26.06.2017

Ji Gelê Me û Rayagiştî Ya Demokratîk Re!

PKK partiya kesên ku ‘bi qasî ku di oxirê de xwe feda bikin ji jiyanê hez dikin’ yanî PKK partiya şehîdên ku ji bo jiyana azad a gel xwe feda kirine

 

 

 

 

 

Komîteya Rêveber a PKK’ê

20 Aralık 2014

‘Li Gorî Pêwîstiyên Şehadetê jiyîn, Jiyana Herî Zehmed e’

Weke ku di hemû dîroka mirovahiyê de bûye, di jiyana gelê Kurd de jî şehîd nirxên herî pîroz watedar û destjênabin in. Ji ber vê yekê jî şehîd, temsîla di asta herî bilind a fedayitiya ku pîvana herî bingehîn a civakbûnê ye ne. PKK partiya kesên ku ‘bi qasî ku di oxirê de  xwe feda bikin ji jiyanê hez dikin’ yanî PKK partiya şehîdên ku ji bo jiyana azad a gel xwe feda kirine. Ji bo vê yekê; ji bo hemû şervanên azadiyê ku hê jî tê dikoşin, soza pêkanîna hêviyên şehîdan xeta bingehîn a jiyanê ye.

Hevala me ya AZİME DEMİRTAŞ’a Nazimiye’yî beriya 1980’an di demeke zû de dema ku lîse dixwend tevlî Têkoşîna Me Ya Azadiyê dibe. Bi taybetmendiyên xwe yên weke wêrekî û sekna xwe ya bi moral û mîlîtaneke bi hêz, ji bo hevalên xwe bûye mînak. Di 25’ê Kanûna 1981’ê de li gel hêzên dagirker  dikeve pevçûnekê. Di vê pevçûnê de tevî hevalê me yê İBRAHİM KAPLAN’ê Nazimiye’yî ku bi taybetmendiyên xwe yên weke dilnizmî û fedakarî, xwediyê dîsîplîna mîlîtanîbûnê, girêdayîbûna bi têkoşîna azadiyê ve, xwediyê sekneke bibiryar a şoreşgerî derdiket pêş û dihate naskirin tevlî karwana şehîdan bû.

Hevalê me yê HÜSEYİN DURMUŞ mîlîtanekî bijarde yê têkoşîna me ya azadiyê ye; di demên xwe yên zarokatiyê de dest pê kiriye timî li dijî neheqiyê rabûye, têkoşîn meşandiye. Di temena xwe ya ciwan de li dijî faşîstan ketiye nav têkoşîn û hewldanê; bi vê taybetmendiyê xwe derketiye pêş. Hevalê Hüseyin li dijî hêzên leşkerî yên hêzên dagirker ên faşîst  dest bi pevçûnekê dike. Di 27’ê Kanûna 1981’ê de tevlî karwanê şehîdan dibe.

Hevalê me yê BEKİR SAVCİ yê ji Kahta’yê bi sekna xwe ya welatparêziyeke bi hêz tevlî xebatên li herêma ku lê ye dibe. Di vê pêvajoyê de li gel çeteyên Bucak’ên komprador feodal dikeve pevçûnekê. Di vê pevçûnê de, di 24’ê Kanûna 1979’ê de tevî hevalê me yê MEHMET EROĞLU  ku dîsa ew jî ji Kahtayê bû û taybetmendiyên xwe yên weke rêxistinkarî û şerker derdiket pêş, tevlî karwana şehîdan dibe.

MUSTAFA ERDAL’ê Çelê’yî di 27’ê Kanûna 1984’ê de ji aliyê hêzên dagirker ve ji malê tê hilgirtin û paşê bi êşkenceyeke giran tê qetlkirin.

Hevalê Celal-NAZİF AKTAŞ di temeneke biçûk de beşdarî têkoşîna azadiyê dibe. Li Rojhilata Navîn piştî ku perwerde dibîne bi awayekî aktîf tevlî têkoşîna li dijî Siyonîzmê dibe û dîl dikeve. Piştî vê esaretê li Ewrûpayê dubare tevlî têkoşîna azadiyê dibe; dikeve nava xebatê. Hevalê Celal di 23’ê Kanûna 1985’ê de li Parîsê di encama komployeke bêbext de bi şiklekî xaînane hatiye qetlkirin. Hevalê me yê Celal –NAZİF AKTAŞ li Ewrûpayê şehîdê me yê destpêkê yê têkoşîna me ya azadiyê ye.  

