23.06.2017

PKK deolojiya Dewletdariya Netewe

Li gor teoriya biserhevkir ya rizgariya netewey di pratk de girday tgna Kurdistana Mtingeh titn bihatana kirin diyar bn.

 

 


 

 

Abdullah OCALAN


Di pêkhatina PKK’ê de pirsgirêka bingehîn ew e, di mijara dewletdariya netewe de îlo maye. Nexasim tezên J. Stalîn di mijara pirsa neteweyî de bi tesîr bûne. J. Stalîn pirsgirêka neteweyî weke pirsgirêka dewlet avakirinê dibîne. Ev nêzîkatiya wî bandor li tevahiya sîstema sosyalîst û tevgerên rizgariya neteweyî kiriye. Lenîn jî vî mafî qebûl dike û avakirina dewletê weke mafê neteweyan ê çarenûsa xwe diyar bikin dibîne û ev sedema bingehîn e ku dike, bi tevahî partiyên kominîst û sosyalîst ji aliyê îdeolojîk ve îlo bibin. PKK di dema derketina xwe ya holê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd îdeayeke xwe ya bingehîn hebû û modela wê ya çareseriyê modela dewlet avakirinê bû ku Stalîn ew pêkê kiribû û Lenîn jî erê kiribû. Di wê demê de ango di salên 1950’î û 1970’î de tevgerên rizgariya neteweyî gihitibûn asta herî bilind û pirraniya wan jî bi cihêbûna dewleteke din bi encam dibûn û vê jî dikir ku modela behsa wê tê kirin bibe yekane, bibe modela ji wê çêtir tinebe. Avakirina dewleteke cihê bûbû pîvaneke pîroz a amentûya sosyalîst. Ji bo mirov bibûya sosyalîst, diviyabû mirov bibe alîgirê dewlet avakirina gel û neteweyên têne mêtin û bindest. Sosyalîstbûn bi vê alîgiriyê re wekhev dihat qebûlkirin. Mirov berevajiyê vê bifikiriya, ji sosyalîstbûnê derdiket. Ya rastî, prensîba her netewe mafê xwe heye çarenûsa xwe diyar bike pêî ji aliyê Serokê DYE’yê Wilson ve di dema erê Cîhanê yê Yekemîn de hatibû gotin û ji nêz ve têkiliya xwe bi gavavêtinên hegemonîk ên DYE’yê re hebû. Lenîn ji bo ji Wilson kêm nemîne û ji bo desteka neteweyên bindest û gelên dihatin mêtin bikiîne cem Yekîtiya Sovyetê, heman prensîb bêhtir radîkal kir û bir heta bi avakirina dewleta serbixwe. Di vî warî de herdu sîstem ketin nava pêbaziyekê. Mînaka herî berbiçav a vê yekê ew e, herdu hêzan jî hewl dida destekê bidin berxwedana neteweyî ya nû li Anatolyayê dest pê kiribû. Paê ev nêzîkatî di navbera herdu sîsteman de bi awayekî gurrtir dewam kir.

Damezrînerên sosyalîzma zanistî K. Marks û F. Engels jî di vê mijarê de xwediyê helwestek zelal nebûn. Di felsefeya Hegel de bingehîn modela dewletê bi dewleta netewe hatibû teorîzekirin û li ber vê jî ranebûbûn û rexne nekiribûn. Wan jî modela dewleta netewe weke êweyekî nû yê dewletê erê kiriye. Ev êweyê modernîteyê û serdemê qebûl kirine. Bawer kirin ku ev bi awayekî xwezayî û çawa divê bibe bi wî awayî pêk hatiye. Mînak di dema wan de yek ji pirsgirêkên bingehîn ên neteweyî yên Elmanyayê pirsgirêka yekîtiyê ye, û weke çare ew jî helwesta xwe li cem dewleteke netewe ya navendî nîan didin û bawer dikin ku bi vî awayî Elmanya wê ji komên ji hev belav ên federe rizgar bibe. Li vî êweyê çareseriyê xwedî derdiketin nexasim jî li dijî anarîstan ev çareserî diparastin. Dîrokê îspat kir ku di vî warî de anarîst mafdar in. Nemaze fikrên Bakunîn û Kropotkîn hem mafdariya xwe û hem jî îro hukmê xwe yê rastiyê dewam dikin. Ya dawî li sosyalîzma zanistî û pratîka wê sosyalîzma pêkhatî anî, ya rastî, sedema bingehîn a rê li ber jihevdeketina wê vekir modela bi hêz a dewleta netewe bû ku xwe sipartibû burokrasiyeke zêde navendîkirî. Bi gitî dîktatoriya proleteryayê weke dewlet, bi taybetî jî êweyê wê yê herî navendî û ketiye heta mûrehên civakê dewleta netewe, sedemên bingehîn ên hilweîna ji hundir ve û jihevdeketina wê ne. Sedemên din di dereceya duyemîn de xwedî rol in. Di dîroka sosyalîzma pêkhatî de ku ji sedûpêncî salî zêdetir e, bi saya fedekariyên mezin nirxên hêja derketin holê, lê ji ber ku sosyalîzma zanistî di mijara dewlet û demorasiyê de ji teoriya xwe bi xwe mehrûm bû, nirxên xwe ji rizînê re hitin û dev ji xwe berda ku xwe bi xwe ji hev de bikeve.

