27.06.2017

Roj Roja Yekitiya ep Ye

Yan w Yekitiya ep bi HDP re benda hilbijartin biteqne r nede dktatoriya AKP, yan j w AKP makezagona xwe derbixe dktatoriya xwe heya dawiy lan bike.

 

 

 

 

Ayhan KAYA

Siyaseta Tirkiyê, îro ji her demekê zêdetir pêdivî bi hevgirtina Çep’ê dibîne. Êdî her kes vê titê qebûl dike ku ev desthilatdariya 13 salan a AKP’ê ji ber nebûna muxalefetê ye. Nexwe, ne ku AKP’ê karên wer mezin kirine û hemû pirsgirêkên civakî çareser kirine û nêzîkatiyekî wer civakî raber kiriye ku jiyana civakî xwetir bibe. Ango ji ber ku van yekan bi layiqî pêktîne, di hilbijartinan de sernakeve. Berovajiyê vê, xwe weke ku çareser dike nîan dide, lê belê di pratîkê de jî tenê desthilatdariya xwe difikire û modela xwe ya Tirkiyê gav bi gav pê de dibe û desthilatdariya xwe didomîne.

Pirsgirêka Kurd, niha bi hemû girîngiya xwe ve li benda çareseriyê ye. Em bihêlin demokratîkbûna welat, her roja derbas dibe bi zagonên nû yên ku derdixe re Tayîp Erdoxan dîktatoriya xwe xurtir dike. Welat, bi temamî dibe komara polîs û istixbaratan. Li Tirkiyeya ku tevkujiyên jinan roj bi roj zêdetir dibin, xweza jî bi HES’an, bi darbirînan tê qetilkirin. Her roj di wan qezayan de bi dehan karker û rencdêr dibin qurbanê kapîtalîzma hov. Berbajar ji ber hejariyê nema dikarin bijîn û ketine batlaxa tiryak û lefiroiyê. Tirkiyê, di polîtîkaya xwe ya derve de têk çûye û nûnertiya welateke wer dike ku ji ber dostên xwe nema ne neçar ma ye ku bi ser çeteyên weke DAÎ’ê ve ku sucê mirovahiyê dikin re polîtîkaya xwe bimeîne. Ji serokomar heya wezîran, ti rêveberên AKP’ê nema ne ku tevlî dizî û kurtêlxuriyê nebû ne.

Mirov dikare bibêje ku, welatek tenê dikare ev qas bi awayekî xirab bê meandin. Lê belê tevî van hemû rastiyan jî eger hê jî AKP di hilbijartinan de serdikeve, divê di serî de demokrat û sosyalîst, her kes xwe bixe ber lêpirsînê. Her wiha rewa CHP’ê û MHP’ê ku xwe weke dijberê AKP’ê didin nîandan jî, ji ya AKP’ê xirabtir e. Piraniya gel dizane ku AKP vî welatî ba bi rêve nabe, lê belê bawer nakin ku CHP û MHP jî bikarin bimeînin. Ji ber vê yekê jî tenya rêka rizgarbûna ji paverûtiya AKP’ê ew e ku divê Çep’ê Tirk hev bigire. Serkeftina hevgirtina çepan a li Yewnanîstanê jî nîan da ku di wan civakên ku tê de hêvî nema ye, tenê sosyalîst dikarin hêviyên nû în bikin. Ev rew, ji bo civaka Tirkiyê jî bi vî rengî ye.

Bijardeyekî çep a ku bi gotin û rêbazên xwe ve bikare pirsgirêkên weke pirsgirêka Kurd, demokratîkbûn, naskirina cêwaziyan, azadiya îfade û rêxistinbûnê, azadiya jinê, parastina xwezayê, dada civakî, dayîna mafên kedkaran, xwe gihandina astekî aborî û civakî yê guncav û her wiha eger berjewendiya gelan esas bigire, dikare ji ya Yewnanîstanê wêdetir serkeftinan bidest bixe.

Lê belê avahiya parçe ya çepê Tirkiyê li pêiya pêxistina hêviyekî wiha asteng e. Berjewendiyên komî, nakokiyên kevnar û nêzîkatiyên pragmatîst li pêiya yekitiya çepan asteng in.

HDP, li ser bingehê yekitiya çepgiran, gavekî cidî ye û hewldide bibe îfadeya yekitiya Tevgera Azadiya Kurd û Sosyalîstên Tirkiyê. Divê hemû sosyalîst û hêzên demokratîk nakokiyên xwe yên berê û berjewendiyên xwe yên komî li aliyekê bihêlin û li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên civakî di çarçoveya mebdeyan de bibin yek û bernameya xwe ya demokratîkbûnê raxînin ber çavan. Divê bi gotinekî têkûz re vê yekê derbasî nav civakê bikin û bikarin hêviya gelan dîsa în bikin. Ev yek, bi qasî ku berpirsyartiyekî civakî ye, hem ders derxistina ji aitiyên dema bihûrî ye û hem jî layîqbûna ji ehadet û lehengiyên ku têne jiyankirin e.

Di vê pêvajoyê de, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, her nêzîkatî û sekna ku ji yekitiya Çep’ê re ya li derdora HDP’ê heye re xizmetê neke, bêyî ku mirov niyetê bigire ber çavan, wê ev yek ji AKP’ê re xizmetê bike. Ji ber ku hê ji niha ve zelal bûye ku wê hilbijartin di navbera AKP û HDP’ê de derbas bibe. Kes pir zêde ihtimal nade ku CHP û MHP ji vê rewa xwe ya heyî pêdetir biçin. Yan wê Yekitiya Çep bi HDP’ê re benda hilbijartinê biteqîne û rê nede dîktatoriya AKP’ê, yan jî wê AKP makezagona xwe derbixe û dîktatoriya xwe heya dawiyê îlan bike.

Berxwedaniya Gezî’yê û Berxwedaniya 6-7’ê Cotmeh’ê ya ji bo Kobanê ev yek bi awayekî zelal nîanî me da. Hem li bajarên Kurdan û hem jî li metropolên Tirkiyê, piraniya gelan êdî nikarin xwe li vê faîzma AKP’ê ragirin û bi awayekî radîkal û rekawane helwesta xwe raber dikin. Ti armancên civakî û siyasî nîn in ku yekitiya Çep’ê ya ku nûnertiya pêlên xurt ên civakî dike, sernexe. Roj roja yekitiya Çep’ê ye.

Em ehdn Hewlr Jibr nakin!

Ew kesn ku di ern li dij dagirkern Kurdistan de birndar bibn, kesn b dest ling av, hatin qetilkirin. Kjan zagon, kjan wijdan, kjan exlaq dihle ku qirj gemariyek wiha b kirin?

Partiyn Hevreng HDP

Kesn ku ne ten hinek tit, dixwazin gelek tit biguherin, w bi dil can dengn xwe bidin HDP.

Teiya AKP Ya Kevn

awa ku AKP Tayp Erdoxan ev roj li dij demokras wekheviy dixebitin, div em j ev roj ji bo demokras wekheviy bixebitin.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]