23.05.2017

Di Nava Sstem Bixwe De Gera Li Azadiy!?

Di dinyaya modernteya kaptalst de tu iqas bixwaz tu dikar muxalefet bik. L ten bi ertek; di nav jiyana a de bimn rastiyan rexne bik

 

 


 

Jiyan ROJHILAT


Qirkirina çandî, bi zîhnî, mirov xistina rewa ji xwebûnê jêgerîn, devjêberdanê ye. Ev, di heman demê de, rênîaneya pirsgirêka hebûnê ye jî. Yên ku hebûna wan neyê qebûlkirin, dîtin û tine bên hesibandin, bêguman azadiya wan jî nikare bibe. Ji ber vê yekê ye ku mijûliya di nav hev de meandina pirsgirêka hebûn û azadiyê ya Kurdan ji bo Kurdan bûye bingeh. Li hemberî berdêlên giran ên xwebûn û têkoîna jiyana azad, di civaka Kurd de cîh girtin, hêzên modernîteya kapîtalîst û desthilatdariyên di rewa sîxûrên wan ên li Rojhilata Navîn de ne, di helwestên înkarî yên derbarê hebûna Kurd de sistbûnek derxistiye holê. Li hemberî vê fersend ji bo avahiyên dewletparêz ên neteweyî yên Kurd tê dayîn. Di rastiyê de ev rew, bi safseteya (gotinên vala û bêbinî) ‘Kurdên lîberal’ derxistine pê. Ev jî armanc dike ku bendeke din deyne ber têkoîn û lêgerînên jiyana azad û berxwedana wan. A rastî, ya ku tê jiyankirin û tê xwestin bidin jiyankirin; ji bo hîn bi kûrahî û bi ziravî meandina qirkirina çandî  derfetên nû dide.

Polîtîkaya qirkirina çandî ya gerdûnî, di serdema modernîteya kapîtalîst de bûye xwedî nasname. Di ti demeke dîrokê de mirov nebûye ahid ku bi qasî serdema modernîteya kapîtalîst qirkirina fizîkî û çandî hatiye pêkanîn. Kara herî zêde, endustriyalîzm û dewletparêziya neteweyî bi awayê hegomonîk di sazîkirina qirkirina çandî de derbas dibe. Modernîteya kapîtalîst, tenê li ser esasên perçiqandina binyatgerî û watedariya gelan xwe dike hêza dinyayê. Ji bo vê jî, li her deverê dinyayê bi hemû hêza xwe destekirina desthilatdariyên sîxûr û hevkar ên girêdayî xwe, sazî û xebatan datîne pêiya xwe. Di vê mijarê de, di nav hegemonyaya xwe de rê nade valahiyeke herî biçûk jî. Yên ku weke valahiyên sîstemê tên zenkirin jî, yê xwe dispêre sîstema xerakirin û çêkirinê, di bin venêrîna nihêrtina ji jor ve, derfet dayîna helandin û dan helandinê ye. Dîsa bi heman rengî, di nav hêzên li ber xwe didin de jî her cure xebat û fînansmanên xwe birêxistinkirinê jî dabîn dike. Çanda emperyal, li ser çandên civakî yên ku xweserî û cudahiyên gelan temsîl dikin, bi rê û rêbazên herî zirav, di serî de jî di qada wêje, huner û çapemeniyê de hewl dide ku serwer bike. Hemû ecibandin, pêbirk û festîval, xelat, pitgirî û referansên navneteweyî girtine bin yekdestdariya xwe. Di vî warî de yekdestdariyeke erjeng û tirsnak hatiye sazkirin.

Di hemû qadên jiyanê de, di qada civakî, siyasî, aborî, dîplomatîk û çandî de bi yekdestdariyeke di asta gerdûnî de, gel ji bo bêçare bimînin, bibin pêvek û dûvika sîstemê, entegre bibin, xerîb bibin tên tewîqkirin. Di vî warî de sîstem, bi vegotineke demagojîk û bi têkoîneke psîkolojîk ji bo bibe  navnîana rêya hemû ecibandin, bêrîkirin (hesret), hêvî, xeyal û halên mirovî hewl dide.