Ji ber ku Marks û Engels dewleta netewe ya Elman a di serê salên 1870’yan de hat avakirin pirr rûmetbilind kirin û weke mînak pêkê kirin, bi destên xwe û bi mejiyên xwe li sosyalîzma zanistî ya kiribûn yek ji utopya herî bi îddîa ya mirovatiyê aiya herî bingehîn kirin. Eger rexneyên dîrokî yên anarîstan li ber çavan girtibûna nexasim jî rexneyên Bakunîn û Kropotkîn, wê ji sedî sed çarenûsa sosyalîzma zanistî cuda û serketî bibûya; nirxên sosyalîzmê azadîxwazî, demokrasî û wekhevîxwazî wê li dijî modernîteya kapîtalîst bibûna sîstemeke alternatîf a serketî û mayînde. Li dijî tevahî hêmanên modernîteya kapîtalîst ango li dijî meyla kara herî zêde ya sermayeyê, dewleta netewe û îndustriyalîzmê wê hêmanên avaker ên modernîteya demokratîk ango ekonomiya bazara civakî, îndustriya ekolojîk û neteweya demokratîk wê gelekî bi pê biketana. Em dizanin ku K. Marks û F. Engels di demên dawî yên temenê xwe de mîna ku li vê kêmasiya bingehîn hayil bibin, nexasim diyar dikin ku ji civaka komin a destpêkê gelek titan hîn bûne, haya wan jê çêbûye ku qonaxa kapîtalîzmê mecbûriyet nîne û êweyên civaka berê yên xwe bisipêrin sosyalîzmê hêjayî ceribandinê dîtine. Marks, xwestibû Kapîtalê bi tehlîla li ser dewletê temam bike. Tê zanîn, temenê wî têra vê nekir. Engels di berhema xwe ya navdar Koka Malbat, Dewlet û Milkiyeta Taybet de sosyalîzma zanistî hûrûkûr kiriye û aliyekî dîrokî dayê. Li ser navê teoriya sosyalîzma zanistî bêensiyeke mezin e ku revîzyon ne ku wan, lê Bernstein kiriye. Paê ya hûrûkûr hatiye kirin ne rastî ne, aî ne. Nexasim nêzîkatiyên lîberal bûrjûwa yên Bernstein der barê demokrasiyê de, û yên Lenîn û Stalîn jî der barê dewlet û pirsgirêka neteweyî de, di dîroka sosyalîzma zanistî de bûne aî û jirêderketina herî mezin. Ne bi tenê jirêderketin û aî hatine kirin, li ûna rastiyên bingehîn weke sosyalîzma pêkhatî hatine avakirin.

