23.06.2017

Heya Tekoşîna Azadiya Jinê Neyê Biserxistin Tekoşîna Sosyalîzm, Demokrasî Û Azadiyê Nikare Bigihîje Serkeftinê

Ji bo destek ji paketa destûra bingehîn re were dayîn, divê pêşî guhertina zagona dij-terorê were çêkirin. Heta guhertin tenê têrê nake, divê bi temamî were rakirin.Heya ev zagon neyê guhertin û neyê rakirin, pêwîst e Kurd destekê nedin vê pakêta li ser destûra bingehîn. Heta ji dayîna destekê jî wêdetir, divê muxalefeteke herî tund ji alî Kurdan ve were kirin.

Abdullah Ocalan
3 Adar 2010

Wan pirsgirêkên min ên berê, ku jêdera xwe ji girtîgehê digrin dewam dikin. Hîn jî nikarim bişev rakevim; ev rewş dewam dike, di dayîn û stendina nefesê de zehmetiyê dikşînim. Dîsa nexweşiyên min ên bi temen ve girêdayî wek prostat hwd.. hene. Lê ez hewl didim li hemberî mercan li ber xwe bidim. Û ne bawer im ku ji vê saetê û şûnde tiştekî biguhere. Ev 11 heta 12 sal in min li vir li ber xwe da û ezê hewl bidim li ber xwe bidim. Ez li ber xwe didim, lê nizanim ka wê heval li ber xwe bidin, an na. Her wisa ez nizanim ka wê merc biguherin. Di encam de tenduristiya min girêdayî sîstema girtîgehê ye. Bila pirsgirêkên min ên tenduristiyê bi vî awayî werin girtin dest.

Divê civak jî ji xebatên aşitîyê re were tevlîkirin. Ji xwe di Têgihîştina me ya siyaseta demokratîk de, ew modela em dixwazin pêşbixînin binkeyê (taban) esas digre, şêwazeke me ya rêxistinê ya ji binkeyê ber bi banî (tavan) ve heye.

Her hal dengên AKPê daketiye heya li derdora ji sedî sih. CHP û MHP jî nikarin rêjeya xwe ya dengan zêde bikin. Artêşeke mezin a bêkaran çêbû. Nêzî panzdeh milyon hilbijêrên bê biryar hene, pêdiviya vana bi partiyeke nû heye. Divê nekevin nava nîqaşên teng. Pirsgirêkên me dêwane (devasa), ji bo çareseriyê tê xwestin ku dest were avêtin, divê enerjiya xwe dinava nîqaşên wisan teng de xerc nekin. Bila nekevin nava nîqaşên teng, pêwîstî bi partiya nû heye. Bila giraniyê bidin ser xebatên vê partiya nû, pewîste vê valatiyê were tijîkirin. Pirsgirêkên dêwane yên ku sîstema kapîtalîst wan afirandiye hene. Vayê li Tirkiyê bêkariyeke pir mezin heye. Tê bîra min, berê ji Tirkan, ji qismên din ên cihê eleqeya ciwanan hebû, dihatin gel me, tevlî me dibûn, her hal îro jî wisa ye. Tê xwestin ku ev ciwan werin birêxistin kirin. Wek di dema borî de dibû îro jî ev ciwan dikarin birêxistin bibin. Eger ev were kirin wê hêzeke muezem derbikeve holê. Tê xwestin ku mirovên li Rojava, werin rêxistinkirin. Bi nîqaşên teng wext wenda dikin, rewşa çepan li holê ye, rewşeke me ya em li benda wana bimînin, nîne. Bêyî ku dem were wendakirin, divê êdî em dest biavêjin van pirgirêkên sotîner.  PAD dikare bi vê perspektîfê rêxistina xwe li Rojava bihêz bike. Divê xwe Li Afyonê, Bursayê, Îzmîr ê û li cihên din rêxistin bike. Hun mînaka Bergama dizanin. Di nava tekoşîna gundiyên Bergama de ciwan jî cîh digirtin. PAD wisa divê ji pirsgirêkên bi vî awayî re jî hestyar be. Eger PAD nîşan bide ku bi her cûre pirsgirêkên welat re eleqedar dibe û vê yekê bi pratîk bike, ancax wisan dikare bibe partiyeke Tirkiyê, wê demê rêjeya wê ya dengan jî di vê paralelê de wê bilind bibe.  