Hevalê İbrahim-DARAR AKAY bi sekna xwe ya kedkariya mezin tevlî têkoşîna me ya azadiyê dibe. Ji beriya sala 1980’yî li çolteraya Mêrdînê bi awayekî aktîf xebatê dimeşîne. Di sala 1982’ê de li dijî Siyonîzmê li cem gelê Filîstînê yê mezlûm di eniya şer de cihê xwe digire. Di dîroka 12’ê Kanûna 1986’ê de li Cizîrê tevî grubeke hevalên xwe li dijî hêzên dagirker dikevin pevçûnekê û di vê pevçûnê de tevlî karwana şehîdan dibe.

Şaîrê mezin ê têkoşîna azadiya Kurdistanê, berxwedêrê mezin ê zindanê, şervanê mezin ê azadiyê hevalê Zamanî -MUSTAFA GEZGÖR bi kesayetiya xwe ya mîlîtaniya nahêje û pir saxlem timî ji bo şervanên azadiyê serkaniya îlhamê. Weke şervanekî PKK’ê ku layiqê diyarê pêxemberan, di dîroka 23’ê Kanûna sala 1992’ê de li navçeya Girêsor tevî şeş hevalên xwe dikevin pevçûnekê. Em ê hevalên di vê pevçûnê de heya bi guleya xwe ya dawî şer kirine û bi şehadetê tacîdar bûne ti car ji bîr nekin.

Ciwanê Zîlana birîndar ku li dijî dijmin bi temamî dilê wî ji wêrekiyê pêk dihat, hevalê Ciwan - MUSA HEZER ku bi şerkerî û ruhê xwe yê hevalbendiyê navê xwe li lûtkeya çiyan nivîsandibû, ji bo ku tevkujiya li Zîlanê bi ser gelê me de hatiye ferzkirin bi qasî misqalekê jî bibe derman tevlî têkoşîna azadiyê bibû. Li çiyayên hêlîna azadiyê ketibû nav hewldana berxwedaneke mezin. Di vê berxwedanê de Kanûna sala 1998’ê li Zaxrosan tevlî karwana şehîdan dibe.

Hevala me ya Ruken-HÜKMİYET SEYHAN ji Mêrdîn-Nisêbînê ye, dizanî ku azadî bedeleke giran û mezin divê. Bi vê zanebûnê û bi coşeke mezin, gotiye ‘ez dixwazim dil û bedena xwe di nava pêta agir de bikim ji pola û ji nû ve biafirînim’ û di Kanûa 1999’ê de li YDS’ê (BDT) bi taca şehadetê xwe xemilandiye.

Hevalê Numan-RIDVAN ERDEN hevalekî nazik, dilê wî tije bi hezkirin û hizirmend bû. Tevî van taybetmendiyên xwe bi sekna xwe ya mîlîtaniya kedkar û dilnizm timî ji bo hevalên xwe dibû sedema bêhnfirehiyê. Hevalê Nûman di 29’ê 1998’ê de di encama qorîçiyên Perwarî-Osyan-Bindarîn tevlî karwana şehîdan bûye.

Hevalê me yê Serkeft Germiyanî- BAHTİYAR RAHİM ji Başûr bû. Li Kelar’a Silêmaniye ji dayik bûye. Bi şerkerî û tevlîbûna xwe ya jiyanê, ji bo hevalên xwe dibû mînak. Di Kanûna sala 2000’î de li Dola Şehîdan tevlî refa şehîdan bûye. Dîsa hevalê Hejar Goran-STAR ÖMER HASAN ku ew jî ji bajarê Silêmaniyê bû di 31’ê Kanûna 2002’ê de li Kelareş tevlî karwana şehîdan bûye.

