bînim cem hev, loma bi min re tevgeriyan. Me ew pêngava dîrokî ya Adarê, ku tê zanîn, avêt: Adar a 1976. Xebatên min ên di sala 1975-76an di girîngiya dîrokî de bûn. Min her sal bi qasî cîhanê kar kir û min hewldan nîan da. Me her sal bi qasî pirtûkek belgeyan amade dikir. Me di Kurdistanê de têkoîn da despêkirin. Ez pêî çûm Agirî, her wisa em çûn Qersê jî. Heta çûna min a wê derê bi nav û deng e. Qersî dizanin û ez dizanim ku hîn jî gelek nirx û girîngî didin vê yekê. Bazîdî jî nirx didin. Min li Bazîdê bi ciwanan re civîn çêkir, civînên pir biheyecan bûn.
Di sala 1970an û vir ve gelek kedên min ên mezin çêbûn. Ez bûm endamê gelek sazî û komeleyan. Ez salekî li Stenbolê mam. Min wê salê xwe li fakulteya Huquqê qeydkiribû, sala 1970-71 bû. Ji wê dîrokê û vir ve ez gelek hizirim û min pir hewldan pêxist. Ji wê demê heya roja îro bû çil sal. Di bingeha girêdana gel a ji min re, ev yeke heye. Gel min dizane, gel min nasdike. Derketina min a ji Amedê bi vê armancê bû. Ev çil sal in ku ez têkoîna vê yekê dikim.
 Bi vî rengî em li Kurdîstanê pir pêketin. Lê rehenda (boyut) Tirkiyê pêneket. Paê Ergenekonê rehenda Tirkiyê bidestx ist.
 Rêza min ji Mahîran û Denîzan re heye. Ez rêz li wan digirim. Denîz jî Mahîr jî hebûn û mafên Kurdan dipejirandin. Denîz hema berê ku bihata dardakirin – titeke pir zor e ku mirov were dardakirin- , gotibû “têkoîna min têkoîna ji bo biratiya gelên Kurd û Tirk e.” Her wisa Mahîr jî digot “Kurd hene û pirsgirêka Kurd nikare were înkarkirin, divê tevahiya mafên Kurdan bêne pêjirandin û bêne dayîn.” Min vê yekê ji devê Mahîr bi xwe bihîst. Gotina vê yekê wêrekiyeke mezin dixwest. Tê zanîn Mahîr jî hate kut in. Dema hate kutin jî vana gotibû. Pêwîst e herkes ji van re rêzdar be.
Çareserî têkoîna demokratîk e. Dikarin vê yekê bi gel re biêwirin û biryar bidin, lê ne wisa biserkî (yüzeysel); bi rastî jî bi riya pirsîna ji gel, dikarin vê yekê bikin biryar. Dikarin li Amadê bi hezaran kesî re civînên gel çêbikin û dikarin paê jî bajar bi bajar civînên gel çêbikin. Ew jî dikarin biçin cem gel. Dikarin vegerin meclîsê jî. Dikarin bêjin me wisa pêwîst dît. Em hîn ne di wê merhalê de ne. Dikarin vegerin meclîsê û siyaseta demokratîk bikin. Dikarin pêniyara Ufuk Uras binirxînin. Pêwîste mîletwekilî parlemento ba bikarbînin. Nekarîn cokên (kanal) demokratîk vekin. Pêwîst e bi vî rengî destkeftiyên demokratîk ên Kurdan jî vale vale neyên xerckirin. Divê bikaribin li meclîsê her titî nîqa bikin. Ji bo têkoîna demokratîk siyaseta demokratîk pêwîst dike. Kirina vê yekê girîng e.
Niha tê gotin ku partiyeke nu heye. Ez ji vê re titek nabêjim. Vê dewlet yekî bigre, lê wê ya din were vekirin. Lê belê dikare partiyek di hêla teknîka huquqê de be. Lê vê yekê bi tena serê xwe nabe çare, ji têkoîna siyasî û demokratîk re. Pêwîst e karibe hinek titên nû çêbibin. Atî tenê dikare bi siyaseta demokratîk were. Ji xwe li Tirkiyê huquq nîne. Titên ez dibêjim ez weke legal û îlegal nanirxînim. Tita ku ez dibêjim qenal û têkoîna siyaseta demokratîk e.
