20.11.2017

Pêşketina Netewe, Diyardeya Netewe

Ji bo neteweyan modela herî kêrhatî modela neteweya demokratîk e. Pir girîng e ku mirov fêhm bike, di mijara netewe de civaka demokratîk di warê çareserkirinê de ew civak e ku dikare vê modelê pêşde bibe.

 

 

 

 

Abdullah OCALAN


Wexta ku civak weke civaka komin a destpêkê, civaka dewletê û civaka demokratîk di nava xwe de tê dabeşkirin, ev bi pirsgirêkên rêveberî û çînîbûnê re têkildar e. Dabeşbûna di çarçoveya rastiya netewe de zêdetir bi bûyerên siyasî, huqûqî, çandî û ziman diyar dibe. Ne bi tenê şêweyekî netewe, mirov dikare behsa şêweyê gelek neteweyan bike û ev manedartir e. Ne neteweyên li ser heman hîmî avakirî, lê belê mumkin e ku mirov behsa yên li ser hîmên gelekî ji hev cihê avabûne, bike.

Em wexta hewl bidin maneyê bidin kategoriya netewe, diyardeyeke giştî ya civakî heye ku divê mirov timî li ber çav bigire. Dema em wê li ber çav bigirin em ê karibin jê gelekî hîn bibin. Di serî de klan bi tevahî komên mirovan pirsgirêka wan a ‘ew bibin ew’ heye. Ango ez civakek an jî komeke çawa me? Fena ku nasnameya xwe dixe ber lêpirsînê. Çawa ku her mirovek navek û pênasekî xwe heye, ji bo civak an jî koman meseleya nav û nasnameyan jî ji pêdiviyekê wêdetir mecbûriyet e. Bi qasî ku di çavên mirov re biçin, li naverastê gelek civakên bi xisletên cihê hene, ji lewra pir xwezayî ye ku wê xwe îfade bikin û xwediyê nasnameyê bin. Naxwe wê bibin mîna endamên malekê yên nav û nasnameyên hev nizanin û bi vî awayî hewl bidin têkiliyê deynin. Jixwe mirov şêweyekî bi vî rengî nikare ji bo civaka klan jî bifikire. Bi hêsanî kesek ji yêya din re bêje ‘were’ ev yek bê navhildan nabe. Jixwe gelek xisletên xweser û cihê yên civakan hene, bê navhildana wan û bê navlêkirinê, têkilîdanîn, ketina nav zanîn û çalakiya civakê, tewş e ku mirov behsa pêşketinê bike. Di rewşeke welê de civakeke bê ziman tê hişê mirov ku ev yek li cem heywanan jî nîne. Zimanê wan jî yê sembolan heye. Pir ziman, pir çand, pir siyaset û pir huqûq mumkin in. Lê di nava tevna van têkiliyan hemûyan de jî nav û nasname şert e. Neteweyeke bi du ziman, çand, siyaset û huqûqê dibe ku hebe; lê ev jî pêdiviya bi nav û nasnameyê ji holê ranake. Ji bo bi hev re man û jiyana pir nasname û rengên cihê, hilbijartina rêbazên rast hewce dike. Jixwe wekî din jî civak pêk nayên û nayên rêvebirin. Klanek xwe bi totemekê îfade dike û ev yek jî nîşan dide û piştrast dike ku ev rastî çiqasî kevn e. Ji bo totem, mirov bi awayekî besîd dikare bibêje ku nasnameya klanê ye. Mirov hînê jî dikare vê têkiliyê li cem hin klan û qebîleyan bibîne.

Civaka Sumeran xwe bi nasnameya perestgehê îfade dikir û bi vê jî têkiliya di navbera bawerî û navlêkirinê de nîşan dida. Perestgeh formeke tevna têkiliyan e. Ji bo civak maneyê bide xwe, gihiştiye asteke analîtîk. Wexta mirov li tevahiya têkiliyên di perestgehê de binêre, ango li nasnameya wê binêre, têrê dike ku mirov bi giranî wê civakê nas bike. Di roja me ya îro de gelek nav û paşnavên sembolîk û mucered hînê berfireh in, û hebûna civakê bi giranî nîşan didin. Perestgeha bajêr, xweda û xwedawendên bajêr, gelek nîşaneyan didin me ku civak xwediyê çiqas hêzê ye û xwediyê kîjan têgînan e. Hînê jî gelek qîmetê bi mekanên pîroz didin, ev jî ji ber nirxê nasnameya wan e. Bi vî awayî dikarin xwe bibînin. Jixwe têgihiştina em jêre cewherî dibêjin jî ev e. Nasname têgihiştinê îfade dike. Têgîna herî bi serwextî û têgihiştî ya der barê hebûna xwe de ye.