Hevalê me yê Kato- MEHMET ŞERİF ACAR ku ji herêma Botan bû, di sala 1989’ê de di temeneke biçûk de beşdarî nav refên azadiyê dibe. Timî di nîvînga xebatên kedê de cihê xwe werdigirt. Di 27’ê Kanûna 2006’ê de li Zap-Kurê Jaro di bagereke berfê de tevlî karwana şehîdan dibe.

Hevalê Numan-ERTEM KARABULUT piştî ku demeke dirêj li eyaleta Amedê gerîlatî kir li gelek cihên Kurdistanê ev erka xwe meşand. Hevalê Nûman ku Endamê Konseya HPG û fermandarê eyaleta Amedê bû, di 31’ê Kanûna 2012’ê de li herêma Gencê, di encama pevçûna ku dijmin pir zêde teknîk bi kar aniye de li gel neh hevalên xwe tevlî karwana şehîdan bûye.

Hevala Ronahi-SENEV ERİŞEN kesayetiyeke mîlîtanê fedayî ya diyarê Zîlanê bû. Di 24’ê Kanûna 2008’ê de li dijî îdamên ku rejîma Îranê pêk aniye li bajarê Mako’yê çalakiya fedaî pêk aniye. Bi vê çalakiyê berpirsiyariya xwe ya mezin a Kurdistanîbûnê bi taca şehadetê pêşwazî kiriye.

Li ser vê esasê  li pêşberî kerwana şehîdan ku îro bûye arteşeke ji fedaiyan di kesayetiya hevalê Mustafa Gezgör ku bûye sembola şehîdên meha Kanûnê; hevalê Numan-ERTEM KARABULUT ku doh li eyaleta Amedê, hevala Sarya Eylem Deniz-SİBEL BULUT şervana enternasyonalîst a mîlîtana MLKP’ê ku îro li Kubanê bi sekn û kesayetiya xwe ya mîlîtan bûye mînak û hevalê A. Kadir Çakmak ku li Amedê ji aliyê hêzên faşîst ên polîs ve hatiye qetlkirin em bi bîr tînin û soza ku me daye hemû welatparêziya Kurdistanê careke din dubare dikin. Em dibêjin em ê bîranîna wan li Kurdistana azad û di têkoşîna Rojhilata Navîn a Demokratîk de bidin jiyîn, em careke din bang dikin ku em ê hêvî û hesretên wan pêk bînin. Em gelê me yê Elewî ku li Mereşê di 24’ê Kanûna 1979’ê de hatibû qetlkirin, sosyalîstên di 19’ê Kanûna 2000’ê de li zindanan hatibûn şewitandin, gelê me yê di êrîşa li Roboskiyê de li dijî berxwedêriya Botan hatibû li darxistin hatibû qetlkirin bi bîr tînin û em careke din dibêjin em ê heya dawiyê bi bîranîna wan ve girêdayî bimînin.

Em di vê çarçoveyê de bang li gelê Kurd û hemû gelan dikin ku li dora şehîdên şoreşê yên mezin ku ji bo azadî, wekhevî û edeletê canê xwe feda kirine bibin xelek; ji bo pêşerojeke azad têkoşîn bimeşîni.

 

 

Li Amedê Navê Berxwedaniyê Berfîn e

Bi derxistina hêza jinê gel bandorkirin, xistina tevgerê di hevala Berfîn de bibû armanceke bi beden, dimeşiya. Ew hêz û ew rih di hevala Berfîn de hebû. Milîtaniyê di hevala Berfîn de xwe dûbare nas kiribû...

Rastiya Şehîdan

Îro, dilê tijî evîn ê Ferzad Kemanger, çavên tijî xweşikî yên Şîrîn Elemholî û hevalên wê, singê tijî êtûn û agirê azadiyê yên şehîdên Dalaho ji bo ayîndeyeke azad dibin çavkaniya hêz û lehengiyê.

RÊWIYÊ ÇIYAYÊ AGIRÎ

Heya ku li ser gelê Kurd şûrê înkar û tinekirinê hebe, di destê min de çeka min, ez ê li serê çiya bijîm.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[pkkiletisim@gmail.com]