15.12.2017

Flozofa Serbilind Hypata

Rahibn ku desthilatdariya dr ya domdar diparzin d tevnn xwe yn komploy li dora Hypatay dirsin

 

 

 


 

Sema Delîl AMED

Beriya Zayînê di salên pitî 600’î de li Yewnana Antîk serdema felsefeyê destpê dike. Fîlozofên li qeraxên deryaya Ege’yê, her titên di xwezayê de, civaka heyî, hemû tevgerên mirov, didin ber lêpirsînê. Her wiha di hi û bîra mirovahiyê de ji bo azadiyê perdeyeke nû vedibe, ronahî li cîhanê belav dibe. Mirov ne weke kole, lê mîna mirov tê pênasekirin. Cihê ku jinê re hatiye diyarkirin, em bala xwe didinê, di vê demê de jî ne zêde li derveyî fikra mêrê serdest e. Ji ber ku dîsa weke cinsa duyem, mirova kêm û divê di xizmeta mêr de be jê re cîh tê veqetandin. Dixwazin vê diyarkirina ji bo jinê  êdî weke kevneopiyekê di dîroka mirovahiyê de bidin meandin.

Çanda dayika xwedawend ew çend xurt e ku kokên wê heya bi kûrahiya genên hiê mirov xwe berda ne. Her wiha bêdengkirin û qutkirina wê jî gengaz xuya nake. Em vê jî ji serboriyên jinên weke Hypatîa û belkî bi hezaran ên mîna wê qewimîne hîn dibin. Fîlozof Hypatîa, di navbera salên 370 û 415’an de li Îskenderiyê jiyana xwe ya ji bo mirovahiyê bi sûd û ji bo xwe tijî ê derbas kiriye. Ji aliyê bavê xwe yê di zankoyên wê demê de mamosteyê bîrkariyê ye(matematîk) ve hatiye perwerdekirin. Perwerdeya xwe ya esasî jî li Atînayê qedandiye, kuta kiriye. Di navendeke bi zîhniyeta mêrê serdest hatiye çêkirin, hûnandin de karibûye bi sekn û têkoîna xwe rengê xwe diyar bike.

Dema vedigere welatê xwe, dibistanekê vedike û gerînendeya (mudur) pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ye ku yek ji navendên ilm û zanyariyê ya danehevên herî girîng ê mirovahiyê ye. Di dibistanê de dersên felsefe, bîrkarî û astronomiyê dide. Tê gotin ku li Îskenderiyeyê li ser Arîstoteles û Platon dersan dide gel. Di heman demê de berhemên fîlozofên demê îrove û rexne dike.

Li hemberî dogmatîzma olê têdikoe. Ji bo di navbera xwendekarên wê de erên olî pêk neyên wiha dibêje: “Ti yek ji me naibe yê din. Lê ew titên me digihînin hev ji wan titên me ji hev vediqetînin zêdetir in. Em hemû xuk û bira ne.” Ev gotin bixwe jî helwesta Hypatîa ya exlaqî û polîtîk a li hemberî rewên wiha nîan dide. Bi xebatên xwe zîhniyeta qirêj a desthilatdar a wê demê ya dêrê derxistiye holê. Ji ber vê yekê ye ku ji bo dêrê xetereyeke cîdî bûye.

Rahibên ku desthilatdariya dêrê ya domdar diparêzin êdî tevnên xwe yên komployê li dora Hypatîa’yê dirêsin. Ji ber ku Hypatîa bi jiyana xwe, bi fikrên xwe, bi dersên xwe dogmatîzma dêrê qebûl nake, ev jî dikeve pêiya berjewendiyên wan. Destpêkê ji bo xebatên wê yên li ser astronomî û îroveyên xewnan wê weke cadû ango pîresêhr didin nasandin, di çavê gel de wê û xebatên wê sûcdar dikin, li gorî hikmên Incîlê fermana qetla wê derdixin. Keî ji dibistana wê Mûseîonê wê diqefêlin û dibin dêrê û li wê derê qetil dikin. Pitre bedena wê ya tazî di kuçeyan de bi erdê re ka dikin û dawî tê gotin ku bi pirtûkxaneya wê re ew bedena bêgiyan diewitînin. Li gorî gotinekê jî li kuçeyê di bin lingên wesayîta hespan de wê diperçiqînin.  