V. I. Lenîn li Bernstein rexneyan digire û di nava rexneyên wî de rastî hene. Lenîn rexne li Bernstein digirt ku demokrasiya sosyal (di wê demê de ev nav didan partiyên sosyalîst) dike dûvikê lîberalîzma bûrjûwayê û dike axekî wan ê çepgir. Ev rexneyên wî di cih de bûn. Jixwe bûyerên pitre qewimîn ev fikir pitrast kirin. Revîzyonîzma Bernsteinparêz jirêderketineke rastgir bû û derba herî xedar û pêî bû ku li sosyalîzma zanistî ket. Lê ji ber ku kêmasî û aiyeke gelekî girîng a sosyalîzma zanistî hebû vê derbê bandora xwe kir. Ew kêmasî û aî jî tinebûna demokrasiyê bû û li ûna wê avakarina dewleta netewe bû. Vê kêmasî û aiyê Bernstein bi tesîr dikir. Bernstein, dixwest demokrasiya civakî ji dîktatorî û saziyên dewletê dûr bike, dewleta netewe ya Elman li ser rêya dewleta civakî nerm bike û bi vî awayî di mijara dîktatoriyê de ji aiyê bibihure û tinebûna demokrasiyê ji holê rake. Herdu nêzîkatiyên wî jî oportunîstwarî bûn. Lê rexneyên rast ên Lenîn jî ji alternatîfên rast mehrûm bûn. Tita ku Lenîn li ûna sosyal demokrasiya Bernsteinparêz a demokrasiya bûrjûwa û axê wê yê çepgir pêniyar dikir, dîktatoriya proleterya û dewleta sosyalîst e. Di vê mijarê de Lenîn gelekî asêmayî ye, û tevahiya jiyana xwe nikare ji vê bibihure. Mijarên dîktatoriya proleterya û dewleta sosyalîst Lenîn gelekî mijûl kirine. Di van mijaran de pirr hewl daye, lê bi ti awayî nikarîbûye çareyekê bibîne. K. Marks bi rasthatina Komina Parîsê (1871) çend caran têgîna dîktatoriya proleteryayê tîne ziman, lê ev jî mijarek e ku ji aliyê teorîk ve nehatiye lêkolîn. Ji bûrjûwaziyê îlhama xwe girtine û gotine “Ma dîktatoriya wan heye çima dîktatoriya me ya proleteryayê tinebe?” bi vî awayî analojiyeke çor tê kirin.

Lenîn, pitî ezmûna Sovyetê di serê salên 1920’î de serê xwe li ser teoriya dewleta sosyalîst êandiye. Tê zanîn, temenê wî têra vê nekiriye. Dîsa tê zanîn ku di vê demê de Kropotkîn bi xwe ji Lenîn re pêniyar kiriye ku divê Sovyet weke modela demokratîk bi sazî bibe û bê mayîndekirin. Lenîn pirr zêde guh nedaye vê pêniyarê, nexasim ji ber kesayeta anarîst a Kropotkîn bi guman nêzîk bûye û xwe nedîtiye. Ji vir û pêve jî tê zanîn. Stalîn bi ew sosret û hetîketiya bi navê dîktatoriya proleteryayê tevahiya meylên oreger, demokratîk û sosyalîst daqurtandiye û herî dawî jî Stalîn bi xwe li ser bêbextiya vê makîneyê hatiye daqurtandin. Gotina Lenîn heye dibêje, riya diçe sosyalîzmê di nava demokrasiya herî berfireh re derbas dibe. Lê bi çavkorî di ser vê gotinê re derbas bûne, teorî û pratîka wê nekirine. Ewqasî bawer kirine ku bêyî dîktatoriya proleteryayê û dewleta wê nikarin bijîn, têgîna demokrasiya proleter weke dîktatorî û êweyê wê yê dewletê terîf kirine. Ango demokrasî weke êweyekî dewletê û dîktatoriyê hesibandine. aiya kategorîk jî di vir de ye. Em ji dîrokê zanin, demokrasî ne êweyekî dewletê û ne jî êweyekî dîktatoriyê ye. Berevajî, êweyekî rêveberiya civakê ye, alternatîfê xwe heye û bi vî awayî hem dijberê dîktatoriyê ye, hem jî dijberê dewletê ye. Li cihê ku civaka demokratîk hebe dewlet an jî dîktatorî nabe, hebe jî bi kêmanî di astekê de bi civakê re li hev dikin. Ji K. Marks heta bi Lenîn a ku sosyalîstên zanistî nikarîbûn pêk bînin, sîstema demokrasiya civakî ye yan jî civaka demokratîk e. Lewma li ûna wê dîktatoriya proleteryayê û dewleta sosyalîst danîn. Ev aiya mezin ku firsend da revîzyonîzma Bernsteingiran ji kêmmayîna sîstema demokrasiya sosyal e, bi gotineke din ji kêmmayîna civaka demokratîk e.