Ew “parlamenteriya Tirkiyeyê” ya ku AKP dixwaze bîne, lîstokeke mezin e, di rastiyê de tişta li vir tê armanckirin eve ku nehêlin ku PADê li parlamentoyê koma xwe çêbike. Ev parlamenteriya sed kesî ya Tirkiyeyê ,rêkûpêkkirineke wusa ye ku ji bo asteng bikin ku PADê li parlamentoyê koma xwe çêbike. Dema îlan bikin ku tenê bi merca daxistina benda hilbijartinê , wê destek bidin, nêzîkatiyeke kêm e. AKP bi hezaran zarok rêkiriye girtîgehê hîn jî girtin didomin, bi sedan siyasetmedar di girtîgehê de ne. Ji bo destek ji paketa destûra bingehîn re were dayîn, divê pêşî guhertina zagona dij-terorê were çêkirin. Heta guhertin tenê têrê nake, divê bi temamî were rakirin. Bi van zagonên dij-terorê re hêjmareke mezin mirov rê dikin girtîgehan. Pêwîst e ev zagon were guhertin. Eger AKP birastî jî samîmîye, divê pêşî van zarokên di girtîgehan de û siyasetmedarên Kurd ên girtî serbest werin berdan. Hemû tiştan dispêrin vê zagona dij-terorê. Heya ev zagon neyê guhertin û neyê rakirin, pêwîst e Kurd destekê nedin vê pakêta li ser destûra bingehîn. Heta ji dayîna destekê jî wêdetir, divê muxalefeteke herî tund li hemberî vê pakêta li ser destûrabingehîn, ji alî Kurdan ve were kirin. Pêwîst e di vê mijarê de heya dawiyê reaksyonên xwe yên demokratîk bikarbînin, li her dere propagandeyeke dijber a vêya bikin û divê di rêjeya ji sedî heştê de ji vê pakêta destûrabingehîn re bêjin, na. Em ne li dijî destûreke bingehîn a demokratîk in. Min ji xwe beriya niha gotibû, sê prensîbên bingehîn. Min li ser van sê prensîbên bingehîn prensîbeke çaremîn zêde kiribû. Evna welatê demokratîk, netewa demokratîk, komara demokratîk û ya çaremîn jî destûra bingehîn a demokratîk e. Pêwîst e di çarçoveya destûra bingehîn a demokratîk de, ku prensîba çaremîn e, nêzîkatiyek hebe. Pêdivê bi avakirina destûreke bingehîn a demokratîk a nû heye, ku tevahiya van prensîban bigre nava xwe. Em li ser vê bingehê, dikarin ancax bi du mercan, destekê bidin paketa li ser destûra bingehîn. A Yekemin daxistina benda hilbijartinê ye. Helwesta PADê ya di vê mijarê de erênî ye, lê kêm e, divê muxalefeteke hîn kûrtir bike. Ya duyemîn jî, rakirina zagona dij-terorê ye. Bi vê rast hatinê, di serî de ji ber hestîyariya ku nîşan dane, ez ji hemû zarokên li  girtîgehan re, hezkirinên xwe û slavên xwe radigihînim. Ez ji wan zarokên ku beriya niha û bi rasthatina 15ê Sibatê hatine girtin û ji girtîyên din re hezkirin û slavên xwe radigihînim.

