19.10.2017

PKK JIYANA NETEWEYA DEMOKRATK

Keng mirov bi awayek dogmatk bi dogmayan, bi gavavtinn bi pvan ve b girdan, hing rsk heye mirov dikare fikaran bike.

 

 

 


 

Abdullah OCALAN


Ez van rêzan di salvegera 32’an a navlixwedanîna PKK’ê de dinivîsim. Ji bo mirov nasnameya partiyeke modern, rol û serketina wê binirxîne, bawer dikim ku evqasî sal têrê dikin. Eger mirov li van salan dema komê jî zêde bike – divê mirov zêde bike –ji çil salî zêdetir jiyaneke dijwar e. Çi qonaxa komê, çi jî salên navlêdanînê û heta bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an demek e ku bi êwazê partîzaniyê pêk hatiye. Ji aliyê îdeolojiya gerdûnî ve, em ji cîhana sosyalîzma pêkhatî û fikra pêve girêdayî ya me yeqîn dikir sozyalîzma zanistî ye, bi tesîr bûbûn. Ji bo mirov li nasnameya PKK’ê serwext bibe, nirxên bi wan ve girêdayî ma yan jî bawer dikir ku bi wan ve girêdayî ye, û paradîgma sosyalîzma zanistî ya cîhanê nuqteyeke girîng a nîrengî ye. Eger em hewl bidin bi ibandinekê îrove bikin, em ê bibêjin, me dixwest em axekî nû yê civakeke ji xwe re qebîleya sosyalîst digot ava bikin. Eger em qebûl bikin ku bi vî êwazî gelek ax hatine avakirin, me jî weke komeke piçûk mafê xwe didît em axekî bi vî awayî ava bikin. Bi awayekî berbiçav, bîr û baweriya me ya der barê rastiya welat (Me Kurdistan weke welatekî dihesiband) û gelekî (Me hebûna Kurdan weke gelekî ji sedî sed qebûl dikir) de sedema me ya bingehîn bû ji bo ku em vî mafê xwe bi kar bînin. Li gorî fikra me ya cîhanî, bi awayekî xwezayî me yê xwe weke hêza pêeng a beên gel ên kedkar û bindest bi nav bikirana. Lewma me gotina ‘Karker’ bi kar anî. Ji aliyê konjonkturel ve hem bi maneya bindest hem jî bi menaya xebatkar dihat, û ev navlêkirin li gorî rastiya me bû.

Eger mirov bala xwe bidiyê, mirov ê bibîne, di PKK’ya salên derketina holê û partîzaniyê de cîhaneke bîr û baweriyê ya bêpirs hatiye qebûlkirin heye. Dema ez dibêjim endamê nû yê qebîleya sosyalîst mebesta min ev rastî ye. Çawa ku zarokeke dema ji diya xwe dibe, divê bêpirs qebîleya xwe qebûl bike, me jî qebîleya cîhana sosyalîzma zanistî û sosyalîzma pêkhatî bêpirs qebûl kiribû. Cudahiyeke me ji qebîleyên klasîk hebû, ew jî ew bû, qebîleya me ya nû ya dinyayê xwe disipart bingehekî zanistî yê guman jê nedihat kirin. Herçiqasî me yeqîn bikira ku bingehê me zanistiye jî (Me di cildên berê de rexneyên di mijara sosyalîzma zanistî de kiribûn û me hewl dabû ku em aliyên dogmatîk nîan bidin) êwazê me yê girêdanê li ser bingehê pirr kêm bi bîrewerî û bêhtir bi baweriyê bû. Ango aliyên dogmatîk bêhtir giraniya xwe hebûn. Ez vê ji bo bi temamî dogmatîzmê re bikim nabêjim. Di xwezaya mirov de fikrek tineye ku têde dogmatîzm nebe. Di îde’yê de, di fikrê bi xwe de nirxeke dogma û baweriyê heye. Mirov ji vê re dikare nirxa pîvanê jî bibêje. Mirov ji dogmaya baweriyekê, pîvanekê û bîrbirinekê bawer neke, pirr zor e ku jiyana xwe dewam bike. Belkî ji bo ku karibe bêyî hewceyî ti pîvan û dogmayekê bibe û bijî divê îlahî bibe. Gelek mirovên îddîa kirine ku bi vî rengî ne derketine holê, lê kesên bi vî rengî yan hîç tinene yan jî kêm kesayetî hene ku heta dawiya temenê xwe di kêliyên pirr bi sînor de bi ber pêleke bi vî rengî ketibin.

