23.10.2017

RWIY IYAY AGIR

Heya ku li ser gel Kurd r nkar tinekirin hebe, di dest min de eka min, ez li ser iya bijm.

 

 

 

 

 

Ji Sînemaya Çiya


Xelîl Îbrahîm Uysal 31’ê Gulan’a sala 1973’an li Almanya’yê tê dinê. Bavê wî ji Îzmîr’ê, dayîka wî jî ji Agirî’yê ye. Xwendina xwe hem li Îzmîr’ê û hem jî li Almanya’yê dibîne. Pitî derdikeve Ewrûpa’yê, weke karkerekê dixebite û perwerdeya wênekêiyê dibîne. Li Ewrûpa’yê Tevgera Azadiyê nas dike.
Ka werin em Xelîl ji Xelîl binasin:
“Min tevgera azadiyê li Ewrûpa’yê nasî. Di sala 1994’an de di avakirina televîzyona Kurdan a yekemîn MED TV’yê de cihê xwe girt. Em di sala 1995’an de roja 1’ê Nîsan’ê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevpeyvînekê bikin çûn Rojhilata Navîn. Ez alîkarê kamerawanê Alman bûm û bi vê xebatê min gav avêt Kurdistanê. Ev xebata min a bi nirx û yekem bû ku min bi Abdullah Ocalan re kir, pitî vê bernameyê min biryara mayînê da. Pitî van salan mea min li çiyayên Kurdistanê û bi oregerên Kurd re dimee”.
Xelîl pitî tê welat dest bi kar û xebatan dike. Wêneyên gerîla dikîne. Li ser gerîla nivîsan dinivisîne. Fîlman çêdike. Ev kar û xebatên ku kirine ji bo me dibe belgeyek û gerîlla bi me dide nasîn. Armanca Xelîl Dax ji gel re, ji cihanê re gerîlla nasandin e. Armanca xwe pêk tîne; wêne, dîmen û nivîsên wî ji ciwanan re dibin wesîleya bedarbûna wan. Hinek ji fîlma ehîd Berîtan, hinek jî ji fîlma destpêk ji Tîrêj bandor dibin. Em di fîlma ‘Tîrêj’ de dengê ‘Tîrêj’ dibihîzin, ji me re li ser cîhazê dibêje serê gelê Kurd sax be... Tîrêj pîmê bombayê dikîne û tevlî rêhevalên nemir dibe. ehîd Berîtan li hemberî xiyanetê disekine, heya dawî er dike û ji bo çeka wê nekeve destê dijmin, çeka xwe dikîne û xwe ji zinaran davêje. Ji bo Heval Xelîl, fîlma ehîd Berîtan pir bi nirx bû. Di ‘Firmêskên Ava Zê’ de ervanê azadiyê diçe li gel xwedavend Star û Star ji xewa hezar salan iyar dibe. Gerîla rast naskirin, rast xwendinê, em hinek jî ji Heval Xelîl fêr dibin.
Xelîl Dax ji bo gerîla van gotinan dibêje;
“Min her tim li pey gerîla bazda, ew lehengên min bûn”.
Xelîl, gerîla pîroz didît, her keliya jiyana gerîla bê westan tomar dikir. Her çi qas tomar kir, got têrê nake û ji bo vê got: “dema min wêneyên gerîla dikandin, min dît ku yêê min nekiandî, ji yên min kiandî zêdetir in. Min ji van wêneyan re got: ‘wêneyên dilê min’”. Ew wêne di rû û jiyana gerîla de di dilê Heval Xelîl de veartî ne. Xelîl jî dixwest wan wêneyên nekiandi ne bikîne û nîanî me bide. Niha bi hezaran gerîlla wêneyên dilê Heval Xelîl dinêrin.
Heval Xelîl projeyek dîtir da pêiya xwe. Projeya bi navê “yên dimein çiyayê Agiriyê” re rêwîtiya xwe destpê kir. Xelîl bû rêwiyê çiyayê Agirî û dest bi mea xwe kir. Ji Botan’ê destpê kir û wê heya çiyayê Agirî’yê bidomiya.
Bakûrê Kurdistanê, cihê gerila gav avêtiye, her gir, çem û avên Bakûr, çiyayên Bakûr wê bikanda. Wê her tit belge bikira. Weke ew jî dibêje “ez ê biçim ji gelê Bakûr re deynê xwe bidim”.  Êdî di kadraja Heval Xelîl de Bakûr û Bakûrê Kurdistanê jî heye. Gelê Bakûr be bi be berhemên ji wê kadrajê derketine temae dikin.
Sînemaya Kurd anî çiya. Bi felsefeya xwe di dilê sînemaya Kurd de cîhê xwe çêkir. Xelîl Dax di fîlmên xwe de dixwest bigihîje awaza muzîka Kurdî û rastiya çîrokên Kurdî. Ji bo vê digot; “derketina sînemaya Kurd dûr nîn e, ew rastiya ku em ti car nikarin înkar bikin cihê ku çîrok û awaz dibe yek e û ew jî di dengbêjan de veartiye. Kûrbûna mûzîka Kurdî ji bo sînemayê dibe ku bibe mînak...”

 Sînemayên kiandin, bû malê gerîla û gelekê. Xelîl bi armancekî mezin got “ez ê gerîla bidim nasîn” û bi vê armancê ket nava liv û tevgerê. Me gerîla ji Xelîl Dax naskir.
Dîsa Xelîl dibêje;
“Ez gerîlla me....
Heya ku li ser gelê Kurd ûrê înkar û tinekirinê hebe, di destê min de çeka min, ez ê li serê çiya bijîm. Ez îro kamerawan im, sibê wênekê, roja din jî di firinê de kedkar im. Heke pêwîst be, ez li ser gir im, pêwîst be bibim nobedar, nobedar im. Pêwîst be bi evan bimeim, ez ê bimeim. Ez ji hemû erkên ku gelê Kurd bide min re amade me.
Careke din ez ê fîlman çêbikim an na, ez nizanim. Lê yên ku pêwîst e vê bikin an nekin, ez careke din derhêner im...”

Ferde, slam Gulstan

deyn ehdan bi nivsandina nivsek li hol ranabe. Ew deyn heya ku em xeyala wan a...

Kesayeteke ku bedena xwe bi agir azadiy dipe

Lgerna min a ji bo dtina Rojeke din vala b. Roj yek e. Bilindbn prozkirina jiyana li vir, her wiha dilsoziya w heye. Min terfa her gihit ya azadiya jin li vir dt.

Dilsoz evndara xak axa proz

Zlan ku tevah bhnn bihut li derdora w kom bne mna nreke lah ligel Roja Proz rken e

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]