Di dînên yekxwedayî de nasnameya civakê dîn û xwedê bi xwe ne. Civakeke bê dîn, dînekî bê civak kes tesewir nake. Weke encama vê têkiliyê mirov dikare dîn û xwedayê wî, weke bûyera serwextbûna civakê li hebûna xwe bi nav bike. Ji bo mirov civakên Îslamî nas bike divê mirov binêre çendîn li têgihiştina dînî serwextbûn e. Bêguman aîdiyetên wan ên din jî hene. Mînak weke nasnameya cinsî, nasnameya siyasî, nasnameya qebîleyî, nasnameya çînî, nasnameya entelektuelî û hwd. Lê li van bi tevahî mohra giştî ya dînî heye. Atîna û Roma bi serê xwe nasname ne. Ez behsa serdema antîk dikim. Welatîbûna Atîna û Romayê nasnameyeke neqane bû. Bi hêsanî nedidan her kesî. Ev jî dibe nîşan ku bajar çiqasî xwedî şexsiyet û rûmet e. Nasnameya Grek û Îtalîk hînê gelekî pirnisî û bintûte ye.

Di serdema navîn de qewmiyet pêş dikeve. Dîn di vê mijarê de bi fonksiyon û kêrhatiyeke girîng radibin. Mînak, Îslam di heman demê de bilindbûn û têgihiştina Erebtiyê ye. Mûsewîtî bi Cihûtiyê re yek tişt in. Xiristiyantî ji bo Ermenî, Suryanî û Grekên pir zû bûn Xiristiyan nasnameyeke girîng a qewmî jî îfade dike. Di zikhev de hev xwedî dikin. Fonksiyoneke girîng a dînên yekxwedayî ew e ku ji nasnameya eşîr û qebîleyê dibihure. Bi qasî nasname û têgihiştina netewe nebe jî têgihiştina qewmî bi giranî li serdema navîn li Rojhilata Naverast pêkhatineke civakî ye ku dînên yekxwedayî têde bi tesîr bûn. Wexta mirov têkiliya dînan bi qewmiyetê re deyne, mirov dikare wan weke proto-milletgirî (pêş) bi nav bike. Li cem Tirkan dîn amûrekî girîng ê nasnameyê ye. Eger Îslam nebûya, li Rojhilata Naverast wê qewmiyeta tirk û ereb bi îhtimaleke mezin hînê pirnisîbûya. Mînak mirov vê rastiyê dikare bi tirkîtiya Xezarê ya Mûsewî û Erebên Xiristiyan bibîne. Ji bo her gel û qewmî têkiliya wan a bi dîn re encamên cihê dane.

Li Ewrûpaya di serdema navîn de belavbûna Xiristiyantiyê bi giranî bi pêşketina qewmî re di zikhev de pêk hatiye. Têgihiştina qewmê hevpar mîna li cem komên qebîleyên berê li cem qebîleyên Tirk û Ereban jî çawa hat dîtin gelekî qels bû. Xiristiyantî beriya modernîteyê di têgihiştina qewmî de bi roleke tesîrê bike rabûye. Ango civaka çûyê ji wan re negotiye ‘Hûn Fransewî ne, yan jî Elman in’. Lê bi heman têgihiştina dînî nêzî tevahiya qebîleyên Elman û Fransî bûye û di çarçoveya nasnameya hevpar de ji bo pêşketina qewmî bûye gavavêtineke mezin. Gava duyemîn jî pêşketina siyasî ye ku bi awayê qraltiyan pêk hatiye. Di qebîleyan de ji bilî dînên hevpar qraltitiyeke wan a hevpar jî pêk hatiye û ev yek di pêkhatina netewe de gava dawî ya herî mezin e. Ev rewş ji bo Franseyê xweser e.

Bi pêşketin û xurtbûna bazarê re têkiliyên civakî zêde bûn û bi vê re em dikarin behsa çêbûn û derketina netewe bikin. Li Ewrûpayê derketina neteweyan destpêkê li gorî vê modelê pêk hatiye. Li gorî vê yekê netewe; têgihiştina qebîleyê + têgihiştina dînî + otorîteya siyasî ya hevpar + tevahiya têkilî yan jî diyardeyeke civakî ye ku li dora bazarê çêdibe. Mirov ji vê re bibêje civaka netewe belkî manedartir be. Netewebûyîn û dewletbûyîn heman tişt nînin. Mînak Qraltiya Franseyê hilweşe jî weke neteweya Franseyê wê bimîne û hebûna xwe dewam bike. Eger mirov netewe bi terîfeke giştî bi komên çand û ziman ve girê bide belkî mirov karibe bêtir jê hîn bibe. Lê eger mirov bibêje bi tenê bi çand û ziman netewe diyar dikin wê ev yekê bibe nêzîkbûneke gelekî kêm û teng. Gelek çavkanî hene ku netewe û netewebûyînê pêk tînin. Siyaset, huqûq, şoreş, huner, nexasim wêje, muzîk, bazara ekonomiyê hemû di netewebûyînê de rol digirin. Têkiliya neteweyan yekser bi sîstemên siyasî û ekonomîk re nînin. Dikarin tesîrê li hev bikin.