Di vê mijarê de têgihitina a ew e, mirov dogmayan weke heqîqetên hik û naguherin qebûl bike. Lewma dogmayên dînî bi pirranî bi vî awayî hatine fêhmkirin û dîroka mirovatiyê bi trajediyan fetisandine. Felsefe û fikra zanistî, li dijî êwazê dogmatîzekirina dogmayan êweyekî pozitîf ê fikrê ne ku duristtir in. Serdestiya felsefe û zanistê li hemberî dogmayê ew e, dihêle ku rastiya jiyana gerdûnî di nava tevahî cihêrengî û zindîtiya wê de bê fêhmkirin. Ji lewra her civaka di felsefe û zanistê de bi pê ketiye, li hemberî civaka ji baweriya dogmatîzmê nebihuriye û di bin destê wê de maye, timî serdest bûye. Di têkoîna civakan de ya diyarker nirxên felsefî û zanistî ne ku timî di fikra wan a cîhanî de hene; ya rastî, ew asta wan e ku rastiya jiyana gerdûnî di nava tevahiya cihêrengî û zindîtiya wê de fêhm dikin. Di rewên bi vî rengî de, ango biserketina li hemberî tevahiya komên din ên li derve û hundirê civakê û heta li dijî hawîrdora xwezayî, girêdayî bi asta di êwazê nêrîna gerdûnî de serwextbûna li cihêrengî û zindîtiyan e.

Kengî mirov bi awayekî dogmatîk bi dogmayan, bi gavavêtinên bi pîvan ve bê girêdan, hingê rîsk heye û mirov dikare fikaran bike. Di dema derketina holê û salên partîzaniyê yên PKK’ê de dogmayên sosyalîzma zanistî yên PKK bi wan ve girêdayî bû, ya rastî, bi roleke erênî rabûn. Sosyalîzma zanistî herçiqasî bi temamî ji metafizîkê nehatibû utin jî der barê rastiya civakî de îdeolojiya herî zêde nêzî zanist û felsefeya dîrokê bû. Di serwextbûna felsefî û zanistî ya civakê de li gorî dema xwe paradîgmaya herî pêketî pêkê dikir. Di sosyalîzma pêkhatî de xetimîna çêbû bi awayekî encama aliyên dogmatîk ên sosyalîzma zanistî bûn. Ji destpêkê ve rexne li wê hatin girtin û di van rexneyan de para rastî û mafdariyê hebû. Ji ber ku di dema xwe de nehatin sererastkirin, dogmayên binyewî encamên xwe bi hilweandina sosyalîzma pêkhatî nîan dan. Di PKK’ê de jî herçiqasî di asta dewleta netewe de nebe jî weke proto dewleta netewe encamek di nava wê de derket holê. Di salên erê gel ê oregerî de hêmanên di nava PKK’ê de yên nikarîbûn ji dogmayan gavê biavêjin zanist û felsefeyê, dogmatîk bûn. Di vê de herî zêde hêmanên desthilatgir û peyrewên dewleta netewe derketin pê. Her ku derketin pê dogmatîzmê jî rehên xwe berdan. Nêzîkatiyên desthilatgir nêzîkatiyên demokratîk tepisandin. Erka partiyê rê li ber erka fermandariyê, erka fermandariyê jî rê li ber desthilatdariya exsî vekir. Bi awayekî dewletokên netewe yên mîkro pêk hatin. Di têgihitina partiya Lenînîst de îroveya têgihitina otorîteyê ne demokratîk e, lê desthilatgir û alîgirê dewleta netewe ye, ev çawa di cîhana sosyalîzma pêkhatî de bi tesîr bû, bi heman awayî di nava PKK’ê de jî bi bandor bû. Kengî ev têgihitin bi temamî serwer bû, bivênevê rizîna ji ber desthilatdariyê pêk hat. Tevî ku PKK negihit dewleta netewe ya Kurdistana Yekbûyî Ya Demokratîk a kiribû armanca xwe, dîsa jî ew di gelek astên mîkro de pêk anî û dît. Dema 1984-1998’an ew dem e ku têde bi giranî dewletokên netewe yên Kurd çêbûn. Jihevdeketina dewletên sosyalîzma pêkhatî bi derengî û bi awayekî dijwar di sala 1998’an de dest pê kir bi serê PKK’ê de hat. Herçiqasî di vê de bêtesîrkirina Serokatiyê ji aliyê dewletên netewe yên faîst lîberal global bi bandor bûbe jî, bi awayekî bingehîn ev berê, nexasim ji salên 1995’an ve, pêvajoyek bû ku di hundir de dest pê kiribû. Li gelemperiya dinyayê pêvajoyên bi heman awayî li cem partiyên din ên bi heman rengî jî pêk hatin. Pitî jihevdeketinê du ekolên sereke hewl dan hebin. Ya yekê, partiyên kominîst bûn ku di têgihitina sosyalîzma pêkhatî ya berê ya ortodoks de israr dikirin; ya diduyê, partiyên veguherîn lîberal demokratan bûn ku bûn axên partiyên lîberal ên li welatên berê kapîtalîst bi rola partiyên kok radibûn.