AKP di vê mijarê de pir bi qurnazî û binbinkî (sinsice) tevdigere. Di cewhera hemû xebatên wan ên ku weke gavên demokratîk didin nîşandan, armanc tasfiyekirina siyaseta demokratîk a Kurdan û vekirina rasteqîn a demokratîk e. Di vir de tişta tê armanckirin tasfiyekirina siyaseta Kurd, vebûna rasteqîn a demokratîk e. AKP, ku xwe nîşan dide weke ku bixwaze pirsgirêkan çareser bike, di rastî de li pêşiya çareserkirina pirsgirêkan astengiya herî mezin e. Tu ew qas operasyonan dikî, zarokan û siyasetmedaran dişînî girtîgehan û pişt re jî dibêjî ‘vebûna demokratîk’. Ti kesî nehiştin. Dibêjî pêşbaziya demokratîk, ma di van mercan de pêşbaziya demokratîk dikare were kirin, ma navê vêya dibe pêşbaziya demokratîk? A rastîn, AKP li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, astengiya herî mezin e. Divê ev rewş pir baş were xebitandin. AKP wer xuya dike weke ku bixwaze prisgirêkê çareser bike, lê nade çareserkirin. A rastîn, dewlet li gorî AKPê zêdetir nêzîkê çareseriyê ye. Ya rastîn, ne tam dewlet, lê wisa xuya ye ku organên bandorker û rayedarên dewletê nêzîkê çareseriyê ne û amade ne ji bo çareserîye; ezê nebêjim çareserî, lê behtir vekirî xuya dikin ji nîqaş û dîyalogan re. Ya ku di roja îro de vêya asteng dike, AKP bi xwe ye. 11 sal beriya niha, dema min nû anîbûn vir MHP li pêşiya çareseriyê asteng bû. Îro jî AKP asteng e. Îro ti sazî li pêşiya AKPê nikare bisekine, nikare dengê xwe derxîne û nikare li dij wê derkeve; vaye rewşa Başbug tê dîtin. Dema 11 sal beriya niha, min nû anîbûn vir çar saziyên dewletê hatin, bi min re hev dîtin çêkirin. Qala çareseriya pirsgirêkê dikirin. Min ji wana re gotibû ma hêza we têra çareseriya vê pirsgirêkê dike? Bi demê re derkete holê ku hêza wan têrê nake. Wê demê MHP çareseriya pirsgirêkê asteng kir. Îro jî AKP heman mîsyonê dilîze. Li gor min dewlet ji diyalogê re amade ye, lê AKP li pêşiya çareseriyê astengiya herî mezin e. Vêya jî pir bi qurnazî, binbinke dike. Xwe wisa dide xuyakirin weke ku çareser bike, lê di rastiyê de tasfiyekirinê pêşdixe.  

Li Tirkiyê heta vê rojê du cûre hegemonya pêşketiye. Hegemonyaya yekemîn a Tirkperestiya spî ye ku MHP û CHP nûneriya wê dikin. A duyemîn jî hegemonyaya Tirkperestîya kesk e ku AKP nûneriya wê dike. Di bingeha herdu hegemonyayan de jî faşîzm heye, herdu jî faşîzma sazîyane ye (kurumsal). Hegemonya ya Tirkperestîya spî ku MHP û CHP nûneriya wê dike, xwe dispêre heya sedsala 19., raboriyekî wê ya zêdetirê sedsalî heye. Berdewamkarên zihniyeta Îttîhat terakkî ne. Xwe dispêre netewperestîya Elman, îlham ji faşîzma netewî ya Elman girtine, jêdera xwe ev e. Bi vê hegemonya ya Tirkperestîya spî ku MHP û CHP nûneriya wê dike, Tirkiyê heya cihekî anîn, heya cihekî van polîtîkayan sepandin (uyguladılar). Niha jî ya disepînin hegemonya ya Tirkperestiya kesk e, ku AKP nûneriya wê dike. Jêdera hegemonyaya Tirkperestiya kesk a nûneriya xwe di AKPê de dibîne jî, xwe dispêre Emerîka û Îngilistanê, Anglo-Sakson e. AKP îro jî desteka xwe ji van hêzan digre. Faşîzma van herdu hegemonyayan jî sazîyane ye. Xeta MHP û CHPê xeteke netewî-faşîst e, xwe dispêre înkar-tunekirinê û asîmîlasyonê. AKPe jî her çiqasî xwe di xeta lîberal de nîşan dide jî, zêdetir qurnaz û binbinke ye. Niha li rûyê AKPê maskeyeke lîberal heye. Rûyê wî şîrîn xûya dike lê di bin wê maskeyê de rûyeke pir binbinke û kirêt heye. Di vê ev were dîtin. Tê xwestin ku ew rûyê AKPê yê di bin maskeyê de baş were dîtin, divê polîtîka jî di vî alî de bi kûranî were destgirtin. AKP maskeya lîberal bi rûyê xwe ve dike, xwe wisa nîşan dide weke ku pirsgirêkan çareser bike, lê di rastiyê de hewl dide tasfiyekirinê bihonanîne. Divê mirov nexape bi wî rûyê ku AKP nîşan dide û rûyê wê yê rast were dîtin. Binbinkî û bi qurnazî dilîze. Polîtîkayên ku AKP niha dimeşîne, ji ‘polîtîkayên Çîller ên di salên 90’an de daye meşandin xeternaktir e. Di dema Çîllerê de bi awayeke vekirî tunekirinê ferz dikirin, ji ber ev bi awayeke vekirî dikirin, xeteriyeke wisa bû ku ji aliyê herkesî ve dihate dîtin. Lê niha AKP vî karî hîn veşartîtir û bi kûranî dike. Di dîmen de wisa xuya dikin weke ku hewl bidin pirsgirekan çareser bikin bi gotinên projeya vebûna demokratîk û yekîtîya netewî, weke ku Erdogan û Beşîr Atalay dibêjin;le di sepanê de (uygulamada) berevajî tê jiyîn û berevajî tê kirin. Ev herdu hegemonya faşîzma sazîyane ye.  Vaye Cengîz Çandar jî qala şaşîtiyên li Lozanê dike. Dibêje eger li wê derê şaşîtî nehatiba kirin, wê pirsgirêk ewqas mezin nebûya. Li Lozanê ya hate bilindkirin, Tirkperestîyeke tek bû. Niha jî tişta dixwazin bilind bikin Kurdperestîyeke tek e. Cihê herdûyan jî di feraseta me de nîne. Em di çarçoveya prensîbên welatê demokratîk, netewa demokratîk, komara demokratîk û destûreke bingehîn a demokratîk de jiyaneke demokratîk û yekîtiyeke demokratîk esas digrin.