Netewe mijarek e ku têra xwe şîlo ye. Ji lewra gelekî girîng e ku mirov der heqê vê mijarê de hişyar û bi tewazun be. Civakên roja me ya îro bi piranî civakên netewebûyî ne. Herçiqas komên marjînal ên nebûne netewe hebin jî bi piranî civak netewe ne. Hema bêje ferdekî neteweya xwe nebe nemaye. Divê mirov netewebûyînê weke rewşeke xwezayî ya civakê bifikire. Tevahiya dîroka şaristaniyan netewe weke krîz bi tenê di sîstema kapîtalîst de qîmeteke xwe ya mezin çêbûye. Ya rastî, li ser navê netewe spekulasyonên xeternak, felaketên mezin amade kirine.

Pir zêde destnîşankirin û balkişandina ser hêmanên netewe pêk tînin destpêka felaketa ne. Eger em mînak bidin, em ê bibêjin; têkiliya di navbera netewe û siyasetê de hêmana sereke ye ku di pêkhatina îdeolojiya milletgiriyê de rol digire. Rawestgeha dawî ya siyaseta neteweyî wê desthilatdariya faşîzmê be. Netewetiya wêje, dîn û ekonomî sor dike wê heman encamê bide. Yekdestiya kapîtalîst li ser navê çareserkirina krîzan, rêya herî hêsan hildibijêre û bi tevahî hêmanên netewe pêk tînin ango ekonomî, dîn, huqûq, huner, spor, dîplomasî û li ser navê welatparêziyê çi hebe bi netewebûyîneke xurt digihîne yekparebûneke bi rêkûpêk û bi vî awayî faktoreke bi tenê ya civakê nahêle ku neke desthilatdar û li gorî her neteweyî dikare bihesibîne ku ew ê herî xurt e. Encamên vê gelekî bi tehlûke û xeternak bûne. Ewrûpa veguherandine gola xwînê, li tevahiya dinyayê rê li ber şeran û encamên di dîrokê de nedîtî vekiriye. Ev çalakî netewebûyîn nîne; ev dîndarkirina neteweyê ye. Ev jî dînê milletgiriyê ye. Bi awirê sosyolojîk milletgirî dîn e. Ez ê di sernavê pêwendîdar de li ser vê mijarê rawest im.

Dîn bi xwe jî ji ber ku tehlûkeya qewmiyetgiriyê dizanin, bûne xwedî helwesteke hevgirtî û enternasyonalîst ango helwesteke ummetparêz. Di vê mijarê de dema herî krêt a dîroka şaristaniyê dema kapîtalîzmê ye.

Ji bo neteweyan modela herî kêrhatî modela neteweya demokratîk e. Pir girîng e ku mirov fêhm bike, di mijara netewe de civaka demokratîk di warê çareserkirinê de ew civak e ku dikare vê modelê pêşde bibe. Netewe, herî baş dikarin di sîstema civaka demokratîk de çêbibin û pêş bikevin. Divê ne bi şer û pevçûnê, bi têgihiştina dewlemendiya çandî piştgiriya hev bikin û heta dikarin neteweyê netewan (neteweyê jor) weke qonaxeke dîrokî pêk bînin. Ji bo netewe nebin sedema şeran, di nava piştgirî û aştiyê de weke dewlemendiyeke çandî bi hev re bijîn hewcedarî bi sîstema demokratîk heye. Ji ber ku mijar gelekî girîng e, ez hêvî dikim ku her cara wextê wê hat, bi berfirehî guftûgo bikim.

Ji bo rizgarbûna ji pirsgirêkên netewe; divê mirov netewe înkar neke, faktorên wî pêk tînin zêde netewî neke, netewe bi faktorên wî pêk tînin rave neke, nexasim divê mirov wan bi rêya siyasî zêde neke destikê desthilatdariyên milletgir û li hemberî vê jî divê mirov têgihiştina li neteweya demokratîk pêşde bibe. Rêbazeke bi vî rengî wê çareserker be.

Ji Parêznameya ‘Şaristaniya Kapîtalîst’ (Pirtûka 2’emîn)

Kuştina Zarokan

Vê yekê bila her kes baş bizane ku wê xwîna wan zarokan li erdê nemîne! Destê xwe dirêjî zarokan nekin, zarokan nepelçiqînin, hûn ê bêne pelçiqandin!

Xwe Parastin

Fîzîka me, eqlê me û hestên me, di mijara parastina cewherî de ji me re nabin xalên kêm(dezavantaj), gelek caran ji me re bûye wesîle ku em baştirîn şêwe nirxên xwe biparêzin.

Netewa Demokratîk

Ev sîstem sîstema civakê bixwe ye ku civak vê sîstemê dimeşîne, xwedî lê derdikeve, rêdixe, diparêze, pêşdixe û birêve dibe.

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]