23.06.2017

Dema Em Dikevin 12. Salvegera Komploy, Komplo Vala Hatye Derxistin

Ez ji v der d dikarim mizgn bidim gel me. Dema em dikevin 12. Salvegera komploy, ev komplo vala hatiye derxistin. Ev misoger hatiye tgihtin.

Abdullah Ocalan
10ê Sibatê 2010

    
Komcivakan Baweriyan (nançlar Çaltay) çêbûye. Ya giring ew e ku van xebatan têkevin pratikê. Ev xebat dikare bibe sazî û navenda wê dibe ku Amed yan jî Mêrdîn be. Ya giring ew e ku karibin bi berdewamî bixebitin, bi awaye ku karibin çareseriyên pratîk ji pirsgirêkên rojane re bibînin. Di rastî de, ez vê yekê ji bo tevahiya Kongreya Civaka Demokratîk dibejim. Divê mantiqê wê yê bingehîn ev be; pratîkbûn û kirina xebatên pratîk ew e ku mirov karibê bi vî rengî ji pirsgirêkan re bibe çareserî. Min vê yekê bi caran anî ziman. Vayê min ji nûçeyan bihist: li Semsurê (Adyaman) keçikek bi navê Medîne, bi zindî binax kirinê, ev titekî pir bi xof e. Di rastî de ya ku hatiye binaxkirin ne tenê ew e, lê di kesayetiya wê de tevahiya jinan hatine binaxkirin, em hemû hatine binaxkirin. Li gorî feraseta slamiyetê jî wisa yê; kutina yek kesek, weke kutina herkesî tê pejirandin. Gelek pirsgirêkên civakî yên weke vê hene, ku pewîst e bêne çareserkirin. Divê bi van pirsgirêkan re pêwêndîdar (eleqedar) bin.
    Min digot komunalizma demokratîk. Yan jî dikare jê rê bê gotin demokrasiya komunan. Di mantiqê vê de ev heye; divê komunên biçûçik çêbikin û bi vî rengî tevahiya civakê were rêxistinkirin. Divê heya tepeyê herî jorîn ev wisa werê honandin (örmek). Ji bo mînak, ma li gundekî çend heb mirovên demokrat ên durust, nînin? Wê vana bên cem hevdû û komunek ava bikin. Wê biryarên hevbe bigrin û ji tevahiya pirsgirêkan re li çareseriyên hevbe bigerin. Di heman demê de li taxên li bajaran jî wê komunên bi vî awayî bêne çêkirin û wê vana heya herî jorîn wisa biçin. Çima vê yekê tênagîhijin? Ba godariya min bikin, min ba têbigihîjin û min ba vebêjin. Nexwe, ezê hêrs bibim. Armanca KCD (DTK) a li Amedê ev e. Divê van komunan tavilê bêne çêkirin. Gelê me ji vê re amade ye. Bi hezaran gund û bi dehan aredarî hene. Divê van derfetan bêne bikaranîn. Ji bo mînak mirov dikare li Amedê bi vî rengî bi sedan komunan ava bike. Bûyîna wan a li girtigehan, nayê wateya ku wê nikaribin titek bikin. Bila moralên xwe bilind bigrin. Ez silavên xwe ji wan re radigihînim.
Binêrin, pêwîst e mirov xalekê ji hev veqekîne: KCD (DTK) cewaz e, PAD (BDP) cewaz e. Lê ti pêwendiya KCKê bi vana re nîne. Rêxistingeriya KCK cewaz e. KCK xwe li çiya bi rêxistin kiriye; dikare xwe li bajaran ji bi rêxistin bike. Pêwîst e bi PAD re lê heman herêman xwe bi rêxistin bikin, dibe ku wisa be, lê ev, wê rastiyê naguherîne ku pêkhateyên (yaplanma) bi temamî cewaz in. KCK xwe li çar perçeyan bi rêxistin kiriye. Yekeyên (birim) KCKê bi xwe hene. Vayê yekeyeke wê li Mexmûrê heye, lê divê misoger KCK, KCD û PAD bi hevdû re neyên têkelkirin. PAD ne nîçika (uzant) legal a ti kesî ye. Divê vêya bi ekereyî bêjin. Divê bejin “em ne dijminên wan in, lê ti têkiliya me bi wan re nîne” û ev wisa ye.
    Kongreya Civaka Demokratîk, ji bo ku gelê Kurd weke komunal bi rexistin bike, heye. Xebateke legal e. Divê êdî girîngiya pêwîst ji vê xebatê re were dayîn. PAD jî partiyeke Tirkiyê ye. Ev, bi rastî jî wisa ye û divê wisa be. Divê Ev, ne tenê ji ber ku pêwîst e wisa be, lê ji ber ku em ji dil û can bawer dikin ku rast e û em dizanin ku wekî din çare nine, wisa ye. Her wisa ji ber ku em dizanin ku tekane rêya rast ev e, wisa ye. Ev pir girîng e. Divê PAD tevahiya xebatên xwe li gorî vê yekê bike. Ez Çepgiran tênagihîjim. Divê êdî werin ser xwe. Çepgir hîn jî nekarîn têw kutina Mistefa Suphiyan a di 1920an de jî ronî bikin û zelal bikin. Çep hîn jî di bin bandora vê darbeyê de ye. Divê edî xwe rizgar bike. Pêdiviya Tirkiyê bi vê alternatîvê heye. Lê divê van hevalên li çepgir êdî ji nivîsan wêdetir, bere xwe bidin pratîkê jî û gel birêxistin bikin. Ez tênagihîjim: ma wê vana heya ebediyetê tenê wisa binivîsînin? Ev sî sal in ku dinivîsînin û diêwînin (çizmek), lê hîn jî titekî ênber (somut) nine. Çima xebatên xwe venaguherînên pratîkek, tevgerek