Elbet, van hefteyan, van du-sê hefteyên pêşîya me, hefteyên hestyar (kritik) in. Di encam de wê nêzîkatiya aliyan, pêvajoyê destnîşan bike. Ezê li vê derê berdewam bikim ku di derbarê çareserîya pirsgirêkê de tevkarîyên xwe pêşkêş bikim. Lê di encam de biryara ku van aliyan bidin, girîng e. Min daxuyanîyeke Cemîl Bayik, ku çendekî berê dabû, xwend. Dîyar dike ku ew amade ne ji bo şerekî mezin û di wesfa ‘fînal’ de. Elbet nêzîkatîyên neyînî ji aliyan pêş bikeve, wê pevçûn kûr bibin; ev tespîteke sosyolojîk e û weke pêdivîya sosyolojîya vî karî wisa ye. Eger aşitî pêş nekeve, wê şer kûr bibe. Dibêjin ku amadekarîyên wan hene û tê dîyarkirin ku ji çar perçeyan tevlîbûn bo gerîlla zêde bûne. Dîyar e tevlîbûn zêde bûne.

Dîsa dibêjim, eger nêzîkatiyên watedar pêşbikevin, ezê li vir rola xwe ya dîrokî bilîzim. Ez ji vir fermanan nadim PKKê, rewşeke min a dayînê jî nabe, ev rast jî nabe. Heta nîvê bûharê jî her tişt wê zelal bibe. Ev hefte hefteyên krîtîk in, eger pêşketinên erênî di aliye çareseriyê de çênebin, wê şer kûr bibe.

Dive Kurd li hemberî tevahîya van tiştan zana (bilinçli) bin û siyasetên xwe yên demokratîk û komînên xwe yên demokratîk pêşbixînin. Divê êdî Kurd ti tiştekî ji dewletê hevî nekin. Bêyî xwe spartina dewletê û ketina nava bendewariyeke ji dewletê, divê rêxistingeriyên xwe yên demokratîk pêşbixînin û sîstema xwe çêbikin. Pêwîst e jiyana xwe bi vî awayî tijî bikin. Eger Kurd bîrdariya xwe ya demokratîk û siyaseta xwe ya demokratîk pêşxistibana her wisa têgihiştina siyaseta demokratîk bi gelemperiya civakê dabana hezmkirin, wê ewqas ciwan jiyana xwe wenda nekiribana. Vaye ew ciwanê li Semsûrê xwe şewitandiye. Ji Meletî ye. Bi vê rasthatinê, ez careke din ji malbata wî re sersaxiyê, hezkirin û slavên xwe radigihînim. Wek min da xuyakirin, eger bawerî bi zemîna siyaseta demokratîk pêşketiba li dewsa çalakiyên wisa yên xwe kuştinê, wê van ciwanan xwe dabana jiyan kirin, di nava civakê de bi bîrdariyeke demokratîk, bi gîyaneke demokratîk wê bi hemû hêza xwe kar kiribana. Nexwe , niha wê ewqas ciwan bi hemu hêza xwe di zemînê demokratîk de bi bijiyekî (iştah) mezin xebatên xwe dabana meşandin. Ji ber vê yekê ez girîngîyeke mezin didim akademiyên siyaseta demokratîk. Eger van akademî hebana, wê ciwanên ku wê ji van deran bigîhîştana, jiyan dabana civakê. Dibe ku nayê fêm kirin; dema ku mirov bibe xwedî zanabûna demokratîk, her wisa di nava komunên demokratîk de bijî û demokrasîyê hezm bike, wê yekî di her alîyê jîyanê de nirx dide mirov û mirov zêdetir bi jîyanê ve girê dide. Li Semsûrê zarokeke keç bi rengekî zindî binax kirine. Li gelek cîyan jî xwe kuştinên jinan çêbûn û çêdibin. Siyaseta demokratîk û hûnandina zanebûna demokratîk di civakê de, çareya vîya ye.

