23.08.2017

Azadya Heta Heta

Ya ku em j re dibjin eq, ango bi w kelecana ji ziman gerdn y avabn t hiskirin re! Di vir de rastiya xwe peydakirin, li cewher xwe vegern, tita sade jiyankirin li bilindahiyan gihtina hev pk t.

 

 

Rozan STAR

Ji desthilatiya nêrane (eril) ya pênc hezar salî hevberdan û di vê yekê de xwe gihandina eqê xeyal nîn e, berovajiyê vê, arezû û daxwaziya jinê ye. Eger eq, kelecana ku ji zimanê avabûnê yê gerdûnê tê hiskirin be, hebûna herî nêzîkê wê ku jin bixwe ye, li ser vî bingehî êdî em dizanin ku jin, lêgerînwanê eqê yê bêdawî ye. Li ser vî bingehî asta azadî û curbicurbûnê bidestxistin, ji bo azadiya jinê yek ji wan esasên herî girîng e. Ji wan niqaên ku em didin meandin, ev rastî derdikeve holê. Di vê mijarê de her çiqas nîqa têne meandin, çavên jinan rastiyên nû dibînin. Di hindirê wan çavan de, kûrahiyeke ku ji watedayin, hiskirin û dîtina rastiyên mezin tê, heye. Ew çav, bi biranînên ahîdiya dîrokê dagirtî ne. Ma gengaz e ku mirov ahîdiya dîroka qesabxaneyên bi xwîn neke û xwedî hafizayekî bi ê nebe? Ew litûfa zekaya nerm a ku xwezayê daye me, em ê bi çi awayî veguherînin qesabxaneyekî bi xwîn û dînemêriya bersivdayînê rave bikin? Di vê mijarê de lêpirsînên ku têne kirin, tenê aîdê dihû nîn in, êên bê hemta yên roja me ya îro jî di xwe de radigirin.

            Mirovê ferzane wiha dibêje; “dîrok niha ye, em jî di kûrahiyên dîrokê de ne”... Pênc hezar sal in ku dîrok bûye gola xwînê û ev çav jî pênc hezar sal in ahîdiya vê yekê dikin. Di mekan û zemanên cuda cuda de, lê belê bêyî ku naverok û cewherê wê biguhere, bi awayekî bêdeng û sakit berdewam dike. Hinek caran eger dengeke cuda jî derbixe, desthilatiya nêrane vê yekê nabîne û nabihîse. Di dîrokê de jî nayên nivîsandin, eger bêne nivîsandin jî xelet têne nîvîsandin. Êên dîrokê yên ku jin dijîn, wekhev in. Bi serê jinê de bûyerên weke; ewitandin, daliqandin, recmkirin, heqaret lê kirin û hwd. tînin. Tita herî biê jî ew e ku, ev yek weke çarenûsekê tê pejirandin. Her weke ku mirov hinek kodan li computerê barbike, ev jî wisa ye. Computer bi wan kodan vedibe, bi wan kodan re jî kar dike. Heya ew kod neyên vekirin, kar nayê kirin. Wê demê êdî jin nabe jiyan û di navbera çar diwaran de hatiye asêkirin, deng û bêhna wê lê hatiye birîn. Hertim weke hinek kesên din bûyîn, aîdê wan bûyîn û aîdê xwe nebûyîn weke heqîqetekê di mejiyê wê de hatiye bicihkirin. Eger tu ji vê yekê derbikevî, ji bilî mirinê ti ansekî te nîn e (mebesta min ew e ku, kutina fîzîkî, rihî ye û her roj hewl didin ku bikûjin). Dibe ku ez niha rastiyên ku têne zanîn dubare dikim, lê belê xwe gihandina rastiya vê yekê pir girîng e. Ketina ferqa vê yekê, ji bo ku mirov têbikoe, hecetekî pirr cidî ye.

            Di bingeh de, rastiya dîrokî ya ku her jinek tîne ser ziman, îfade dike. Her kes difikire ku tenê êên ku bixwe jiyan kirine, êên tekane ne û keseke din êên bi vî awayî nekiandine. Lê, dema ku ferd kesayeta xwe tehlîl dike, nû nû pê dizane ku ev yek weke sîstemekê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî, çîroka me hemûyan kêm an jî zêde diibe hev. Ji ber ku em hemû di nava heman çerxê de derbas bûn. Ji ber vê yekê jî, her jin, weke awêneya (eynik) jineke din e. Di navbeyina jinan de kendal avakirin, xefika zîhniyeta nêrane ye. Pêhesiyana yekem a jinê ya di derbarê van lîstokan de, gava yekem a li dijî sîstemê derketinê ye jî. Êên guherandina sîstemê û ji bo ku sîstem jî bê guherandin, bi îdîabûn, bi biryarbûn û xwedî azimbûn, niha rojeva bingehîn a jinê ye. Ji bo ku keseke din di nava vê çerxê de parçe parçe nebe, têkoîn û keda vê yekê dayîn, mirov dikare bibêje xwe gihandina xweikahiya jiyanê ye jî. Hevciviyana jinên Rojhilata Navîn ku di bin vê xweikahiyê de pêkhat, têkoîna ji desthilatiya nêrane ya pênc hezar salî û vegera cewherê xwe ye. Li çiyayên Kurdistanê ev têkoîn bi salan e tê dayin û niha jî fêkiya xwe ya herî xweik jî di qirîna jinên ku bûne dinyayî de dibîne. Ya ku em jê re dibêjin eq, ango bi wê kelecana ji zimanê gerdûnê yê avabûnê tê hiskirinê re! Di vir de rastiya xwe peydakirin, li cewherê xwe vegerîn, tita sade jiyankirin û li bilindahiyan gihîtina hev pêk tê. Çawa ku xweza xwe dixemilîne û xwe radixe pêberê me, ez dibêjim ku, êdî di van çavan de li gel qesabxaneyên xwînawî divê eqa azadiyê jî bibîne, divê vê yekê bike heceta jiyanê, dev ji giriyê berde û bikene.

Lgerna orea Serdem Jineoloj

: Jineoloj hem w ji aliy felsef zanist ve rastiya jin, jiyan, xweza, gerdn civak derxne hol di lgerna me ya heqqet de bibe diyardeyeke hm; hem j w droka berovaj bye sererast bike...

Pirsgirka Zilam

Zilam j bi qas ku difikire dikare v yek ji xwe re weke pirsgirkek nebne wer bij, di nava xefletek mezin de ye.

Flozofa Serbilind Hypata

anda dayika xwedawend ew end xurt e ku kokn w heya bi krahiya genn hi mirov xwe berda ne. Her wiha bdengkirin qutkirina w j gengaz xuya nake.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]