û partiyekê? Mahîr Çayanan û Denîz Gezmîan tew jiyana xwe wenda nekirin. Ew rêhevalên min jî bûn. Divê xwedî li bîranînên wan were derketin, vayê ez dilsozî van bîranînan mam û ev çil sal in ku ez di nava tevgera sosyalist de tekoîn dikim. Min tim got ku ez ji Mahîr bibandor bûm. Eger Mahîr nebûya, ez û hevalên xwe jî nedibûn. Eger ez nebûma, PKK nedibû. Eger PKK nebûya, PCD (DTP) û PAD (BDP) nedibû. Ango vana hemû hevdû diafirînin; van tevgeran girêdayî hevdû ne û ji heman mîrasên tê. Îbrahîm Kaypakkaya jî dîsa wisa ye. Wî jî dixwest ku wisa be. Ez ji hevalê TÎKKOyî yê li vê derê re jî vedibêjim, em van mijaran niqa dikin. Her wisa ez wan pêvajoyên neyînî jî, ku di dema bihurî de di nava Dev-Yol de çêbûn, dizanim.
Divê ev jî paradîgmaya me ya bingehîn be. Paradîgmaya me jî ev e: ku gel, bi awayê komunan ji binkeya (taban) herî jêrîn heya tepeyê herî jorîn, li her derê were rêxistinkirin. Divê ev bi rengekî wisa were çêkirin ku ji pêdiviyên pratîk û rojane re çareserî hilberîne (üretmek).  Em dikarin sosyalîzmê encax bi vî rengî têxin jiyanê. Komuna Parîsê cerbandineke ba bû, lê nekarî bihata tegihîtin. Eger serkeftîbûya, wê mirov karîbûya xwe gihandiba sosyalîzma ku Marks jî wê weke hedef danîbû pêiya xwe. Lê, pit re feraseta sosyalîzma bi destê dewletê zal (hakîm) bû. Lê belê sosyalîzma dewletê nabe, dewlet nabe sosyalîst, lê civak dibe sosyalîst. Divê em civakê bikin sosyalîst. Loma em dibêjin Civaka Demokratîk. Em Marks tam tênagihîjin. Di rastî de ew jî dibêje ku gengaz nîne ku dewleta sosyalîst hebe. Divê mijarê de tespîta rast kiribû, lê Lenîn divê mijarê de ket nava aitiyê. aitiya ku kete navê ew bû ku digot dikare bi destê dîktadoriya proletarya û dewlet-netewê sosyalîzm were pêkanîn. Dewlet-netew di rastî de têgîneke (kavram) du sed salî ye. orea Fransî di rastî de li ser bingeha demokratîk pê ket, lê pit re bi destêwerdana jakobenan bi dewlet-netew bi dawî bû. Têgînên wêke dewlet û wêlat, dema em dîroka mirovahiyê re berawir (karlatrma) bikin, têgînên pir nû ne. Divê mirov êdî têgînên dewlet û welat ji pîrozbûyînê derxînê. Divê, ne ku mirov ji bo van têgînan bin, lê van têgînan ji bo mirovan bin. Ji ber vê sedemê, em dibêjin ‘welatê demokratîk’.
Paradîgmaya MHP û CHP faîzma netewgir, laîkperest û netewperest e. Li milê din, paradîgmaya AKPê paradîgmayeke netewperest-Îslamgir e. Xala ku vana Tirkiyê anînê, li holê ye. Divê li hemberî vana welatê demokratîk, netewa demokratîk û komara demokratîk esas were girtin. Di rastî de demokratê dewletê jî nabe, demokrasî ji bo gel e. Gel li hemberî dewletê tekoîna ji bo demokrasî û mafan pê dixe. Eger demokrasî nebe, sosyalîzm û komunîzm jî nabin. Troçkî jî, di dema erê navxweyî yê pitî orea Cotmehê ya 1917 de,  digot ku ew wisa nabe. Bakûnîn û Prûdon û ew jî hîn berîya wê digotin ku ev rê a e. Pitî ji hevketina Sovyetan, rewa ku gel ketiye navê, li holê ye. Hûn Çînê jî dibinin, kapîtalîzma DYE xwedî dike. Di vê tekoîna ji bo sosyalîzmê û orean de heya roja îro bi milyonan mirovan jîyana xwe wenda kirine; lê xala em hatinê de, mixabin çepa klasîk têk çû û wenda kir. Divê sedemên vê yekê ba bêne tehlîlkirin. Pêwîst e êdî vê yekê ba were tegihîtin û mirov li derdora paradîgmaya nû, ku min qala wê kir, were cem hevdû. Vayê li Emerîkaya Baûr jî di vê wateyê de pêketinên erênî hene. Li Tirkiyê dorhêl (ortam) û merc guncav in. Eger tevahiya beên çep, demokrat, sosyalîst, lîberal û heya beên oldar ên samîmî yên demokrat karibin li derdora vê paradîgmayê bêne cem hevdû, dikarin bi milyonan kesan têxin nava liv û tevgerê pir jî sefkeftî bin. Divê çep di mijara metafizîkê de hinekî din nerme (esnek) be. Girêdayî bi vê yeke, li holê ye ka rola exlaq a di jiyana civakî de çiqas girîng e. Rêjeya (oran) bêkariyê pir belave (yaygn) ye; bi sed hezaran û bi milyonan mirov bêkar in. Vayê rewa karkerên tekelê li holê ye, tekoîna ji bo mafan didin.
    Tekoîna hevbe êdî jênerevîn (kaçnlmaz) e û bi qasî nan û av pêwîst e. Ji bo çepgiran dibejîm. Ne neçar (mecbur) in ku di nava PAD de cî bigirin, dikarin xebatên xwe jî bidin meandin, lê neçariyek e ku mirov bi awayê partiya sîwan, yan jî bê êweya platformeke hevbe were cem hevdû.