Li Batmanê beriya niha gelek xwe kuştinên (intihar) jinan çêdibûn, di vê pêvajoya dawiyê de vana kêm bûn. Sedema vêya pêşketina siyaseta demokratîk li Batmanê ye û bilindbûna nîqaşên demokratîk e. Her ku çanda demokratîk li nava civakê belave bibe, vê yekê mirov zêdetir bi jiyanê ve girê dide. Di felsefeya min a siyasetê de, encama herî rast ku min bi ezmûnên ewqas salan derxistiye holê ew e ku mirov bi awayê komînên demokratîk xwe birêxistin bike û van komûnan li her beşên civakê belav bike. Min van mijaran di beşa parêznameya xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi berfirehî anîye ziman, dikare ji vana sûd were girtin. Min modela çareseriyê jî di parêznameya xwe de jî bi şêweke berfireh vekir. Rizgarî ji Modernîteya capitalist û gihiştina şaristaniya demokratîk wê çawa çêbibe? Ez li ser vana rawestîyam. Cewhera felsefeya min a siyasetê, komîngerîya (komüncülük) demokratîk e. Ez vêya dişibînim yek cûre eşîret (êl), qebîle û terîqetên dema berê, lê zihniyeta komînên demokratîk ji vana cewaz e. Komînên demokratîk, wek cûreyek eşîreta (êleke) modern, qebîleya modern, terîqeta modern û malbata modern e. Awayê pêşketî ya modern a van hemûyan e. Mînak divê parêzerên min jî dinava komînekî de bijîn. Divê xweperest nebin, divê destekê bidin hevdû. Pêwîste xwe ji feraseta lîberal û xweperest a kapîtalîzmê rizgar bikin. Divê nekevin berbaya vê ferasetê. Ji bo di xebatên xwe de serkeftîbin, divê xwe bi awayê komînên demokratîk birêxistin bikin û bixebitin.

Divê civak ji feraseta xweperestî û liberal a kapîtalîzmê were rizgar kirin. Eger hun di her qadeke civakê de di şêwaza komunên demokratîk bixebitin û heşmedîya demokratîk raser bikin, hunê hingê pêşî li xeteriyên li benda me ne jî bigrin û êrişên sîstemê yên li dijî xwe jî pûç bikin. Dive herkes cihê xwe bizane û li gorî ew cîhê kû têde ye şêwe bide ûsluba xwe, şêwaza xwe û heşmedîya xwe, li gorî qada ku têde bixebite. Weke min beriya niha jî dabû xuyakirin KCK cihê ye, KCD (DTK) cihê ye û PAD (BDP) cihê ye; erka her yek ji wana, fonksyon û cîhê wana cihê ye. KCD demokrasiya Kurdan û aşitiya wan pêşdixîne, her wisa vêya ji xwe re dike armanc. Dibe ku xebatkar, dost û mutefîkên  KCDê li Tirkiyê li Rojava jî hebin, lê bi giranî demokrasiya Kurdan û aşitiya wan ji xwe re dike armanc, ango armanca wê ya bingehîn ev e. Navenda KCDê Amed e. KCD, saziya civaka sivîl a Kurdan e, zagonî ye, legal e. Ango divê mîna rêxistina kêlekê nebe, divê neynin rewşa rêxistineke kêlekê (yan). KCD rêxistineke ji binke berbi ban ve ye. Divê bi rêxistinkirina binkeyê ve hemû qadan dadigre, rêxistinkirina hemû qadan bide çêkirin, berbi jor ve sînerjiyekî biafrîne. KCD tenê valatiyên cihên ku Kurd têde dijîn dadigre. em ji qada hunerî, çandî bigrin, civakî, aborî, spor, moda di her qadekî de têkiliyên Kurdan rêkupêk dike û pirsgirêkên wan çareser dike. Ji bo nimûne balkêş e, dihizirim, ji bo Kurdan hewldaneke bankeriyê jî dibe, dikarin xebatên xwe yên bankeriyê jî pêşbixînin. KCD hemû valatiyên di van qadan de dadigre. PAD jî partiya Tirkiyê ye. Valatiya siyasî ya li Tirkiyê û Kurdistanê dadigre. Xebatên xwe di vî alî dide meşandin. Ne tenê li Kurdistanê, lê li her deverên Tirkiyê xwe li metrepolan jî birêxistin dike. Navenda wê Enqere ye. Ya KCDê Amed e. KCD di zemînê demokratîk û rewa de, di zemînê siyaseta demokratîk de xebatên xwe dimeşînin, wê zagonan bizanin, guncav li gel  zagonan tevbigerin.

