27.05.2017

Jiyana Komnal Ekoloj

Em ji xwedkirina ajal nebatan bigirin, heya klandina ax, heya bi ser v re hilberna aboriy ya bi ax re dsa j rola jin her tim diyarker e.

 

 

 

 

 

Dîcle TEKMAN


Civaka ekolojîk, bijarde û lingê bingehîn ê avakirina Netewa Demokratîk û jiyana Ekolojîk e. Di vê serdemê de ku zanist û teknîk di astekî gelek jor de têne bikaranîn û her wiha derfetê jiyankirina hemû rihberan di gerdûnê de kêm maye, ya ku ji van hemû pirsgirêkan re bi awayekî rasteqîne bibe bersiv bêguman jiyana ekolojîk û rêxistiniya civaka ekolojîk e. Rêxistiniya civaka ekolojîk an jî xwasteke xwe gihandina wê zanebûnê, tenê li hemberî qirêjiya hewa, av an jî hawirdorê nîn e, di esasê xwe de em ji pirsgirêkên gitî yên ekolojîk bigirin heya pirsgirêkên civakî, heya bidawîkirina er û tevkujiyan, ango li hemberî kapîtalîzma wehiyane ye ku hewldide xwe mezintir bike. mêtingeran ji mêj ve herî zêde ax û dewlemendiyên wê xistine bin venêrîna xwe û xwe mezin û berfireh kirin. Gund vala kirin û ew ax desteser kirin. Daristan ewitandin û li pêiya avan bendav û bend avakirin û bi vî awayî ango bi qirkirina xwezayê re temenê xwe dirêj kirin.

Mijara ku ez dixwazin bal bikînim ser, mijara axê û komûna wê ye. Lê belê beriya vê yekê divê mirov axê pênase bike û behsa girîngiya wê ya ku rihber û nebatan re bike. Ew axa ku di bea ekolojî û heta civaknasiyê de xwedî cihekî girîng e, ji hemû rihber û zindiyan re derfetê jiyankirinê pêkê dike, ji bo wê er û tevkujiyên gelek mezin rû didin û her wiha berxwedaniyên rûmet, namûs û pîroziyê jî têne kirin. Ax, tê wateya civakê, tê wateya aneya bingehîn, hêviya jiyanê û reha esasî. Tenê zindiyekî bê ax jî tine ye. Dema ku ax nebe, daristan jî nabin, dema ku daristan nebin ajal û mirov jî nabin, her wiha titekî bi navê jiyan û jiyankirinê jî nabe. Hemû jî weke heleqên zincîrê bihev ve girêdayî ne. Ax hêlîna te ye, ew welat e ku tu tê de vedihewî, radigirî û diparêzî. Bê ax bûyîn, tê wateya ku mirov bê nasname, bê kesayet, bê reh û bê bingeh be.

Di dinyaya aristaniyê de bi taybet jî di dinyaya Modernîteya Kapîtalîst de mirov her tim bi awayekî berjewendîparêz nêzîkî xweza, gerdûn û axê dibe. Her tim bi awayekî xirab nêzîk bû ne. Dîdgaha navend-mirov û sîstema nêrane xwe rêxistin kiriye bi hezaran sal nêzîkatiyên xwe yên fetihkar û dagirker destpêkê li ser qada ekolojiyê pêk aniye û hê jî wer dimeîne.

Di bingehê hemû fetih, er, tevkujî, koçberî û bê mirov hitinê de daxwaza deramet û qezenca desthilatiya aboriyê heye. Weke mînak, eger em herêma xwe binirxînin, erdnigariya Rojhilata Navîn hema bûye navenda dagirkerî û eran. Êdî ne ew axa ku ji mirovahiyê re dergûtî dikir, bûye ew axa ku mirovahî jê direve û ew axa ku ji mirovahiyê re dibe goristan. Her wiha ji dîroka destpêkirina aristaniya navendî heya îro axên Kurdistanê her tim rastî dagirkerî û talanê hatine. Fetihkirina welatekê yan jî axekê, tê wateya ku bibin xwediyê hemû çavkaniyên madî û manewî. Ev axên ku xwedî gelek çavkaniyên dewlemend in, mixabin ev gelek serdem in ku di bihêzbûn û mezinbûna yekdestdariyê de bûne çavkaniyên gelek hêja.