    Ez dubare dikim: PAD (BDP) partiya Tirkiyê ye û wê wisa be. Tirkiyeyîbûna Partiya Atiya Demokratîk, ji bo Tirkiye di girîngiya jiyanî de ye. Weke min got, hevalên li alî çepê dikarin xebatên xwe bidin meandin, lê divê teqez (mutlaka) karibin li derdora partiyeke sîwan werin cem hevdû; heta ev pêkhateya ku hûn qala wê dikin, wê bibe partiyeke sîwan, her wisa wê xebatên dîtir ên dirûbî (benzer) vêya jî çêbin, hemû dikarin bêne biyekkirin. Weke min got misilmanên demokrat ên samîmî jî dikarin di nava van xebatan de cî bigrin.
    Ez silav, rêz û heskirinên xwe radigihînim bo gelên me yên li Amed, Wan, Êlih (Batman), Sêrt, Antalya, Aydin û yên li navçeya Akdenîz a Mêrsînê.
    Dema em dikevin 12. Salvegera komployê, ez dikarim vana diyar bikim: çava ku di salên 1920 de û berîya wê di salên 1915 de pêî destek dan Ermeniyan, wan dane pê û paê bûn sedem kû ji Anatolya bi tevahî tesfiyê bibin; bi heman rengî çawa ku Yewnan pêî hatin destekkirin û paê ji Anatolya bi tevahî hatin tesfiyekirin; bi komploya ku di 15ê Sibata 1999 de hat pêkanîn, tita nîhayî ku li hemberî Kurdan jî ji xwe re kirin armanc, ev bû. Pit re komunîst û muxalifên din jî ji Tirkiyê hatin tesfiyekirin û bi vî rengî Tirkiye hate kirin dewletek bi temamî xwedî taybetmendiyên ku dewletên kapîtalîst ên Rojavayî dixwazin û ku guncav e li gel armanca wan. Ev tespiteke girîng e. Pêwîst e Çep jî êdî vê tespîtê bike. Ew darbeya ku Çepgiran bi tesfiyebûyîna Mistefa Suphî re girt û hîn jî didome, ne serbixwe ye ji vê yekê. Hîn jî kesên rasteqîn ku li pey bûyera Mistefa Suphî cî girtine, ne hatine derxistin hole. Vaye malbatên ku xizmên xwe hunda kirine, hatin cem hevdû. Mebesta min malbetên ku di doza Xirant Dînk de hatin cem hevdû ye.
    Di nava wan de xizmên Sebahadîn Elî jî hene, dixwazin ku kujer (katil) ên rasteqîn werin derxistin holê. Pêwîst e vê yekê were birin heya Mistefa Suphîyan û vê kutinê jî were ronîkirin. Ji ber vê yekê min Komîsyona Dadê û Lêkolînan Rastiyan pêniyar kir. Gelek karên ku pêwîst e vê komîsyonê bike, hene. Wê ev teqez (mutlaka) çêbibe û hatina cem hev a van malbatan jî destpêkek e û pêvajo despê kiriye. Bi vî rengî tevahiya kutinên kiryarên wan ne diyar, dikarin bêne ronîkirin. A ku bi komployê dihat armanc kirin, sê tit bûn. Di gerew (berdêl) a radestiya min û tesfiyeya PKKê de, çawa ku di salên 1920 an de dewleta Tirkiyê bi xwe ve girê dan, wê li Baûr jî pêiya pekhateyeke siyasî ya Kurd a bi wan ve girêdayî hatiba vekirin ku ji bin venêran (denetim) û kontrola wan derneketa û ev bi qismî pêkhat. Wêkî din, li Qibrîsê soz hatibû dayîn bo Yewnanîstanê. Her wisa sozên ku hatibûn dayîn bo dewleta biçûk a Ermenî hebûn. Wê vana bi Tirkiyê bidana pejirandin, lê ti yek ji vana pêk nehat.
    Ez ji vê derê êdî dikarim mizgînê bidim gelê me. Dema em dikevin 12. Salvegera komployê, ev komplo vala hatiye derxistin. Ev misoger hatiye têgihîtin. Vê yekê, bi helwesta min a bisebr a li vêderê û bi hewldana hevbe a gelê me pêk hatiye. Em vêya êdî dikarin ji gelêmê re bi ekereyî diyar bikin: em biser ketin ku em komployê vala derxin. Çawa ku min ji bo vê yekê 11 salan li ber xwe da, ezê di sala 12. de jî dîsa bi heman awayî berdewam bikim li ber xwe bidim. Tevî vê komployê û tevahiya hewldanên ji bo tesfiyekirinê, di encam de tevgerame û gelê me, bi awayekî xurtbûyî derketiye.
    Bijare (tercih) ya ku AKP di dema pê de bike, girîng e. Yan wê li alî demokrasiya rasteqîn cî bigre û tevlî wan ve, wê tevahiya Tirkiyê –Kurd, Tirk, Elewî, Ermenî, Çerkez û wekî vana, ez qet cûdahî nakim- biser bikevin; yan jî wê li aliye CHP û MHP, ango wê li aliyê înkarker ê netewgir (ulusalc) û netewperest (milliyetçi) cî bigre û bi vî rengî dîsa di tesfiyekirinê de pêdagerî (srar) bike û ev jî wê bibe sedema erekî bixof (korkunç) û wendakirina Tirkiyê. Ez vana weke tespît dibêjim.
    Hiseyn Çelîk di daxuyanîya xwe de “yan emê vê pêvajoya vebûnê heya dawî bibin, yan jî wê ev pêvajo me biqedîne” got. Girîng e ku vê yekê tebigihîjin. Her wisa girîng e ku birêz Serokwezîr jî vê mijarê ba tebigihîje.
Ji herkesî re silav
Rojba

