27.06.2017

Kutina Zarokan

V yek bila her kes ba bizane ku w xwna wan zarokan li erd nemne! Dest xwe dirj zarokan nekin, zarokan nepeliqnin, hn bne peliqandin!

 

 

 


 

Mizgîn AGIRÎ


Dema ku behsa “zarokan” tê kirin, mirovên biçûk ên xwedî hestên xweik, pêeroja civakan, ên ku jiyanê bi awayê herî sade dijîn, ji aliyê mezinan ve hewl tê dayîn ku bêne parastin, têne bîra mirov. