23.06.2017

Qehremana Ku Tif Kiriye Ry Celad Xwe

Ez kfxwe serbilind im ku min xwe ji bo azadiya Kurdistan feda kir.

 

 

 

 

 


 

Sema Delîl AMED


Di nav gelê kurd de, bi taybetî gelê baûrê Kurdistanê, hema bêje kes ji me tune ye ku ji zaroktiya xwe ve nav û dengê Leyla Qasim nebihîstibe. Bi canfedayî û sekna xwe ya qehremanî di dilê tevahî gelê kurd de cihê xwe girtiye. Gelê kurd bi berxwedaniya wê ew qas serbilind e ku navê wê li keçên xwe yên nû tên dinyayê dikin. Her keça ku navê wê digire bi giyana xwe Leyla Qasim nemir dike û digihîne pêerojê.

Leyla Qasim li gundekî navçeya Xaneqîn’ê weke zarokeke malbateke welatparêz tê dinê. Hê ji zaroktiya xwe ve hestên welatparêziyê di dil û mêjiyê vê keça kurd de cî digirin. Ji ber sedemên feqîriyê pitî ku koçî Xaneqîn’ê dikin Leyla li vê derê perwerdeya dibistanê berdewam dike. Li dibistanê, berevajiyê zanînên ji aliyê rejîmê ve tên hînkirin hestên wê yên welatparêziyê kûrtir dibin.

Tevî ku ji pêncan yekê nifûsa dewleta Iraq’ê kurd in jî ji ber netewparestiya ereb, polîtîkayeke tune hesibandinê li ser gelê kurd tê meandin. Di 17’ê Tîrmeh’a 1968’an de efserên BAAS’î bi derbeyekê rêveberiya welêt digirin bin destê xwe. Leyla Qasim di 1971’ê de li Zankoya Bexdayê bea sosyolojiyê dixwîne. Bexda ji ber ku navenda rejîma BAAS’ê ye pêkutiya li ser xwendekarên kurd jî gihîtiye lûtkeyê, gihîtiye asteke bilind. Di wan salan de Leyla Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê nas dike û bi rêya vê rêxistinê bi awayekî çalak tevlî têkoînê dibe. Pitî demeke kin jî dibe pêmerge û bi vî rengî rêya azadiyê berdewam dike. Bi taybetî girîngiyê dide ser rêxistinbûna bajaran û têkoîna di van deran de bên meandin. 

Di wan salan de peymana otonomiyê tê çêkirin, lê hê 4 sal di ser re derbas nabe, di 1974’an de peyman tê xerakirin. Li ser kurdan êrîên xedar destpê dikin. Bajarên kurdan tên bombebarankirin, xwendekarên kurd tên qetilkirin, tên girtin û îkence bê hed û hesab in. Leyla Qasim tu car ev zilma ku li ser gelê wê tê meandin qebûl nake. Li hemberî vê zilm û zordariyê bi hevalên xwe re biryar digirin ku êdî li çiyayan xwe birêxistin bikin û bi vî rengî derbeyê li rejîmê bixin.    

Rejîma BAAS’ê, di 28’ê Nîsan’a 1974’an de tevî Nerîman Fuad û sê hevalên wan ên xort Leyla Qasim digire. Di raya gitî de wan weke terorîst didin nîandan. Îkenceyên giran li wan dikin. Armanca wan ne tenê bêbandorkirin an jî kutina van ciwanan e. Dixwazin di exsê wan de, bi taybetî di jinan de çirûska agirê azadiyê hê tam pê neketiye vemirînin. Wan ji rêya wan bizîvirînin.

Leyla Qasim bi awirên xwe yên tûj, wêrek, ên kêliyek jî armanca xwe tawîz nedayî, li ser dijmin tirseke mezin daye çêkirin. Dijminê har, bi vê tirsê îkenceyên xedar li bedena wê dikin, dixwazin wê teslîm bigirin û di exsê wê de iyarbûna jina kurd asteng bikin. Lê tu car nikarin ne bedena wê ne jî ruhê wê yê serhildêr û berxwedêr bandor bikin û teslîm bigirin. Çiqas îkence lê dikin jî nikarin gotinekê jî ji devê wê bigirin. Bi mirina xwe nirxên gelê xwe diparêze.   

Ev gotinên wê yên di dadgehê de gotî wê di dîroka berxwedana jina kurd de cihê xwe bigirin; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanibin ku bi hezaran kurd hene ji xewa mirinê iyarbûyî. Ez kêfxwe û serbilind im ku min xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda kir.” Dîsa dema ji wê dixwazin poman bibe û efûyê ji wan bixwaze bersiva wê kevneopiya berxwedana jina kurd tîne ziman; “Ger ez ji jiyana karên vê dinyayê poman bibim, ew jî wê pomaniyek be ku min demeke dirêj ji bo gelê xwe têkoîn nedaye û zû ehîd dikevim. Ger lêborînekê bixwazim ew jî ji gelê kurd e, ji ber ku têra xwe ji bo gelê xwe nexebitîm!”

Ew dijminê nikarî vê jina qehreman ji rêya azadiyê bidin vegerandin di 12’ê Gulan’a 1974’an de bi hevalên wê re darve dikin. Sekna wê dibe wesîle ku berxwedanî di jina kurd de bibe berdewama kevneopiyekê.

Lgerna orea Serdem Jineoloj

: Jineoloj hem w ji aliy felsef zanist ve rastiya jin, jiyan, xweza, gerdn civak derxne hol di lgerna me ya heqqet de bibe diyardeyeke hm; hem j w droka berovaj bye sererast bike...

Pirsgirka Zilam

Zilam j bi qas ku difikire dikare v yek ji xwe re weke pirsgirkek nebne wer bij, di nava xefletek mezin de ye.

Flozofa Serbilind Hypata

anda dayika xwedawend ew end xurt e ku kokn w heya bi krahiya genn hi mirov xwe berda ne. Her wiha bdengkirin qutkirina w j gengaz xuya nake.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]