19.09.2017

Rastiya Žehīdan

Īro, dilź tijī evīn ź Ferzad Kemanger, ēavźn tijī xwežikī yźn Žīrīn Elemholī ū hevalźn wź, singź tijī źtūn ū agirź azadiyź yźn žehīdźn Dalaho ji bo ayīndeyeke azad dibin ēavkaniya hźz ū lehengiyź.

 

 

 

 

Egîd NÛMAN


Rastiya žehîdên Kurdistanê, rastiyekî wisa ye ku her kengî mirov bixwaze nikare bi awayekî rehet û hêsan bîne ziman û binivîse. Li her parçeyekî Kurdistanê rastiya žehîdan xwe bi žêweyekî gelek bi êž û gelek bi xemgînî dide nîžandan. Li ser vî bingehî li Rojhilatê Kurdistanê jî rastiya žehîdan heye ku divê mirov di serî de bejna xwe li ber rastiya wan bitewîne û dûvre jî wan rastiyên wan ên pîroz heya nava hestiyên xwe hîsbike. Di meha Gulan’a 2010’an de, di meha žehîdan de û di dema pižkivîna kûlîlkan de pênc hevalên dilsoz û têkožer li çiyayê Dalaho žehîd bûn. Em hemû jî baž dizanin ku heya mirov layiqî xwastek, daxwazî û xeyalên žehîdan nebe, mirov nikare bi serbilindî bijî û bi serbilindî jî têbikože. Di vê çarçoveyê de dema ku em rastiya žehîdan li hemû jiyana xwe ferzbikin û wer jî bijîn, em dikarin hem ji xeyalên wan re bibin bersiv û hem jî em dikarin bibin žopdarê rêka heqîqetê.

Tevgera azadiya Kurd hema hema li her devereke Kurdistanê berdêlên giran dane û bi van berdêlan re jî mîrateyekî mezin ê têkožîn û azadiyê daye avakirin. Rastiya žehadetê, nažibe ti rastiyekî din. Ji lewra divê mirov bi awayekî gelek hesas û gelek dilsozane binirxîne, bixwîne û bijî. Tevgera Azadiya Kurd ku weke partiya žehîdan jî tê binavkirin, wer hêsan xwe negihandiye roja me ya îro ku hem di nava welatê Kurdan de û hem jî li derdora welatê Kurdan ev qas çerxekî mezin ê plangerî, xiyanet, hevkarî û lîstokan dizivire. Li welatekî wiha, ji bo gelekî wiha ku di nava herdu kevirên destara qirkirinê de tê hêrandin xebat mežandin û bi žêweyekî dilsozane jiyana xwe bextkirin, nimûne û wêneyekî wer payebilind e ku di dîroka mirovahiyê de jî kêm caran hatiye dîtin.

Hevalên ku li çiyayê Dalaho’ya ser bi Kirmanžan’ê žehîd bûn, ew heval bûn; di demekê de ku ji her aliyekê ve êrîž li ser gelê Kurd dihatin kirin, Serok APO di nava tecrîdekî giran de bû –hê jî ev rewža Rêber APO bi vî rengî ye- û ji her hêlekê ve xeta xiyanet û teslîmiyetê dihat ferzkirin de wêrektî û fedakariya destanwarî ya keç û xortên Kurdan nîžan dan û bi žêweyekî têkožerane û qehremanane berê xwe dan çiyayê Dalaho ku ji bo azadiya gelê Kurd bixebitin. Ev rastiyek e ku, heya mirov zorî û zehmetiyên gelek mezin li ber çav negire û bi awayekî wêrekane bi ser de neçe, di žert û zirûfên Kurdistan û Rojhilata Navîn de ne gengaz e ku hinek mîrate û destkeft bêne avakirin. Li ser vî bingehî jî ew pênc lehengên Kurd ên ku di çarçoveya azadiya gelê Kurd de xebat mežandin, ji bo mîsogerkirina vê azadiyê jî canên xwe jî kirin mertal û bi vî rengî beždarî karwana žehîdan bûn. Li hemberî pažverûtiya rejîma Îran’ê, li hemberî despotîzm û dîktatoriya rejîmê heya dawiyê têkožiyan û ti caran jî ji vê têkožeriya xwe, xwe nedan paž.

