26.07.2017

Pirsgirka Civak Ya Ekolojk

Ekoloj weke yek ji zanistn her n di v arovey de rewa xwe diyar bike, bi ten hawrdor ne, dikare bibe hza areseriya her deal a xwezaya civak j.

 

 


 

 

Abdullah OCALAN


Ekere ye ku pirsgirêka îndustriyalîzmê hem parçeyek ji pirsgirêka ekolojîk e, hem jî sedemê wê yê bingehîn e. Di bin navekî din de îrovekirin dibe ku bê maneya dubarekirinê. Lê ekolojî ji îndustriyalîzmê zêdetir mijareke civakî û bi pirsgirêk e ku xwedî mane ye. Herçiqasî weke têgîn were maneya zanista hawîrdorê jî bi awayekî bingehîn ew zanist e ku têkiliya hik a pêketina civakî bi hawîrdora wê re analîz dike. Kengî felaketên hawîrdorê li alarmê dan, bi giranî ket rojevê; xwedî hin maneyên divê mirov xwe jê dûr bigire di nava xwe de hilgire jî kirin weke axekî lêkolînê. Ji ber ku ew jî weke îndustriyalîzmê pirsgirêkeke ji aliyê civakê ve hatiye afirandin nîne, ew weke marîfeta dawî ya yekdestdarên aristaniyê di rojeva dîrok, dinya û civakê de hatiye danîn.

Belkî jî ti pirsgirêk bi qasî yên ekolojîk girîng û giran nebûn ku karibin rûyê rastî yê nîzamên kar-sermayeyê ango ebekeyên rêxistinkirî bixista rojeva mirovatiyê. Bîlançoya sîstema aristaniyê ya kar û sermayeyê (tevahiya dîrokê weke gitî yekdestdarên eskerî, ekonomîk, bazirganî û dînî hemû) bi tenê ji her alî ve jihevdexistina civakê nîne (bêexlaqî, bêpolîtîkatî, bêkarî, enflasyon, fuhû û hwd.), hawîrdor tevî jiyana ruhberan hemûyî xistiye tehlûkeyê. Em ê dijbertiya yekdestdariyê ya civakê li derveyî van rastiyên balkê û bi bandor hê karibin bi çi ispat bikin?

Civaka mirov li gorî ruhberên din hemûyan weke xwezayeke mejî û nermiya wê di ser gian re tê naskirin, jixwe di tehlîlal dawî de civaka mirov jî hebûneke zindî ye. Dinyayî ye. Berhemê atmosfereke avhewayê ya bi nazikî û nazenînî hatiye birêkûpêkirin, beridîna dinya nebat û heywanan e. Nîzamên atmosfer û avhewaya dinya me û cîhana nebat û heywanên wê pêve girêdayî hemû gitî ne, û ji bo civaka mirov jî di cih de ne. Ev nîzamên em behsa wan dikin gelekî nazik in. Gelekî hik bi hev ve girêdayî ne, mîna zincîrekê pêk bînin. Wexta xelekek jê qut bibe çawa zincîr bê kêr dibe, xelekeke ciddî ji zincîra beridînê jî qut bibe bivê nevê wê tevahiya beridînê jê bi tesîr bibe. Ekolojî zanista van bûyer û pêketinan e. Ji ber van sedeman gelekî girîng e. Nîzamê hundir ê civakê bi çi sedemê bikê jî bi destê mirov ji nû ve dikare bê sererastkirin. Ma ne dawiya dawî rastiya civakî rastî ye ku bi destê mirovan hatiye avakirin. Lê hawîrdor welê nînin. Hin komên çavkaniya xwe civak, ya rastî bi marîfeta hin komên ji nava civakê derketî û li ser wê bi yekdestdariya kar-sermayeyê xwe bi rêxistin dikin bibin sedem ji xelekên hawîrdorê xelekên ciddî qut bibin, felaketên zincîrwarî yên bi beridînê dikarin hawîrdorê hemûyî di vê navberê de civakê bi qiyametê re rûbirû bihêlin.

Divê mirov ji bîr neke ku xelekên hawîrdorê bi beridîna mîlyonan salî pêk hatine. Zirar û ziyanên bi gitî di pênc hezar salên dawî de, bi taybetî jî di dused salên dawî de, weke qutkirina bi hezaran xelekên ji yên bi mîlyonan salî pêk hatî ne ku ev yek di nava demeke pirr kin de pêkanîne. Reaksiyona ikestinê destpêkiriye. Pêbînî nayê kirin ku wê çawa were sekinandin. Di serî de rêjeya karbondîoksîtê û gazên din di atmoferê de rê li qirêjbûnê vedikin, û tê texmînkirin ku halî hazir bi sed salan heta bi hezar salan nayê paqijkirin. Enamên zirar û ziyanên di cîhana nebat û heywanan de belkî jî bi temamî derneketine holê. Lê ekere ye ku herî kêm bi qasî atmosferê îaretên S.O.S didin. Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihitine sînorên felaketê. Bi tevahî nîane diyar dikin ku qiyametê bi rêveçûna heyî bi bêbalansiyeke xweza ne, bi destê hin komên xwe weke ebekeyan bi rêxistinkirî bi serê civakê de bêanîn. Bêguman bersivên xwezayê jî bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mejî ye. Sînorên wê jî hene. Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê wê li rondikên çavên mirovan nenêre. Ji ber ku hemû ji îxaneta bi qabîliyetên xwe û nirxên diyarî wan hatin kirin berpirsiyar bêne girtin. Ma qiyamet jî welê pêbîniya wê nayê kirin?

