28.04.2017

Berxwedana 15 Lehengan Li Besta

Ew tev wek tkoern rya azadiy, bi hem cesareta xwe er kirin bihev re cewher ruh miltaniya PKK PAJK nandan

 

 

 

 

 

Rewen Sêrt

Di dîroka Tevgera me ya Azadiyê de qada Botanê wekî qada herî berxwedêr, wekî navenda qehremaniya rêhevalê Egîd tê naskirin. Ev berxwedan heta roja me ya îro jî berdewam e. Belê, Botan warê Egîdan, Hemze, Binef, Zîlan û Semayan e û bûye ahidê ehadeta bi hezaran canfedayên ciwan; bûye ahidê zor û zehmetiyên zivistan û havînên me. Her wiha bûye ahidê gelek bûyerên bêbext.

Di her pêvajoyeke dîroka Tevgera me de gelek lehengan mohra xwe li dîrokê dane. Sala 2011’an û 2012’an qadên Cûdî û Besta bûn cihê vejîna berxwedaneke mezin. Li qada Cûdî, li hemberî êrîên dijmin ên bi awayekî dijwar û bêbext li ser gêrîla hatin kirin, qehremaniya du rêhevalên jin ango Zîlan Bagok û Sema Rojhilat derket pê. Van du rêhevalên leheng ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtin; bixwe jî bi drûmeya “Bijî Rêber APO!” li hemberî teslîmiyetê, ji bo rûmeta jina Kurd a azad xwe ji zinaran avêtin.

Xeta Zîlan û Semayên Cûdî’yê, 15 rêhevalên li qada Besta’yê bi dilsozî opandin. Zivistana 2012’an bû ku taximek lehengên di bin fermandariya rêheval Hemze irnex de bi ruhekî fedayî heya guleya xwe ya dawiyê li hemberî lekerên artêa Tirk ên hov û xwînxwar serî netewandin û di oxira azadiya gelê me de bi serbilindî tevlî Karwana nemiran bûn.

Dema ramana APO’yî kete ruhê yekî/ê; ew kes ciwan dibe, mezin dibe, dibe xwediyê îradeyeke ji pola; kesayeteke bi hêz û bilind. Lewre zivistan dibe havîn, êdî ti ert û merc li pêiya kesê nabe asteng. Ji ber di her zorî û zehmetiyê de muheqeq rêyeke ku peyda bike û pêve biçe heye. Belê, 15 lehengên Besta’yê jî, ne sir û seqem, ne jî baran û berfa zivistanê guhdar kirin. Ya di bîra wan de tenê û tenê hezkirina hevaltî, girêdana bi Rêber APO û dilsoziya bi azadiya gelê Kurd bû. Ev menewiyat têrê dikir ku dilê wan germ, rûyê wan bi ken û ruhê wan têr be. Di pratîkê de me bihev re gelek karên têkoînê kiribûn, hestên xwe parve kiribûn, gelek rojên watedar bihev re derbas kiribûn ku ti carî nayên jibîrkirin.

Yek ji wan lehengan rêheval Hemze irnex; wekî esereke orea me, 23 salên jiyana xwe di nav têkoîna azadiyê de bihûrand. Ew wekî zarokekî Botanî yê esîl, di nava refên PKK’ê de bû fermandarekî ku bi pêengî û erkeriya xwe tirs xistibû dilê dijmin; bi hevaltiya xwe, xwe xistibû dilê rêhevalên xwe. Lewre tim ji hevalan re digot, “Hevaltî pir girîng e. Pêwîst e em heya dawî hevaltiyê biparêzin; ti carî teslîmiyetê qebûl nekin.” Jixwe wisa jî kir; wekî fermandar li gel 14 hevalan heya guleya dawî er kir û li ûna teslîmiyetê, rûmeta ehadetê hilbijart.

Li gel wî, rêheval Felat Ûrmiye ku bi dilsoziya netewî sala 2001’an dilê xwe dabû refên azadiyê û salên dirêj li ser erdên Botanê ji kaniyên wê yên zelal av vexwaribû, ji darên wê fêqî girtibû, ji xwezaya wê sûd girtibû hebû. Ya herî girîng jî, li Botanê hem têkoiya bû, hem jî xwîn rijandibû û birîndar bibû. Êdî Botan bibû warê kedê. Bi rastî ew xwedî taybetmendiyên milîtanî bû. Ti carî tirsa dijmin li gel çênedibû. Her tim ruhekî êrîê li gel hebû û xwedî cesaret bû. Wisa bû ku însanên ji gel ên ew nas dikirin, pê bandor dibûn.

