18.08.2017

Y Ku Dibje Pirsgirka Kurd Nn e, W Bi Xwe Tine Bibe

Erdoxan xwed wezek poltk wisa ye; dema lewaz derfet dt r dike, l bel dema li pber xwe hz j dt, direve meydan ji yn bi hz re dihle

 

 

 

 

Cemîl BAYIK

Dema AKP hat desilatdariyê, Tayîp Erdoxan’ê digot, “Dema hûn nefikirin, pirsgirêka Kurd tine ye” niha dibêje, hûn bifikirin an nefikirin jî pirsgirêka Kurd tine ye. Ev ne propogandaya hilbijartinê ye û ne jî gotinên ji bo bidestxistina dengan in ku hatine bikaranîn; bi tevahî xwedayîna der a têgihîtinekê ne. Li gorî Tayîp pirgirêka Kurd tine ye û mîna hemû beên civakê hinik pirsgirêkên welatiyên Kurd hene! Mîna ku erê 40 salî hat meandin û rabûna ser piyan a gelê Kurd ku gelek berdêl dan titekî ji rêzê be! Her kes dizane ku li vî welatî ereke ku bûye sedema mirina 40 hezar mirovî heye û ev er hê jî didome. Bi êwazekî ku li cîhanê nayê dîtin 4 hezar gund û gundik hatin valakirin. Derdora 6 milyon mirov ji cih û warên xwe hatin derxistin, koçberî metropolên Tirkiyê û Ewropayê hatin kirin. Berpirsên derdora 17 hezar kutinan, nehatin dîtin. Cesedê bi hezaran mirovî hê jî di gorên gitî de ne. ibandina vê pirsgirêkê ya mîna pirsgirêkên gelên din, radixe ber çavan ka Erdoxan xwedî têgihîtineke çawa ye. Mîna ku pirsgirêka Kurdan a xistina bin ewlekariya makezagon û qanûnan tine be, her wiha pirsgirêka sazkirina rêveberiyên wan ên xweser, perwerdeya bi zimanê zikmakî û pêkanîna hemû jiyana xwe bi ziman û çanda xwe tine be! Bi kurtasî Erdoxan têgihîtina ku erê 40 salî afirand didomîne û axaftinên wî di vê çarçoveyê de ne. Ji ber ku Kurdan mîna civakên din azad û xwedî mafên wekhev nabîne lewma! Axaftineke din a mîna ya Erdogon ji rêzê û bê ast tine ye. Yê ev axaftin kir, ne ji Tirkiyeyê û ne jî ji pirsgirêka Kurd fam dike. Ji ber ji pirsgirêka Kurd fam nake jî heta niha ji bilî titên ku di cewher de mîna hev in pêve tu gavên cidî neavêtine. Tenê bendewariya çareseriyê afirandi ne, lê belê ev bendewarî nehatiye bicihanîn. Di salên 1960 û 70’yî de Demîrel jî mîna Erdoxan diaxifvî. Digot her kes dikare bibe her tit. Erdoxan jî dibêje; “Binêrin hûn bûn serokwezîr, dikarin bibin her tit, çi ji we kêm e”. Dibe ku niha Demîrel were famkirin, lê belê famkirina Erdoxan ne mimkun e. Demîrel di dema ku înkar di asta herî dijwar lidar bû de wisa digot. Lê belê ji wê demê heta niha di bin piran re gelek av herikî. Bi taybetî têkoîna 40 salî rastiya Kurdan bi hemû zelaliya xwe raxist ber çavan. Her kesê hebûna pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê qebûl kir. Di demekê de ku her kesê hebûna pirsgirêka Kurd qebûl kiriye û li benda çareseriya wê ne de Erdoxan radibe van gotinan dibêje. Hewl dide bîra di nava gel de afiriye berovajî bike û herîkîna avê biguherîne. Gelo Erdoxan axaftineke ku her kes pê bikene çima dike? Bi rastî ne tenê Kurd, civaka Tirkiyeyê, rewenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Tirk jî li hemberî vê axaftinê matmayî mane. Ji ber ku ev axaftin di dema bêçalakîtiyê û pêvajoya ku çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye rojevê de hatiye kirin. Ev serî û têgihîtina kesê dixwaze erê 40 salî pêk hat, 40 salên din jî bidomîne ye. Gotina van titan li pêberî asta zanistiya civaka Kurd; israra ji bo jiyana azad û demokratîk ji vê yekê pêve nayê tu wateyê. Demekê Rauf Tamer ji bo yên xwedî têgihîtina dewleta klasîk bûn navlêkirina, ‘ew serî’ bi kar dianî. ‘Ew