Di bingehê van tevkujî û erên ku têne kirin de jî endûstriyalîzm û hêzên sermayedar ên yekdestdar hene. Di vê çarçoveyê de li ser axê hisab û kitabên xwe dikin. Di vê wateyê de pirsgirêkên endûstriyalîzmê jî, yên deramet û sermayeyê jî parçeyekî pirsgirêka ekolojîk in. Ji bo ku ev hemû pirsgirêk bi carekê bêne çareserkirin jî divê di çarçoveya avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk de civaka ekolojîk bê avakirin. Avakirina civaka ekolojîk jî divê ji bingeh ve bê damezrandin û bi avakirina komûnên axê re peywendîdar e. Komûn, rêxistiniya jiyana civakê ya azad û demokratîk e. Rêber APO ku “Komûnên ax, av û enerjiyê” pêniyar kirin, komûna tendûristiyê, ya perwerdehiyê, ya ewlekariyê, ya aboriyê û hwd. li qadeke jiyanê damezrandin wê di çareserkirina van hemû pirsgirêkan de bibe hêmanekî sereke. Helbet, divê komûn destpêkê di zîhniyetê de bê avakirin. Feraseta ez ez a sîstema kapîtalîst li ser zîhnê civak û ferdan serwer e. Bêyî ku ev zîhniyet bê ikinandin mirov rabe jiyana komûnal saz bike, wê hem a be û wê hem jî nuqsan be. Civakekî bê komûn jî nikare behsa civakbûnekî azad û demokratîk bike. Dema ku rew bi vî rengî be jî divê mirov komûnan ava bike û jiyana ekolojîk pêbixe.

Weke ku tê zanîn, dema ku mirov li dîroka civakan dikole, mirov dibîne ku civaka mirovan a destpêkê bi ser ax û çandiniyê de jiyana xwe meandine. Civakeke ku bi axê re peywendîdar e û bi çandiniyê jiyana xwe didomîne(Civaka Xwezayî-Civaka Neolîtîk) hebûna xwe bi êweyekî komûnal û hevpar meandiye. Ax, hêmana sereke ya civakbûn û jiyana civakî ye. Ew axa ku hêmana sereke ya hilberînê ye, li ser wê bicihbûna mirovan re hem ji aliyê madî û hem jî aliyê manewî ve bûye wesîle ku çandekî manewî avabibe û di bingeh de jî jiyana komûnal pêxistiye. Têkiliya jinê ya bi axê re kûrtir û watedartir e. Bi mijûlbûna bi axê re civakbûn pêxistiye. Têkiliya jinê ya bi axê re weke têkiliya di navbera dayîk û zarok de bûye. Çawa ku li zarokên xwe mêze kiriye, wer jî ax parastiye û lê mêze kiriye. Ew jina ku bi ax û çandiniyê re mijûl bûye, bi axê re hevcewher tê dîtin. Jina pîroz(Xwedawend-Dayîk), bi axa pîroz re wekhev hatiye dîtin. Peyvên weke Xweza-Ana(Dayîk) û Ax-Dayîk bi vê re girêdayî ne. Em ji xwedîkirina ajal û nebatan bigirin, heya kêlandina axê, heya bi ser vê re hilberîna aboriyê ya bi axê re dîsa jî rola jinê her tim diyarker e. Ji ber vê jî di mijara avakirina jiyana ekolojîk de jî ji ber herî zêde jin nêzîkî ax û xwezayê ye, herî zêde jin dikare xwedî li axê derbikeve û di wan komûnên axê yên ku wê bêne avakirin de jî rola sereke bilîze û li her cihekê komûnên axê damezrîne. Li cihê ku em xwediyê vê mîrateya çandî ya wiha dewlemend in, çima em vê çandê radestî hinekên din bikin. Em bixwe mîrateya xwe ya çandî biparêzin û xwedî lê derbikevin.

Kutina Zarokan

V yek bila her kes ba bizane ku w xwna wan zarokan li erd nemne! Dest xwe dirj zarokan nekin, zarokan nepeliqnin, hn bne peliqandin!

Xwe Parastin

Fzka me, eql me hestn me, di mijara parastina cewher de ji me re nabin xaln km(dezavantaj), gelek caran ji me re bye wesle ku em batirn we nirxn xwe biparzin.

Netewa Demokratk

Ev sstem sstema civak bixwe ye ku civak v sstem dimene, xwed l derdikeve, rdixe, diparze, pdixe birve dibe.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]