 Dikare li Tirkiye xebateke hevbe were meandin. Mirov dikare bi beên demokratîk re bi awayekî fireh were cem hev. Dikare pêwendî bi beên ku berdewama THKO, Dev-Genç û wekî vana ne were çêkirin; vana jî dikarin tê de cih bigrin. Ev jî dikarin bikevinê. Elewî jî dikarin bikevinê. Her wisa beên dîtir ên demokratîk jî dikarin bikevinê. Vana dikarin titên girîng bikin û dibe kû pêiya siyaseta demokratîk vebe. Eger vê yekê bikin, dibe ku pêiya siyaseta demokratîk vebe. Aliyê Tirkiyê yê têkoîna demokratîk jî dikare bi vî rengî bê çêkirin.
 MHP dixwaze herkesî radest bigre. Ji bo ku mirov karibe helwest û x etên faîst û tund ên CHP û MHP derbas bike, bi derketin û çûyîna ji meclîsê nabe. Divê li meclîsê bimînin û li hemberî vê ferasetê têkoînê bikin. Li pey Bahçelî û Baykal rêxistinên pir xurt hene. Bahçelî bi awayekî pir mezin bi rêxistî ye, vana mijara rêxistinbûnê pir ba dizanin. Baykal jî bi heman rengî bi rêxistî ye.
 Ez bang li birêz Serokwezîr dikim. Min di nexeya xwe ya rê de, ji bo pêîgirtina li îddeta heyî rêgezên pêwîst diyar kiribû. Hinekî bilezginî çêbibû. Lê dîsa jî min titên pêwîst gotibû. Tevahiya berpirsiyariyan, li milên min hatine barkirin. Bi vî rengî hikumet jî hemû barî ji min re dihêle, ev jî tenduristiya min xirab dike. Em dixwazin, ne er, lê aîtî pêk were. Hûnê projeya xwe ya aîtiyê deynîn holê. Ji bo ku ez karibim rola xwe bilîzim, pêwîst e projeya aîtiyê were raber kirin. Bila her tit neavêjin ser milê min. Divê projeyeke demokratîkbûnê, bi dirûstiyê re were amadekirin. Û divê yekser têkevin nava liv û tevgerê. Ji xwe CHP û MHP alîgirên neçareseriyê ne. Ev heft sal in ku çareseriya demokratîk pê neket. Ez ne li hemberî ti titê ku demokratîkin jî me. Di nava AKPê de xeteke demokratîk a Îslamî ku hinek samîmî ye, heye. Ez ne li hemberî vê ya me jî. Ji bilî MHP û CHP, di nava AKPê de jî kesên çareseriyê dixwazin hene û yên naxwazin jî hene. Eger tê xwestin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin, divê ev xeta demokratîk were xistin nava liv û tevgerê. Û pêwîst e Serokwezîr projeyeke demokratîk têxe jiyanê.
Di rastî de niha li Tirkiyê du hêz hene. Yek ji vana: hêza hik-tund û faîst e ku di xeta Îttîhat Terakkî de ye. Ya din jî: hêzeke nerm e ku AKP- di nava AKPê de qismen demokrat hene- û qismen jî leker tê de cih digrin. Di rastî de yên ku niha bi hev re pev diçin, ev her du hêz in. Her roj serbaz û general têne girtin. Sedema girtina vana erê di navbera van her du hêzan de ye.
 Di nava AKPê de xeteke demokratîk a Îslamî heye. Ev xeta Erbakan wanan e. Ev heft sal in hindurê vê xeta demokratîk a di nava AKPê de tê valakirin. Nava feraseta Îslam a demokratîk, bi Îslam a nerm ve valadikin. Hindurê wan titên ku AKP hem ji bo Kurdan hem ji bo Elewiyan û hem jî ji bo demokratîkbûnê dike, vala ye. endîller vexwandin komcivîna Elewiyan. Ev jî nîan dide ku hindurê wê komcivîna Elewî ku çêkirine, vala ye. Hewl didin Kurdan bi riya Kurdan pasîfîze bikin. Ev jî wan titên ku ez dibêjim pitrast dike. Em ne dijberê Îslam a demokratîk in. Dikare pêngaveke demokratîk were avêtin.