Tê bîra min: Carekê gundiyekî ji hevalê Felat re got, “Ez dixwazim li ser te binivîsim.” Lê hevalê Felat got, “Na, li ser min nenivîse; ji ber ku ez dijîm.” Pitî demekê ku rêheval Felat ehîd bû, min bihîst ku wî welatparêzî li ser rêheval Felat pirtûkekê dinivîse.

Yek ji taybetmendiya rêheval Felat a herî balkê, tim li hevalê xwe difikirî. Her çi tit ba, digot “Destpêkê ji bo hevalan.” Her wiha ji ber ji malbateke welatparêz bû, malbatê bixwe ew dabûn partiye. Bi rastî layiqî Rêber APO û malbata xwe bû. Ev yek di êwazê jiyana wî de xuya bû. Tevahî hewldana rêheval Felat ji bo pratîkeke serketî bû. Lewre tim bi îdiaya serketinê ked dida û têdikoiya. Yek ji 15 lehengên nemir lêgervana azadiyê, rêheval Aysel bû ku bi co û  moral tevlî têkoîna azadiyê dibû. Taybetmendiya rêhevala Aysel a herî balkê, dilê wê bi hezkirin û girêdana hevaltiyê tejî bû. Heta berî ehîd bikeve notek ji bo me hevalên jin andibû û tê de hezkirin û bêrîkirina xwe ya bi hevaltî anîbû ziman. Di nota xwe de digot, “Me dixwest em zivistanê li gel hev bimînin, lê dijmin nehit. Lewre em ê li hêviya biharê bin ku em dîsa bên gel hev.” Beriya bibe bihar û em dîsa hev bibînin, ev rêhevala me ya hêja tevlî Sterkên Nemir bû.

Rêhevala Ronahî Torî, weke jineke azadîxwaz ji xwe bawer û radîkal bû. Li beramberî aitiyan serê xwe neditewand. Ew tim bi înada xwe dihat naskirin. Her wisa pir bi moral, bi dilxwazî bedarî her karî dibû.

Cardin ez rêhevala Zîlan Bitlîs, Havîn irnex, erda Gever vebêjim, an jî Mehsûm Mêrdîn, Serhed Rojhilat, Demhat Wan, Azad Sêrt, Reo Qamîlo, Simko Semsûr, Cîlo Wan, Gezgor Urfa vebêjim! Her yek ji wan sembola milîtaniyê bûn ku bi sekna xwe ya pêeng, bi kesayetên xwe yên azad ji bo nekevin destê dijmin heta dawî li ber xwe dan û li beramberî hovîtiya dijmin teslîm nebûn. Di vir de mirov dikare rola rêhevalê Hemze a ku digot, “Pêwîste hevaltî li ser esasê yek ruhî û yek armancê be”, bê dîtin. Ew tev wek têkoerên rêya azadiyê, bi hemû cesareta xwe er kirin û bihev re cewherê ruhê milîtaniya PKK û PAJK’ê nîandan.

Li ser esasê vê bîranîna 15 Stêrkên Nemir ên li Besta (sala 2012) ez careke din soz didim ku ji bo jîndarkirina xeyal û hêviyên tevahî pakrewanên me yên pîroz têkoînê bilind bikim û weke hevaleke wan bibim layiqî hemû ehîdên Kurdistanê.

Rastiya ehdan

ro, dil tij evn Ferzad Kemanger, avn tij xweik yn rn Elemhol hevaln w, sing tij tn agir azadiy yn ehdn Dalaho ji bo ayndeyeke azad dibin avkaniya hz lehengiy.

RWIY IYAY AGIR

Heya ku li ser gel Kurd r nkar tinekirin hebe, di dest min de eka min, ez li ser iya bijm.

Bendewar

Gotinn wek av nerm ji nava lvn me derdiket me xatir jihev dixwest bi hviya hevdtinek n. Pit end rojn piya me cejn t war me.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]