Di dîroka gelan û artêžan de gelek žerên mezin qewimî ne û artêž pevçû ne. Lê belê, di žeran de bikaranîna rêbazên derveyî exlaq her tim xirab hatine dîtin û weke bê exlaqiya herî mezin hatine binavkirin. Žehadeta hevalên Dalaho jî bi rêbaza jehrê bû û rejîma Îran’ê carekî din rûyê xwe yê žerê namerdane û derveyî exlaqê žer da nîžandan. Jixwe di kevnežopiya žer a Îran’ê de zêdetir rêbazên bi fêl û fen û her wiha lîstokên cur bi cur hatine bikaranîn. Dema ku em li žerê di navbera Îskenderê Makedonî û Daryûžê sêyemîn jî dinêrin, dema ku em li žerê Osmanî û Sasaniyan jî dinêrin, dema ku em li žerê Îran û Iraqê jî dinêrin, dema ku em li žerê Îran’ê yê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd jî dinêrin em heman lîstok û rêbazên derveyî exlaq û pîvanên žeran dibînin.

Di nava heman hefteyê de rejîma Îran’ê pênc dîlên azadiyê yên Kurd li zindana Evîn’ê ya Tehran’ê darvekirin û kîna xwe ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî herî ažkere da nîžan da. Ji bo çewisandin û žikandina îradeya Kurdan zindan her tim weke rêbaza sereke hatine bikaranîn û eger bi ew qas îžkenceyên giran û zirûfên zindanê yên giran neyên têkbirin, vê carê jî benê sêdareyê nîžanî wan didin û bi vê rêbazê hewldidin hem îradeya gel hemûyî bižkînin û hem jî ji bo ku ti caran serî li rêka azadî û serfiraziyê nedin çavên wan ditirsînin. Lê belê, her weke ku hat dîtin û hezaran caran jî hatiye peyitandin, zindan bûne kelheya berxwedanê û zêdetir bûne wesîle ku agirê azadiyê gûr û gež bibe. Niha di roja me ya îro de bi sedan û hezaran zarokan navê Ferzad Kemanger, Žîrîn Elemholî, Elî Heyderyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan li xwe kirine û weke ku daxwaza Mamoste Ferzad ku digot “Bila dilê min di singê zarokekê de lêbide”, îro ew bûne çiraya azadiyê û gelê Kurd bi wê çirayê pêžeroja xwe dît û bi ronahiya wê çirayê jî têkožîna xwe bilindtir kirin û nehižtin ku hêviyên wan žehîdan bê war bimînin.

Weke gelê Kurd jî tižta ku divê bê kirin û hê jî tê kirin ew e ku bi awayekî herî xurt em xwedî li bîranîna wan žehîdên dilsoz û qehreman derbikevin. Rast e, gelê Kurd gelek berdêlên giran dane û ti caran jî xwe ji dayîna van berdêlan nedaye paž. Bi taybet di pêvajoyekî wiha girîng û hesas de ku ev pêvajo dikare bibe ew pêvajo ku em bikarin hemû hêvî û arezûyên žehîdan bînin cih û dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re mîsoger bikin; divê em hemû hêz û tuwanaya xwe raber bikin da ku ji vê berpirsyariyê re girêdanbûna xwe bi layiqî bicîh bînin.

Ferīde, Īslam ū Gulīstan…

deynź žehīdan bi nivīsandina nivīsekź li holź ranabe. Ew deyn heya ku em xeyala wan a...

Kesayeteke ku bedena xwe bi agirź azadiyź dipźēe

“Lźgerīna min a ji bo dītina Rojeke din vala bū. Roj yek e. Bilindbūn ū pīrozkirina jiyana li vir, her wiha dilsoziya wź heye. Min terīfa herī gihižtī ya azadiya jinź li vir dīt.”

‘Dilsoz ū evīndara xak ū axa pīroz’

Zīlan ku tevahī bźhnźn bihužtź li derdora wź kom būne ū mīna nūreke īlahī ligel Roja Pīroz rūken e…

2017 © Partiya Karkerźn Kurdistan (PKK)
[[email protected]]