Weke jineke fikirdar, gel bi ilm û zanatiya xwe ronî dike, rê li ber desthilatiya nêrane û dêrê digire, bi komployeke giran tê qetilkirin. Bi gotineke wê ya di derbarê avahiya civaka wê demê de mirov agahdar dibe; “Hûn mêr, ji bilî bedena min û cinsê min nikarin ti titekê bibînin, fêm bikin!”

 

Welatparêzeke ervan; Jeanne D’arc (Jan Dark)  

 

Di sedsala 15. de dema em çav li dîrokê bigerînin em ê êdî jina hema bêje bi tevahî hatiye bêdengkirin bibînin. Di Xiristiyantiyê de engizîsyon, di Îslamiyetê de girtina deriyên îçtihadê hemû rêyên azadiyê li pêiya fikir û zîhniyeta azad a mirovahiyê girtine. er û pevçûn ji nav dewletên desthilatdar kêm nabin. erê dagirkeriyê yê zêdetir ax û madiyatê çav li kral û rêveberên dewletên Fransa û Îngiltereyê kor kirine. Bi erekî dûdirêj bakurê Ewrûpayê veguherandine gola xwînê.

Li ûngehekî wiha çavê fransiyên hejar û gundî li xelaskerekê ye ku wan ji vî erê qirêj xelas bike. Jineke bi navê Jeanne D’arc ji nav van gundiyan weke nûnerê xwedê hatiye andin derdikeve û ji bo welatê xwe ji bin vê mêtingeriyê rizgar bike ûr û mertal girê dide. Dema ku derdikeve dîwana kral Charlesê IIV. û daxwaziya erkirinê dike, salname 1429’ê nîan didin. Xwe mîna ovalye girê dide û dest bi er dike. Fermandarên bi tecrûbe li dora wê kom dibin û bi ervaniya xwe dibe mînak ji gel re. Gelê ku jê bawer dibin, didin dûv wê û bi girseyan tevlî artêa ku ew jê re rêbertî dike dibin. Artêa ku bi hatina wê moral digire yek bi yek kelheyên xwe ji destê Îngilîzan rizgar dikin, serkeftinên mezin bi dest dixin.

Bi rêberiya Jeanneyê tevgereke welatparêziyê destpê dike. Feodalên Fransayê yên ku ji vê tevgerê ditirsin bûn asteng ji berdewamiya serkeftinên vê jina welatparêz a Fransayê Jaanneyê re. Kral êdî pitgirî nedida wê, ev jî bû sedem ku li Parîsê têk biçe. Di 1430’yî de Bûrgor wê diqefêlin û bi deh hezar frenkan difiroin Îngilîzan. Dadgeha olî bi sedema ku ji aliyê olî ve ji rê derketiye wê sûcdar dikin û didarizînin. Kral Charlesê IIV. ji bo wê xelas bike ti titekê nake. Ya rastî Îngilîzan dixwestin îspat bikin ku serkeftina Fransayê karê eytanan e. Ji ber vê yekê jî komployeke bî vî rengî anîn serê wê. Di 30’yê Gulan’a 1431’an de bi saxî hat ewitandin, qetilkirin. Weke rêbereke gelê xwe ew hatibû qetilkirin, lê eqa welatparêziyê li nav gelê Fransayê belav bûbû. Ev jî bûbû sedem ku Îngilîzan ji welatê xwe bavêjin.

Careke din em bi jineke derketî derveyî rola ku zîhniyeta desthilatdarparêz jê re daye re rû bi rû dimînin. Û em dîsa li ser dikê dêra Xiristiyan dibînin ku rêbazên xwe yên kujer, qetilkirinê li ser jineke berxwedêr didin pêkanîn. Li gel ku di navberê de bi sedsalan jî derbas bûye ev jina bê tirs hê jî di dil û mêjiyê gelê xwe de, di dîroka Fransayê de bi rengekî zindî cihê xwe digire.

Lgerna orea Serdem Jineoloj

: Jineoloj hem w ji aliy felsef zanist ve rastiya jin, jiyan, xweza, gerdn civak derxne hol di lgerna me ya heqqet de bibe diyardeyeke hm; hem j w droka berovaj bye sererast bike...

Pirsgirka Zilam

Zilam j bi qas ku difikire dikare v yek ji xwe re weke pirsgirkek nebne wer bij, di nava xefletek mezin de ye.

Flozofa Serbilind Hypata

anda dayika xwedawend ew end xurt e ku kokn w heya bi krahiya genn hi mirov xwe berda ne. Her wiha bdengkirin qutkirina w j gengaz xuya nake.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]