KCK jî bi temamî cihê ye, pêkhateyeke derezagonî (îllegal) ye. Hêzên wê yên çekdarî hene. Di çar parçeyan de rêxistiniya xwe dimeşîne, xwe di çar parçeyan de birêxistin dike. Ez vana tenê ji bo Tirkiyê didim xuyakirin. Wê KCK bixwe diyar bike ka wê  li Îranê, li İraqê û li Sûrî çawa xwe birêxistin bike û ka wê bi pêkhateyên din re têkiliyên wê çawabin. Ez serwerê mercên wir nînim, ji vir ez nizanim ka mercên wir çawa nin, ew bi xwe serwerê mercên xwe ne, ji lewra li gorî ew mercên ku têdene wê bixwe biryar bidin ka wê rêxistingeriya xwe çawa pêşbixînin. pir zêde rast nabe ku mirov xwe ji vir tevlî modelên rêxistinên parçeyên din bike. Di vê mijarê de, wê ew bi xwe biryarên vana bidin.

Ez 8’ê Adara tevahiya jinan pîroz dikim, slav û hezkirinên xwe radigihînim. Bi vê rasthatinê re, dikarim bi 8’ê Adarê ve girêdayî, vana bidim xuyakirin: di pêvajoya pênc hezar salî ya heta Sûmeran de serdemeke dayîksalarî (ana-erkil) hate jiyîn. Di Sûmeran de ev serdema dayîksalariyê cihê xwe ji serdema bavikiyê (baba-erkil) yan jî baviksalariyê re hişt. Di vê demê de, di Sûmeran de îlana baviksalariyê hate kirin. Ji Sûmeran ve di pênc hezar saliya bûhurî de serdema baviksalariyê ye. Heta roja me pênc hezar sal dayîksalarî û pênc hezar sal jî serdema baviksalarî hate jiyîn. Di feraseta me de ne tam dayîksalarî ne jî tam baviksalarî heye. Feraseta me bihevrebûneke herdûyan tîne cem hev, xwe dispêre felsefeyê û bingeheke xwe ya felsefî heye. Belê, divê jin û mêr li gel hev bijîn û dikarin bijîn. Lê bila ev şaş neyê têgihiştin; tişta ez li vir qala wê dikim, ne azadiya zayendî ye, ez vêya jî teswîp nakim. Ew bihevrebûna jin û mêr a ez qala wê dikim, divê bi felsefeyê were stirandin û bihevrebûneke bi bingeha xwe ya felsefî hebe. Bihevrebûna jin û mêr, ancax wisa dikare were watedarkirin. Rewşeke berevajî wê me bibe ev zayendiya jinê ya di kapîtalîzma hov de tê dîtin. Vê encama zayendiya jinê ya kapîtalîzma hov, ev felaket e, zinix (iğrenç) e. Pêwîst e têkiliyeke spartî bi zayendiyeke çors (kaba), hundirê xwe vala û ku felsefeya xwe nine, nebe. Qesta min a ji azadiya jinê jina zana û bivîn e. Ramanên min ên di derbarê jinê de pir cûda ne û pir nû ne. Min vê mijarê di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi awayekî berfireh girt dest; dikarin ji wir jî sûd wergirin. Heya tekoşîna azadiya jinê neyê biserxistin, wê tekoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikaribe bigihîje serkeftinê.