Min di cildên berê yên parêznameyên xwe de hewl dabû van mijaran analîz bikim, lewma ez ê niha tenê qîma xwe bi dubarekirineke kurt bînim. Civaka demokratîk êweyekî rêveberiya civakî ye, ne dîktatorî û ne jî dewlet e, û divê nebe êweyekî rêveberiya dewletê û dîktatoriyê. Eger em ê behsa demokrasiyê bikin, mînakên dîrokî hemû îspat dikin ku weke êweyekî rêveberiyê yê bêdewlet pêk hatine û bi gewde bûne yan jî ji aliyê dîrokî ve ert û mercên wan pêk nehatibin bi dewletê re li ser bingehê lihevkirineke bi pîvan rêveberî parve kirine û pêk hatine. Weke têgîn dewleta sosyalîst û dîktator jî a in. Dîktatorî weke ontolojîk, diyardeyek e ku bi tenê xweserî çîn û tebeqeyên elît ên yekdestdariya hêz û mêtinkariyê di destên xwe de digirin. Diyardeyek e ku bi xwîn, ê û mêtinkariyê hatiye stran û ev rew bûye têgîn. Ji lewra kedkar, bindest û kesên têne mêtin bi amûreke wisa re hem weke zêhn ji aliyê teorîk ve, hem jî weke amûr ji aliyê pratîkê ve nabe têkiliya wan pêre hebe. Eger bê gotin, na dibe ku têkiliya wan pêre hebe, hingê hêsan e, û balkê e ku mirov li gorî demên berê niha bi ezmûna Sovyetê û ezmûnên bi heman rengî îspat bike ku ezmûnên behsa wan tê kirin çawa bi encam bûne û vê aiyê nîan bide. Mirov heman xusûsan dikare ji bo dewleta sosyalîst jî diyar bike. Serketina siyasî bi dest bixin jî pitî serketinê nabe ku dewleteke civakî ya kedkaran, bindestan û kesên têne mêtin hebe; berevajî, bibe wê demokrasiya wan a civakî an civaka wan a demokratîk bibe. Li gorî tehlîla dawî, dewlet; navê wê û naveroka wê çi dibe bila bibe, bi temamî bê kêr nebe û der barê rêveberiya civakî de fonksiyonên wê yên girîng hebin jî sîstemeke yekdestdariya hêz û mêtinkariyê ye ku li ser civakê hatiye avakirin. Ji aliyê ontolojîk ve hebûna xwe bi saya vê rastiyê ye, û navê wê yê kevnar e. Ne pêkan bû ku bi vê hêka ‘dewleta sosyalîst’ bikirana. Çawa ku çêlek nikare hêkan bike û dizê, dewlet jî bi tenê dikare bi êweyên cuda dewletan bizê. Ji heman dewletê nayê ku hêkan bike çêlikên sosyalîst bizê. Ji ber ku çivîk hêkan dikin, li ser hêkên xwe kurk dikevin û bi tîna germê ya diyar çêlikan ji hêkê derdixin. Belkî mînaka me hinekî çor be, lê divê ti carî ji rastiya wê guman neyê kirin.

Der barê anarîstan de xusûsek heye ku ez behsa wê nekim, nabe. Rexneyên anarîstan li ser dewleta netewe ya zêde navendkirî û dîktatoriyê rast in. Dîrokê rexneyên wan ên di vî warî de pitrast kirine û mafdar kirine. Lê wan jî weke alternatîf azadiyên ferdî û ji nû ve vegera li jiyana komên destpêkê yên mirovatiyê pêkê kirin û çawa ku di sosyalîzma pêkhatî de hat dîtin û li gorî tehlîla dawiyê, ew jî ji axên çepgir ên lîberalîzma bûrjûwayê wêdetir bi rolekê ranebûn. Eger rexneyeke mafdar bi kirineke rast an teoriya rast a civaka demokratîk û êweyên wê yên pratîk re temam nebe, bivênevê wê pûç bibe û wê bibe versiyoneke cuda ya lîberalîzmê yan jî mezhebên wê. Li vir, di tevahiya mijaran de ya diyarker niyeta ba a ji bo wekheviyê û xwestekên ji bo azadiyê nîne, nêzîkatiyên rast ên teorîk der barê rastiya dîrokî û civakî de, û der barê pêkhatina wan a pratîk de ye.

