24.03.2017

Xwe Parastin

Fzka me, eql me hestn me, di mijara parastina cewher de ji me re nabin xaln km(dezavantaj), gelek caran ji me re bye wesle ku em batirn we nirxn xwe biparzin.

 

 

 

 

Zozan SÎMA


Jin, zarok, kal û pîr, weke beên civakê yên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heyî têne pênasekirin. Ji bo jinan jî dibêjin, ji ber ku nekarî ne stratejiyekê ava bikin, bedenên wan nazik in, lewaz in û pir atifî ne. Ango bi vê yekê re girê didin. Bi hezaran sal in jî wiha dinirxînin. Mîtolojiyan, dînan, zanistan û hunerê gelek caran propagandaya vê yekê kirine, weke ku divê jin her tim ji aliyê zilaman ve bêne çavdêrîkirin û parastin. Ji ber vê jî bav, bira û mêr, ji ber jinan weke namûsa xwe dibînin “diparêzin”. Bi zimanê Latînî peyva famulî di roja me ya îro de bûye peyva family(malbat) û ev peyv jî tê wateya hemû koleyên ayîdê zilamekê. Ango peyva malbatê wer nayê wateya çîroka evînekî ox û eng, nayê wateya yekeya civakî ya ku ji zarokên ku weke fêkiyê wan kesên ku li ser balgiyekê pir dibin. Ji ber vê jî serperetên malê li gorî vê yekê koleyên xwe, ango jinên kole diparêzin.

Di civaka nûjen de jî polîs, leker, dewlet û zagonên wan jinan “diparêzin”. Diyar e, ka ew kesên di van saziyên ku mêrantî lê tê sorkirin de tee digirin, çawa jinan diparêzin. Ango ew, wan kesên ku tecawûzê li jinên girtî dikin, li kolanan bi pora wan digirin û dixiikînin û tacîz û tecawûz dikin diparêzin, ne jinên ku rastî van pêkanînan hatine û li mafê xwe digerin. Di civaka nûjen de dibêjin, ev zilamên dewletê yên ku wê rojê li balafirxaneyê serê jinên ku çalakî dikirin li kursiyan didan, jinan diparêzin.

Niha, li hemberî bedenê jinê ya ku di pornografiya kapîtalîzmê de parçe parçe tê firotin û amûrekî cinsî tê dîtin, ji aliyê olî ve jin bi çarefan tê poandin û ev yek jî weke êweyekî parastinê tê nirxandin. Kapîtalîzm, ji çarefê rizgar dike û pêkêî bazarê dike, dînparêzî jî weke êweyekî parastinê jinê li malan heps dike û wer hewldide biparêze. Her weke ku li ser opa Bûlend Arinc’ê ku dijminê jinê ye bimein, mûftiyê ku ji aliyê dewletê ve hatiye erkdarkirin dibêje, “mirov ji kesên ku di hejdeh saliya xwe de zina kirine re ti titî nebêje û rabe li hemberî tecawûzkirina bebikekî 17 mehî nerazîbûnê nîan bide, weke ku mirov rondikên timsahan birijîne ye”. Bi vî rengî jî tecawûzkirina zarokan rewa dikin. Heceta vê yekê jî bi hepsnekirina jinê re girê dide.

Bi pêketina tevgerên azadiya jinê re, hêza rêxistina jinê û malên xwe spartinê, ji bo jinan bûne qadên xwe parastinê. Ev hewldana ku di nava sînorên ku dewletê xîzkirî ne de tê kirin, bi awayê ku tenê li hinek bajêran pêk bê, tenê dikare encamekî sînordar bi xwe re bîne. Di encamê de beekî zêde yê jinan bê parastin dimînin. Ev rew çendîn bidome û hejmara kujer û dijminên jinan ku her roj zêdetir dibe, ji bo jinan êdî jiyana bê parastin heram e. Ango weke jin, êdî ne gengaz e mirov bêyî ji bi awayekî rasterast an jî ne yekser ji van bûyeran bandor nebe û jiyana xwe bi awayekî asayî bidomîne. Tenê ne ku mirov rabe alîkariya hinek kesan bike, divê hesabê ji vê sîstema nêrane bipirsin û bêyî xwe bidin pa, ji ber ku êdî ji jinê re derfetên jiyankirinê nema ne, dibê bi serwextiya bê parastin mayîna cewherî re tevbigerin.