Hêzên hegemonîk, li ser meylên azadiyê yên gelan di asta gerdûnî de bi qedexekirinên hiqûqî, bi pitgiriya teknolojiyên bilind û xurt ên lekerî terorîzmê pêk tînin. Di vê dinyayê de yên ku ji bo hegemonyaya gerdûnî terorîzma gerdûnî pêk tînin, tenê hêzên modernîteya kapîtalîst in. Tê zanîn ku ev hêz, di warê çandî de dipelixin û derbas dibin, hemû çavkaniyên ku her cure dînamîkên çandî yên aydî gel ji hundir ve bi rizandinê tine bikin, dixin dewreyê. Rizandin, yek ji rêbazên bêrehmane ya modernîteya kapîtalîst e. Bêrehm e, ji ber ku hêrsa kara zêde di nav xwe de meylên faîst dihewîne. Li hemberî têkoînên jiyana azad a gelan çawa ku serê mirovekî bi birekê birîn, kujerî û canîtî be, bi çekên giran ên teknolojîk tinekirina mirovan, wisa pêwîst dike ku sîstem di reweke dîn û har, aqilavêtî de be. Rewa dînîtiyê, aqilavêtinê, halê serkeftinê na, çi bike jî bi ser neketinê, emitîna axa di bin pêyên wan de û li ber xwe nedana xwe bi xwe xwarina wan e. Hemû nexweî, xerabûnên psîko-sosyal û çandî ku di serdema modernîteya kapîtalîst de derdikevin, belavbûna titê ku di sîstemê bixwe de tê jiyankirin e. Sehneyên dînbûn, aqilavêtinê yên di sînemayên dinyayê de, yek ji xuyangên, rengvedana neçar mayînên dinyaya senarîstan e. Em dikarin fîlmên polîsiye jî di vê çarçoveyê de bigirin dest. Her titên aydî sîstemê, yê herî rexnegir jî tê de, çarenûsparêzî, qederparêziya ‘di encamê de rew û halê dinyayê ev e’ dide hînkirin. Vaye aliyê herî xeternak ê qirkirina çandî; di sazîbûnên di vê qadê de sîstem xwe destê yekem ê zana, yê herî ba dizane, yê herî rast û pîvan datîne dibîne û ev ji aliyê mirovan ve tê qebûlkirin. Halê bi zîhnî ji xwebûnê qutbûn, windabûn ev e. Ev, halê herî xetere û bi ê e. Tita ku sîstem a dibîne, a e. Yê ku sîstem pamayî û hov dibîne jî wisa ye. Hemû qada hunerê û nivîsê ya edebiyatê di nav vê gerînekê de diperpite û pê ê didin kiandin. Amadekirina tezekî oreger; tê maneya rû bi rû mayîna daxuyaniyên fermî yên bi sedan mirovên bi navê zanyar, ên di kirasê hunermend û nivîskaran de. Ji ber ku fermiyeta dewletparêz, meqama erêkirin û diyarkirina heqîqetê ne. Rewabûna yên ji bilî wî tine ye. Modernîteya kapîtalîst êdî tenê sîxûrên îstîxbarî xwedî nake. Di warê civakî, siyasî, çandî, aborî, hunerî, zanistî û hwd. de di her qadê de sîxûrên xwe amade dike. Jixwe beek jê jî pêwîstî bi mehane, destheq girtinê jî namîne, bi zîhnî, belavkirin û parastina modernîteya kapîtalîst dikin ku ev, rastiyeke din e. Di vê mijarê de portreyên herî reben û belengaz, kesayetên di bin banê gelên bindest de ne û hêza wan a berxwedanê nemaye ku tita ew dikin tenê xwe xwekirin, xweekî kirin e. Di dinyaya modernîteya kapîtalîst de tu çiqas bixwazî tu dikarî muxalefetê bikî. Lê tenê bi ertekî; di nav jiyana a de bimînî û rastiyan rexne bikî… Ji ber ku tu, ji bo sîstemê endamekî/e thînk-thankê yî. Hem jî bê destheq. Vaye paxaneya tita ku modernîteya kapîtalîst jê re dibêje lîberalîzm û weke azadî lanse dike, derdixe navê ev e. Bi mînakdayîna ji van tîpan sîstem propagandaya azadîxwazî û demokratiya xwe nake, viya bi beleî bi wan dide kirin. Vaye xefik û dafika li hemberî berxwedanê ya fêl û fena lîberalîzmê…

Kutina Zarokan

V yek bila her kes ba bizane ku w xwna wan zarokan li erd nemne! Dest xwe dirj zarokan nekin, zarokan nepeliqnin, hn bne peliqandin!

Xwe Parastin

Fzka me, eql me hestn me, di mijara parastina cewher de ji me re nabin xaln km(dezavantaj), gelek caran ji me re bye wesle ku em batirn we nirxn xwe biparzin.

Netewa Demokratk

Ev sstem sstema civak bixwe ye ku civak v sstem dimene, xwed l derdikeve, rdixe, diparze, pdixe birve dibe.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]