Di pêvajoya derketina holê ya PKK’ê de rewa wê ya îdeolojîk a ne zelal û îlo, bi gitî ji ber rewa sosyalîzma zanistî, kêmasî û aiyên wê yên me diyarkirî bû. Îdeolojiya dewletdar a netewe tevî îdeolojiya civakparêz a demokratîk di zikhev de tevlîhev û biserhevvekirî li cem hev bûn. Partiyên kominîst û karker ên mînak hatibûn girtin hemûyan ji aî û kêmasiyên sosyalîzma pêkhatî para xwe girtibûn. Di qonaxa damezrandinê de em ne xwediyê wê hêz û qabîliyetê bûn, îdeolojiya dewletdar û îdeolojiya civakparêz ji hev bikin. Herçî mînakeke me jê ders bigirta jî tinebû, herwisa em xwediyê kapasîteyeke teorîk û daneheveke zanînê nebûn ku pê karibin ezmûna dîrokî rast îrove bikin. Li gorî teoriya biserhevkirî ya rizgariya neteweyî di pratîkê de girêdayî têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ titên bihatana kirin diyar bûn. Li gorî erê rizgariya neteweyî yê demdirêj armanc dewleteke neteweyî bû. Li Efrîkayê hema bêje her roj erên rizgariya neteweyî yên dubare dibûn bi îlankirina dewleteke serbixwe bi encam dibûn. Van mînakan di çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Kurd de bêyî ku pêdivî bi teorî yan jî pratîkeke din hebe, riya tevgera Kurd biketiyayê raber dikir. Bêyî ku me serê xwe li ser teoriyên gitî yên rizgariyê biêanda, qîma me dihat ku em bi tenê pratîkên rizgariyên neteweyî lêbikolin. Wekî din, îcazeta me ji hosteyên mezin Lenîn û Stalîn digirt, tevahiya qûtê teorîk û qalibên pratîk ên pêdiviya me bi wan hebû pêkê dikir. Lewma ya li ser milê me dima ew bû, em bi lez çarçoveya îdeolojîk a kombûnê temam bikin û wê bikin malê girseyê. Me jî ev kir.

Eger mirov dema 1973-1976’an weke dema koma teng diyar bike, mirov dikare salên navbera 1976-1978’an jî weke salên girsebûnê bi nav bike. Em bi awayekî serketî ji herdu deman bihurîne. Pirsgirêk ew bû ku wê pitre çi û çawa bihata kirin. Pitî koma ciwanan û belavbûna li nava girseyan, gelo wê gava partîbûnê bihata avêtin an jî wê rêxistina çalakiyên eskerî bihata sazkirin. Bi bersivadana vê pirsê, wê pêvajoya pitî van qonaxan diyar bibûya. Me bi partîbûnê hewl da bersivê bidin vê pirsa teknîkî xuya dikir. Ma ne orea Viyetnamê di vê mijarê de mînakeke têra xwe xwe pêkê dikir. Jixwe çalakî jî pêk dihatin. Li cem Çepgirên Tirkiyê ezmûnên mîna rêxistiniyên bere û artêê hebûn. Bi awayekî çalakî bi yekîtiyên rizgariya neteweyî jî dikarîbûn pêk bihatana. Li gorî ruh û giyanê demê jî bûyerên bi vî rengî di cih de bûn. Me ezmûneke serketî di rewa berbiçav a Kurdistanê de pêde dibir. Ji bereya dij-oreê, me dengê lingên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê dibihîstin. Komkujiyên li Mere, Çorum, Bahçelîevler û kutina gelek ciwanên oreger û rewenbîran nîan didan ku ji bilî derketina derveyî welêt rizgarî ne pêkan e. Ji ezmûna 12’ê Adara 1971’ê têra xwe ders hatibûn girtin. Me dîtibû, kengî kadroyên pêeng têne tinekirin, rêxistin bi hêsanî careke din nikarin pita xwe rast bikin. Me di 2’ê Tîrmeha 1979’an de, gavavêt nava Rojhilata Navîn û ev jî li gorî ruhê têkoîna demdirêj di cih de bû. Li gorî erê gel ê demdirêj û ji bo desteka dîplomatîk, me gaveke di cih de û di dema wê de avêtibû. Dema darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î pêk hat, bi tevahî komên çepgir derbên stratejîk xwarin, lê PKK’ê dest bi pêvajoyeke nû û bi hêvî dikir. Ekere ye ku ev gavên serketî yên taktîkî bûn.