Dîsa girêdayî bi mijara jinê, ez dixwazim qala Berlusconî bikim. Li Îtalyayê Berlusconî bi aliyê xwe yê nêzîkê jinan dibe, pir derkete rêza pêş û pir tê nîqaş kirin. Tespîteke Berlusconî hebû, ez dixwazim balê bikşînim ser vir. Berlusconî dibêje “ji ber ez hemû jiyana ku di xeyalê Îtaliyan de dixwazin bijîn dijîm, ji lewra ez weke hedef tême nîşandan”. Berlusconî ji bo xwe tespîteke rast kiriye. Berlusconî di rewşa nûnerê kapîtalîzmê de ye.  Ji lewra ez ji vir bang li sosyalîstên Îtalî dikim. Banga min ji Sosyalîstên Îtalî re ye. Hun neçar in ku bihevrebûneke jin-mêr a spartî bi hîmekî felsefîk ku tiştên Berlusconî jiyan dike û tiştên di xeyalên gelê Îtalî de hene bibûhurîne, bi afirînin.  Ev peywireke sosyalîstên Îtalya ye; ango divê feraseta jin-mêreke alternatîf a Berlusconî dijî û feraseta jin-mêr a yên Îtalî di xeyalên xwe de didin jiyandin, biafirînin. Li dijî ev feraseta kapîtalîzma hov ya zinix, a jina çors, divê feraseteke watedar a jin û mêr, ku bingeheke xwe ya felsefî hebe, were pêşxistin. Eger ev feraset ango feradseteke rast a jin û mêr, ku têde cins neyê pêşxistin, tekoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikare bigihîje serkeftinê; wê bêwate bibe û wê tekoşîna sosyalîst nîvçe bimîne. Bi vê rasthatinê ez slav, hezkirin û rêzên xwe ji tevahiya gele Îtalyayê re dişînim.

Tiştên vê dawiyê tên jiyîn, wek min qala wê kir, ev şerê hegemonya yê Tirkperestîya spî û yê hegemonyaya Tirkperestîya Kesk e. Hegemonyaya Tirkperestîya spî, jêdera xwe ji Îttîhat Terakkî û ji faşîzma Elman digre. Vana yên berdewamiya statûkoya dixwazin. Beşên statûkoparêz ên niha ev in. Ev jî wek min daye xuyakirin jêdera xwe ji DYE û Îngîlîstanê digre, Anglo-Sakson e. Ya dixwazin biafirînin, Gladioya Tirkperestîya Kesk e. Dixwazin Gladioya Tirkperestên Spî yên berê, niha di nava Gladioya Tirkperestên Kesk de bihelînin.

Ez silavên xwe yên taybet ji Dersîm, Sêrt, Kurtalan û Êlih re jî radigihînim.
Nameyên ji girtîgehan ji min re hatine, hene; ez pir pir silavên xwe ji tevahiya hevalên li girtîgehan re radigihînim. Nameyên ji girtîgehên Trabzonê, Rîze- Kalkandere, Sêrtê, Batmanê, Semsurê, Îzmîtê, Midyadê û Erzurumê min girt. Ez ji hemûyan re silavên xwe radigihînim. Peşniyara min a ji wan re ew e ku bila felsefeya xwe û xebatên xwe yên felsefîk çêbikin.
Rojbaş
Ji herkesî re silav

Herdu Alî Jî Di Bin Kontrola Emerîka De Ne

Ev deh sal in ku ez li vir her dibêjim, ez ti xebatek li naverastê nabînin. Ev rewşeke kevneşopî ya çep e. Hinek tişt jiber (ezber) kirine û her wan tiştan dubare dikin. Min li vir hewleke pir mezin da. Min li vê derê Stalînîzm qat bi qat û ferseh bi ferseh derbas kiriye û min ramaneke wisa ku bibe malê cîhanê hilberandiye ango min ramana xwe çêkiriye.

Dema Em Dikevin 12. Salvegera Komployê, Komplo Vala Hatîye Derxistin

Ez ji vê derê êdî dikarim mizgînê bidim gelê me. Dema em dikevin 12. Salvegera komployê, ev komplo vala hatiye derxistin. Ev misoger hatiye têgihîştin.

Girtin Siyasî Ne, Bizanebûn İn û Ji Bûyîna Huqûqî Dûr İn

Di wê demê de derdora Mistefa Kemal ji alî Îngilizan ve bi kadroyên Îtihad-Terakî hatiye dorpêç kirin, Îngilizan çar aliyê wî dorpêç kirine.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]