serî’ yê ku Rauf Tamer qala wî dikir tam jî serê Erdoxan e. Ji bo van gotinên Erdoxan gelek tit dikarin werin gotin! Her wiha dikare were gotin ku ji bo tenduristiya civakî ya gelên Tirkiyeyê pêwîst e Erdoxan bixin tîmarxaneyê. Ji ber ku Tayîp Erdoxan bi aqilê civakê dilîze. Ji serokomarekî ku ev qasî bêcidiyet nêzî pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê dibe xetertir titekî din tine ye. Kesekî ku van titan bibêje, serokwezaretî û serokomariyê heq nake. Heger yekî wisa bibe serok wê demê li halê Tirkiyeyê mêze bikin! Ev têgihîtin wê Tirkiyeyê mîna Hîtler û Enwer Paa ber bi macerayên ku encama wan felaket e ve bibe. Di rastiyê de ceraset û îradeyeke bi vî rengî ya Erdoxan tine ye. Mîna demekê ji bo Îtaliyan dihat gotin ew jî polîtîkavanekî xwedî karakterê çeqel (wawîk) e. Xwedî tarz û êwezekî polîtîk ê wisa ye; dema lewaz dît, derfet dît êrî dike lê belê dema li pêberî xwe hêz jî dît direve û meydanê ji yên bi hêz re dihêle. Lê dema dor tê Kurdan vediguhere êrekê! Ya herî xeter jî ev e. Ev serî yê ku pirsgirêka Kurd neçar bihêle û bi dehan heta sed salî bi Tirkiyeyê bide windakirin e. Yekî wisa nabe ku li Tirkiyeyê bibe rêveber. Paeroja ti siyasetmaderên ku çareseriya pirsgirêka Kurd daneyne pêiya xwe tine ye. Jixwe ji ber vê yekê jî dawiya dema siyaseta Erdoxan jî tê. Êdî polîtîkaya afirandina bendewariyê û xapandinê tehîr bûye. Ev polîtîka nema dimee. An wê di pirsgirêka Kurd de gavan bavêje yan jî wê têk biçe. Ev meh bi tevahî mehên ku Tayîp Erdoxan xwe zelal bike û biryarê bide ne. Dema ev zelalî çêbû, wê pêiya Tirkiyeyê vebe. Bi vê yekê re jî neçar wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Êdî wê polîtîkaya neçariyê û xapandinê neyê domandin. Di demekê de ku pirsgirêka Kurd xwe ferz dike; mîna di gotina Erdoxan de jî diyar dibe, têgihîtina AKP’ê ya çereseriyê tine ye. Rêberê Gelê Kurd di rewê de demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd bi êwazekî zelal anî rojeva civakê û bi vê yekê gavavêtin û xwezelalkirinê li ser AKP’ê ferz dike. Rêberê Gelê Kurd bi van hemleyên ku dide destpêkirin li Tirkiyeyê demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi hêztir xistiye rojevê. Bi vê yekê re jî derfeta çareseriyê zêdetir kiriye. Tayîp Erdoxan bi gotinên xwe yên înkarker hewl dide vê atmosfera afiriye têk bibe û çareseriya pirsgirêka Kurd a ketiye rojevê jî dûr bixe. Tita ku Erdoxan dike tê wateya dij-hemleya li beramberî anîna rojevê ya çareseriyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve. Mîna bibêje, “Feydeya tirsê ji ecelê re tine ye” êdî ji xistina rojevê û neçar hitina pirsgirêka Kurd ne mimkun e. Hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiya Kurd ku bingehên demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd afirandin wê van têgihîtin û polîtîkayên kevneperest û xeter derbas bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Em ehdn Hewlr Jibr nakin!

Ew kesn ku di ern li dij dagirkern Kurdistan de birndar bibn, kesn b dest ling av, hatin qetilkirin. Kjan zagon, kjan wijdan, kjan exlaq dihle ku qirj gemariyek wiha b kirin?

Partiyn Hevreng HDP

Kesn ku ne ten hinek tit, dixwazin gelek tit biguherin, w bi dil can dengn xwe bidin HDP.

Teiya AKP Ya Kevn

awa ku AKP Tayp Erdoxan ev roj li dij demokras wekheviy dixebitin, div em j ev roj ji bo demokras wekheviy bixebitin.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]