Di cîhanê de Kapîtalîzma Anatolya, kapîtalîzma herî hovane ye. Ev kapîtalîzm, kapîtalîzma qûmar e. Kapîtalîzma ku li ti devera cîhanê nayê pêkanîn, li Anatolyayê tê pêkanîn. Vana dema malbatek avabikin, hinekî jî pere qezenç bikin, her wisa jinek, maînek, û xaniyek bidest bixin, dev ji têkoîna civakî berdidin. Rastiyên civakî ji neditî ve tên. Heta midaxale li têkoînên civakî dikin û li pê wan dibin asteng. Em dikarin bi siyaseta demokratîk û bi aîtiyê re pêî li vê yekê bigrin
 Dema min di sala 1986an de yekemîn yekîne û gerîlayan and Kurdîstanê, min gelek tit ji wan re gotibû, min wan hiyar kiribû. Lê ez nikarim her titî zanibim. Mesela min karî pitî bist salan ûnde bizaniya ku Hogir bi Ergenekonê re têkildar e. Min pit re karî ez tê derxim (ferqbikim) ku gelek kesên weke viya bi Ergenekonê re têkildar bûne. Bila ji her titî jî min biberpirsiyar negirin. êwaza me ya têkoînê ne bi vî rengî bû. Vana gelek çete çêkirin; Çeteya Çarane (Dörtlü Çete), Hogir û emdîn an. Her wisa bi Ergenekonê re jî hevkariyê kirin. Weke Gundê Zangirtê avêtin ser gelek gundan û zar û zêç qetil kirin. Vana xwastin min jî bikujin. Bûyera Hesen Bîndal tê zanîn. Eger ez bidîqqet nebûma, wê min jî bikutana. Pit re ev feraset bi Osman û Botanan berdewam kir. Vana têkoîna me jî heba kirin. Van mirovan ku çavê xwe ji înfaza gelek kesan re girtin, û kutina wan misoger kirin, pir bi hêsanî çûn bi yên dîtir re hevkarî çêkirin. Vana hewldan têkoîna me, feraseta me ya têkoîna demokratîk û nirxên me vala derxinin.
 Ez naxwazim ku ne leker ne jî gerîla bimrin. Û bi rastî jî ez pir bi ber vê yekê dikevim. Bila mirovên Anatolyayê nemirin, bila berxên Anatolyayê nemirin.
Di bûyerên li Mûê de du kes jiyana xwe ji dest dane. Ev kes ne karsazekî (esnaf) wisa ji rêzê ye, wezîfedarê taybet ê dewlet e. Weke vê li Bedlîs, Sêrt û gelek deveran, tevahiya vana li herêmê birêxistîne. Li derdora vana hîn gelek kes hene. Ez ji hinek sernivîsên rojnameyan dikarim vana têbigihîjim û dikarim van encaman derxînim. Bi hezaran ên weke vî hene ku li Amedê jî, li serêkoeyên ku neyên hiê û xeyalên mirov li bendê disekinin hene. Vana li benda roja komkujiyê ne. Li bendê ne ka wê kînga komkujî çêbibe. Eger komkujî çêbibe, tevahiya vana di rewa bendewariyê de ne ku êrî bibin ser Kurdan û Kurdan bikujin. Berî vê jî gelek kes li Serêkaniyê, Wêranehr, Riha û Amedê hatin gulebarankirin û hatin kutin. Vana jî dikarin her kêliyek penc kes, deh kesan bikuj in. Pêwîst e gel jî xwe li hemberî vê yekê biparîz e. Eger li hemberî vêya amadekariya te ya parastinê nebe, ez rast û bitenduristî nabînim ku mirov bi vi rengî bimrin. Ez daxwaziyên xwe yên sersaxiyê pêkê dikim ji malbatên yên ku li Kopê jiyana xwe wenda kirine. Ez daxwaziya xwe ya sersaxiyê ji malbata ciwanê jiyana xwe ji dest daye; Aydin Erdem re jî radigihînim. Ez silav û hêzkirinên xwe ji malbatên wan re radigihînim.