Li vir armanca min ew nîne ku ez li senaryoyên felaketê yên nû zêde bikim; lê weke her endamê civakê yê divê ji sedî sed bi berpirsiyariyên xwe rabe, em jî bi têgihitina wezîfeyên xwe yên exlaqî û polîtîk ên sedema hebûna me û berpirsiyariyên me yên hewce ne, di çarçoveya qabîliyetên xwe de bibêjin û bikin.

Di dîroka mirovatiyê de li ser aqûbeta Firewn û Nemrûdên kiiyan kelhe û piramîdên xwe gelek tit têne gotin. Sedema vê yekê ekere ye. Ma ne Nemrûd û Firewn jî çi weke kes çi jî weke nîzam YEKDESTDARÎ bûn ku bi îdeaya xwedayî radibûn. Belê, di serdema destpêkê de mînakên herî bi heybet ên yekdestdariyên sermayeyê yên timî li pey karê diçûn bûn. Çawa diibin yekdestdariyên niha li bajaran kiiyane PLAZA’yan! Hemin di navberê de bi xwe cudabûn nebe jî di êwe de heye. Kelhe û piramîd tevî heybeta xwe hemû jî nikarin bi plazayên roja me ya îro qayiê bikiînin. Jixwe weke hejmar hîç nikarin qayiê bikiînin. Eger hûn hemûyî bidin ser hev, tevahiya firewn û nemrûdan ji çend sedî derbas nakin; lê hejmara firewn û nemrûdên hemdem bi herhalî ji niha ve ji sed hezaran bihurî ye. Mirovatiyê di serdemên berê de nikarîbû giraniya çend firewn û nemrûdî rake. Di bin giraniya wan de mirovatiyê her kir nalenal. Ba e, bi sed hezarên wan ên tevahiya hawîrdor û civakê ji hev de xistine wê giraniya wan hê heta kengî rake? Of, axîn û êên bi er, bêkarî, ferqîrî û birçîbûnê rê li wan vekirin wê çawa bidebirîne?

Wexta em dibêjin civaka dîrokî yekpare ye, me xwest li ber rohniya beridînê van rastiyan bînin ziman. Ma ev rastiyên kêm dijwar û ne girîng in?

Zanista modernîteya kapîtalîst bi avahiya xwe ya pozîtîvîst gelekî ji xwe razî bû. Bawer kir ku kefên mezin ên diyardeyî her tit in. Heqîqeta mutleq bi tenê ji zanîna seresere ya diyardeyan hesiband. Ji sedî sed bawer bû ku ketiye pêvajoya pêketina bêserûbinî. Lê nikarîbû pêbîniya felaketa hawîrdorê ya li bin bêvla xwe bike, mirov dikare vê çawa îrove bike? Di serî de er, ji bo felaketên civakî yên çarsed salên dawî yên ji tevahiya yên dîrokê bihurî pêbîniya çareyeke bi kok û pratîze nekir, mirov dikare vê çawa îrove bike? er weke desthilatdarî ketiye çaviyên civakê hemûyî, em bihêlin ew vî erî asteng bike, ma em ê ji rast tespît nekirina wê ya vê rastiyê re çi bibêjin? Ekere ye ku di vê serdema serweriya yekdestdariyê de ku hegemondariya wê herî zêde vê serdemê heye, ji yeqînan wêdetir zanist ji aliyê îdeolojîk ve dor lê hatiye girtin û ketiye xizmeta sîstemê, bêguman zanista di vê rewê de nikarîbû bersivê bide van pirsan. Zanista bi avahî, hedef û êwazê xwe bi armanca rewakirina sîstemê hatiye îlankirin û rêkûpêkirin, nîan daye ku bi qasî dînan jî bi tesîr nebûye. Lê divê mirov fêhm bike ku zanista îdeolojîk nîne jî nîne. Ya girîng ew e, mirov hay jê hebe ku zanîn û zanista kîjan îdeolojî û çîna civakî ye, û li gorî wê rewa xwe diyar bike. Ekolojî weke yek ji zanistên herî nû di vê çarçoveyê de rewa xwe diyar bike, bi tenê hawîrdor ne, dikare bibe hêza çareseriya herî îdeal a xwezaya civakî jî.

Ji Parêznameya ‘Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê’ (Pirtûka 3’emîn)

Kutina Zarokan

V yek bila her kes ba bizane ku w xwna wan zarokan li erd nemne! Dest xwe dirj zarokan nekin, zarokan nepeliqnin, hn bne peliqandin!

Xwe Parastin

Fzka me, eql me hestn me, di mijara parastina cewher de ji me re nabin xaln km(dezavantaj), gelek caran ji me re bye wesle ku em batirn we nirxn xwe biparzin.

Netewa Demokratk

Ev sstem sstema civak bixwe ye ku civak v sstem dimene, xwed l derdikeve, rdixe, diparze, pdixe birve dibe.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]