Di nava PKK’ê de pitî jihevdeketinê meylên bi heman rengî derketin holê, lê belê nikarîbûn bibin baskên serdest. Nexasim têkoîna di navbera baskan a salên 2002-2004’an de gelekî zirar da, lê bi ser neket. Çeteyên sextekar ên bi maskeya lîberalîzmê reviyan û ketin xiyanetê, hêman an jî baskê ji rêûresmê yê nikarîbû ji muhafezekarî û dogmatîzmê bibihure jî tercîh kir ku li ser riya ekola sereke bimîne. Ekola sereke serhatî û çîroka wê jî gelekî balkê e. Dema ku herdu bask û aliyan li dijî hev têkoîneke dijwar dimeand, bawer dikirin ku partî bi tevahî ji wan pêk tê. Herdu alî an jî baskan nedixwest ji diyalektîka pêketinê ya PKK’ê hayedar bibin. Ya rastî, haya wan ji diyalektîka pêketinê ya PKK’ê tinebû. Lê nizanîbûn ku cudahiya PKK’ê ji yên weke xwe ew bû, têkiliya xwe ti carî bi pêketina diyalektîkî re qut nekir. Çi di dema derketina holê û partîzaniyê de çi jî di salên erê gel ê oregerî de, tevî hewldanên jirêderxistinê hemûyan, partî li gorî pêketina diyalektîkê tevgeriya û xwe bi vî awayî parast. Herçiqasî di PKK’ê de fikreke bi serhevhatî ya diyalektîkê çênebûbe jî di jiyanê de pîvanên diyalektîka oregerî bi awayekî pratîkî li ser kar bûn. Xwebûn weke diyalektîkekê hebû. Bask an jî hêmanên fikirsabit ên cûrbicûr bi ti awayî li vê rastiyê serwext nedibûn. Her jirêderketin an jî xiyanetê bawer dikir ku derba kujer li partiyê daye, lê paê didîtin ku partî bêhtir bi lez pê dikeve û lewma nikarîbûn vê diyalektîkê fêhm bikin. Ji lewra bi her jirêderketin û revê re ya diqediya ne partî bû, ew bi xwe bûn. Li beramberî vê partî bêhtir zelal dibû û hinekî din bi awayekî diyalektîka xwe bidestxistî pêketina xwe dewam dikir. Di hemû pêvajoyên krîtîk de bûyer û pêketinên bi vî rengî hatin dîtin.

Di pêvajoya 2002-2004’an ya jihevdeketinê de bawer dikirin ku heta wê rojê ya nikarîbûn pêk bînin wê têde bi ser bikevin û mîna ku partî bi awayekî bi tenê ji wan pêk tê, wê bimîne. Bi destwerdaneke pirr kêm di demeke kin de hat fêhmkirin ku ev wisa nîne. Parêzeran ji bûyerên diqewimîn ez rast û durist agahdar nedikirim. Li pêiya wan ti asteng tinebû. Ez yeqîn dikim ku ew jî li gorî baskan dibûn xwedî pozîsyon û ez jî weke neçarekî zor rabe ser xwe dihesibandin. Ya rastî, mirov ji rewa min a wê demê zêde hêvî nedikir. Lê ez ne bi tenê ji ketûbereke wê demê pêk dihatim. Min di exsê xwe de bi tenê dîrokek zindî nekiribû, pitî hebûna min a fizîkî jî heta civak bi awayekî kolektîf li ser piyan bimana, nemaze heta Kurd bi awayekî azad bijiyana, ez ê jî bi awayekî azad bijiyama û ez ji zû ve bûbûm rastiyeke bi vî rengî. Min xwe weke rastiyeke bi vî êwazî û hêza maneyê hûnandibû. Haya wan ji vê rastî û maneyê tinebû yan jî hêza wan têra serwextbûna li vê yekê nedikir. Di encamê de bi hewldana komek heval û hevrê navê PKK’ê ji nû ve hat bikaranîn û li ser vî bingehî dan xuyakirin ku wê li ekola sereke xwedî derkevin. Bi vê re jî pêvajoyeke PKK’ê ya ji berê gelekî pêketîtir dest pê kir. Dîwarên sextekarên rastgir ên lîberal pita xwe dayî wan ji mêj ve hilweiyabûn û ew jî di bin de mabûn. Çepgirên hik ên ji rêûresmê vê carê bi xwerexnekirineke bêhtir ciddî hewl dan xwe bi pêvajoya ekola sereke re bikin yek. Bêguman li vir a mirov pê diêe ew e, di vê pêvajoyê de ji hezarî zêdetir hêmanên karîbûn bi ekola sereke re bimeiyana, gelek nirxên maddî û gelek nirxên girîng ên manewî badilhewa çûn, hatin hebakirin. Lê bi vî awayî PKK pitî jihevdeketina mezin ket sêyemîn qonaxa xwe ya mezin an jî ket pêvajoya pêngava xwenûkirinê û di vê pêvajoyê de dibe partiya dema civakbûneke cuda û partiya dema neteweya demokratîk.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)

Kutina Zarokan

V yek bila her kes ba bizane ku w xwna wan zarokan li erd nemne! Dest xwe dirj zarokan nekin, zarokan nepeliqnin, hn bne peliqandin!

Xwe Parastin

Fzka me, eql me hestn me, di mijara parastina cewher de ji me re nabin xaln km(dezavantaj), gelek caran ji me re bye wesle ku em batirn we nirxn xwe biparzin.

Netewa Demokratk

Ev sstem sstema civak bixwe ye ku civak v sstem dimene, xwed l derdikeve, rdixe, diparze, pdixe birve dibe.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]