 Dibêjin ku ez li vê derê gef li dewletê dixwum. Nexêr, ez gef li ti kesî naxwum. Tê gotin ku min ji wan re gotiye “artêa pispayeyan” (alçaklar ordusu). Darêz (hakim) cezaya min a hucrê erê kiriye. Darêziya (Hakimlik) Înfazê cezayê erê kiriye, lê mafê min ê îtîrazê heye. Ezê îtîraza xwe biînim Dadgeha Cezaya Giran. Ev dibe 12. Cezaya hucrê ku ji min re tê dayîn. Helbet vana ne titên rast in. Ez gef li ti kesi naxum, tenê tespît dikim. Min ti titek li hemberî kesên li meclîsê negot, weke takekes ji ti kesî re jî titekî nabêjim. Ji kesayetiyên wan re titekî nabêjim. Tita ku ez dibêjim ji bo wê himendiya (zihniyet) ku li bin asta xeta siyaseta demokratîk û aîtiyê de –kêm û di nizmiyê de- dimîne ye. Ti titekî min ê neyînî li hemberî kesan çê nabe. Min vana li hemberî feraseta ku li meclîsê ye, lê naxwaze pirsgirêkê çareser bike, got. Min wê peyvê di vê wateyê de bikaranî.
Min vana di daxwaznameya ku ji darêzê înfazê re nivîsî de jî diyar kir. Min ji heyeta ku bi min re hevdîtin çêkiriye re jî got. Darêz li huquqê û zagonan meyze dikin. Bûyerê di çarçoveya teknîka teng a huquqê de dinirxînin. Di encam de huquqa li pêiya wan çibe, wê jî bi rengekî teng îrove dikin û pêdiviya wê bi vi rengî pêktînin. Tita ku ez dibêjim titeke wisa ye ku huquqê derbas dike.
 Dema ku ez li vê derê diaxivim û rexne jî dikim, ne wisa bi riya xwe sipartina ser kesî dibêjim. Gelê min û dostên min ên ku ji min bawer dikin hene. Ez xwe dispêrim gel. Wekî din dostên min ên ku destek didin min hene. Wê vana di demên teng de, alîkarî jî bikin. Baweriya min bi hêza min heye. Û ez xwe dispêrim hêza xwe.
Ez silavên xwe ji hevalên di girtîgehên Bîngol, Betlîs, Amed û Sîrtê de ne re radigihînim. Ez silavên xwe ji gelê me re radigihînim.

Heya Tekona Azadiya Jin Ney Biserxistin Tekona Sosyalzm, Demokras Azadiy Nikare Bigihje Serkeftin

Ji bo destek ji paketa destra bingehn re were dayn, div p guhertina zagona dij-teror were kirin. Heta guhertin ten tr nake, div bi temam were rakirin.Heya ev zagon ney guhertin ney rakirin, pwst e Kurd destek nedin v pakta li ser destra bingehn. Heta ji dayna destek j wdetir, div muxalefeteke her tund ji al Kurdan ve were kirin.

Herdu Al J Di Bin Kontrola Emerka De Ne

Ev deh sal in ku ez li vir her dibjim, ez ti xebatek li naverast nabnin. Ev reweke kevneop ya ep e. Hinek tit jiber (ezber) kirine her wan titan dubare dikin. Min li vir hewleke pir mezin da. Min li v der Stalnzm qat bi qat ferseh bi ferseh derbas kiriye min ramaneke wisa ku bibe mal chan hilberandiye ango min ramana xwe kiriye.

Dema Em Dikevin 12. Salvegera Komploy, Komplo Vala Hatye Derxistin

Ez ji v der d dikarim mizgn bidim gel me. Dema em dikevin 12. Salvegera komploy, ev komplo vala hatiye derxistin. Ev misoger hatiye tgihtin.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]