Em di mijara têkoîna li hemberî wan hemû zilam û saziyên wan ên ku jinan qetil dikin, her wiha li hemberî DAÎ’ê, AKP’ê, Îran’ê û hwd. dereng ma ne ku gavên ênber bavêjin û cidîtir nêzîk bibin û xwe biparêzin. Ji ber ku em dereng dimînin, hê jî bi hezaran jin di destê DAÎ’ê de ne. Hê jî ev metirsî didome. Em nikarin bûyerên hovane yên ku rojane diqewimin jî ji vê yekê cudatir binirxînin.

Em ji jiyanên xwe û her wiha ji bûyerên rojane dizanin ku ka sedemên ve yekê çi ne û divê jin xwe bi çi awayî biparêzin. Fîzîka me, eqlê me û hestên me, di mijara parastina cewherî de ji me re nabin xalên kêm(dezavantaj), gelek caran ji me re bûye wesîle ku em batirîn êwe nirxên xwe biparêzin. Divê êdî ev ezmûna jinên Kurd a mezin ji çiyayan ber bi bajêran, taxan û malan ve biherike. Divê zanebûn, perwerde, sazî û rêxistina vê yekê bê pêxistin; beriya ku tevkujî û trajediyên nû bêne jiyankirin!

Ji ber vê yekê jî divê di serî de perwerdeya keçikên ciwan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran aniye ziman, ji malbat û dewletê re neyê hitin, qadên ku bikaribin ji her aliyekê ve xwe gurçûpêç bikin bêne vekirin. Her wiha divê li her taxekê, li her cihê ku rêxistinî lê heye, zemînên hevbe ên berxwedan û palpitiya jinê bêne pêxistin. Li ûna, pitî ku jinek tê kutin an jî tê brîndarkirin daxûyaniyên çapemeniyê yên asayî û rûtîn bêne dayîn, pêwîst e di serî de li hinek qadên pê, li hemû taxan bikarin li hemberî êrîên dijî jinan xwe rêxistin bikin û mekanîzmayên wer avabikin ku bikarin di dema xwe de dest li bûyeran werbidin. Pêwîst e di van mekanîzmayan de yekeyên ku bi awayekî çalak tevbigerin û dad û edaleta hewce pêkbînin, hebin. Ji bo perwerdehiya yekeyên ku hemû mafên jinan bi awayekî mahîrane û pisporane biparêzin, divê zemîn û derfetên Tevgera Azadiya Jina Kurdistanê bêne nirxandin û jê sûd bigirin.

Tirkiye ku her diçe dibe dewleta polîsan û di vî warî de jî zagonên nû têne derxistin û her wiha avahiyên faîst û çete yên ku weke DAÎ û Hîzbûl-kontra’yê dixin tevgerê, parastina cewherî êdî ji bo civakê bûye mijareke ku divê demildest bê pêxistin. Operasyonên nû yên qirkirinê li hemberî Tevgera Azadiyê têne kirin. Ji bo ku careke din berdêlên giran neyên dayîn, divê jin demek beriya demekê bikevin tevgerê, hem li hemberî operasyonên qirkirina siyasî û hem jî li hemberî tevkujiyên dewlet, mêr, hevser û tevkujiyên hêzên paramîlîter û bikirêgirtî amadekariyan bikin.

Kutina Zarokan

V yek bila her kes ba bizane ku w xwna wan zarokan li erd nemne! Dest xwe dirj zarokan nekin, zarokan nepeliqnin, hn bne peliqandin!

Netewa Demokratk

Ev sstem sstema civak bixwe ye ku civak v sstem dimene, xwed l derdikeve, rdixe, diparze, pdixe birve dibe.

Di Nava Sstem Bixwe De Gera Li Azadiy!?

Di dinyaya modernteya kaptalst de tu iqas bixwaz tu dikar muxalefet bik. L ten bi ertek; di nav jiyana a de bimn rastiyan rexne bik

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]