23.10.2017

Penaber

Xewna welatek azad, Bi min re penaber e Ber bi welatn biyan ziman zincrkir, bi a jiyan Gir hesreta mirineke bi eref

 

 

 

 

 

 Metîn ZINDAN

 

 

Ez hatim kutin di eveke lal de

Ya havîneke sar

Ez hatim kutin di eveke bêdeng de

Bi xemgîniya havînê re

Bi lorînên dayîkê, bi berbangê

Li ber strana kena penaberiyê

Tazî û birçî

Xewna welatekî azad,

Bi min re penaber e

Ber bi welatên biyanî

Û ziman zincîrkirî, bi êa jiyanê

Girî û hesreta mirineke bi eref

Li ser axa rehmetê

Di gewriya min de bûye strî

Mirineke bê deng

Weke zarokekî biçûk

Di himbêza dayîka xwe de

Ketiye xew

 

Li ser kaniyekê,

Ji kaniyên kêla Memê

Yan jî,

Li bin derakê ji darên gozên Gabar’ê

evekê, ji evên payîzê

Bi tev stranên bavê kal

Penaber im,

Li ser axa xwe

Penaber im,

Di welatê xwe de

Dafikn Li Hember and-Huner Estetka Apoger

Himendiya ku ji haydarbna jiyan pk t, di haveyna apogeriy de heye. Feraset estetka ku bi himendiya jiyana azad nehatibe sitirn afirneriya w nabe. Jibo v j...

Gerilla Hunermend

Min di destpk de gel di dil xwe de hevand, ruh day mezin kir, ro j ez di nava dil gel de cih digrim ...

Cerattepe, Heskif, Sur...

Div em zanibin ku ew xweza y me nn e. Wek ku di pgotinek Efrk de t gotin; Ew xweza li bav kal me ji mera re mrate maye, me ew ji zarok xwe deyn kiriye. Lewre ...

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]