Heya Tekona Azadiya Jin Ney Biserxistin Tekona Sosyalzm, Demokras Azadiy Nikare Bigihje Serkeftin

Ji bo destek ji paketa destra bingehn re were dayn, div p guhertina zagona dij-teror were kirin. Heta guhertin ten tr nake, div bi temam were rakirin.Heya ev zagon ney guhertin ney rakirin, pwst e Kurd destek nedin v pakta li ser destra bingehn. Heta ji dayna destek j wdetir, div muxalefeteke her tund ji al Kurdan ve were kirin.

Herdu Al J Di Bin Kontrola Emerka De Ne

Ev deh sal in ku ez li vir her dibjim, ez ti xebatek li naverast nabnin. Ev reweke kevneop ya ep e. Hinek tit jiber (ezber) kirine her wan titan dubare dikin. Min li vir hewleke pir mezin da. Min li v der Stalnzm qat bi qat ferseh bi ferseh derbas kiriye min ramaneke wisa ku bibe mal chan hilberandiye ango min ramana xwe kiriye.

Girtin Siyas Ne, Bizanebn n Ji Byna Huqq Dr n

Di w dem de derdora Mistefa Kemal ji al ngilizan ve bi kadroyn tihad-Terak hatiye dorp kirin, ngilizan ar aliy w dorp kirine.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]