Em dema ji nû ve salên 1970-80’î binirxînin, em bi hêsanî dikarin bibêjin, pirsgirêka Kurd cara pêî ye ku ji mijara rojname, kovar û komeleyê derdikeve û bi karekterê çînî xwe digihîne rêxistinkirina partiyeke pêeng a modern û bi vê rêxistiniyê re di zikhev de xwe digihîne avahiyeke çalakiyê. Li vir a girîng ne ew e ku partî rêxistineke bi hêz be û kapasîteya wê ya çalakiyê hebe. Ji ber ku rêxistinên din ên Kurd bi van xisletan hebûn. Partiyên mîna PDK û TKSP’ê ji mêj ve hebûn. Tita nû ew bû ku cara pêî rêxistinî û çalakî di zikhev de pêk dihatin. Ev ji aliyê rastiya civaka Kurd û cografya Kurdistanê ve dihat wê maneyê ku ev serîrakirineke nû bû, hem jî er û serîrakirineke bi partiya pêeng û bi rêxistinî bû. Bi kêmanî di teoriyê de hatibû qebûlkirin ku karekterê er demdirêj e, û ji qonaxên stratejîk pêk tê. Hem li gorî rastiya neteweyî hem jî li gorî rastiya navneteweyî ya wê demê di cih de bû, û li gorî wê jî gavên stratejîk û taktîk ên serketî dihatin avêtin. Lê herçiqasî rastî û îradeyê bi awayê xuya dikir xwe nîan bidana jî fikar û kêmasiyên mezin ji binî ve dihatin hiskirin.

 Darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê pêk hatiye û rûyê mîlîtarîst ê dewletê bi rastiya xwe hemûyî berbiçav bûye. Civak mîna gihitibe mêrê xwe yê rastî û hiyerarîk xwe rehet his dikir. Di rabihuriya nêz de kirinên li Kurdistanê diyar bûn. Kirinên di çarçoveya înkar û tinekirinê de bi tevahiya îddeta xwe li ser kar bûn. Faîzma mîlîtarîst a ji aliyê NATO’yê ve hatibû erêkirin, wê ti cureyê zordestî, îddet, êkence û komkujiyê nemana ku nekiribana. Kengî mijar dibû rastiya Kurd û Kurdistanê, qirkirinên bi temamî ji dîrokê û cografyayê rakirin diketin rojevê. Felaketên mezin ên bi serê Ermenî, Rûm, Suryaniyan de û di dema nêz de bi serê berxwedanên Kurdan de hatibûn hînê birînên wan teze bûn û nehatibûn jibîrkirin. Ev sedema fikarên mezin bûn. Kêmasiyên bingehîn jî ew bûn ku li hundir û derve hêzên ewle û têkûz ên xwesipartinê tinebûn.

Ti hêviya zêde ya mirov ji dublokbûna kapîtalîzm û sosyalîzmê bike, tinebû. Bêhna revîzyonîzmê xwe berdabû her derê. Çepgiriya Tirk ji ber sedemên hundir û derve xetimî bû û derba stratejîk xwaribû. Lewma di pêvajoya nû ya li pêiya PKK’ê de gelek titên nediyar hebûn.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)

Pirsgirka Civak Ya Bajarbn

Ji bo hilwena dinya civak em li sedemn din negerin, bi ten sedemn avkaniya xwe bajr ji niha ve bi v rol rabne.

aristaniya Dewletparz Sstemek Qirkirin ye

Ev geln ku demek anda 3 mparatoriyn bihimet (bieml) (Akad, Babl, Akad) dijiyan, belk j qewmn bazirgan pekar n yekemn n drok bn.

Sosyalzm Kaptalzm

Mirov rastiya civak tim trtij pk bne, w bi heyecana pkhatina kliya di nava tevahiya rabihuriya komby de pk t bi hviyn bserbin yn paeroj pk bne, ev rastiya jiyan ya her nz heqqet ye.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]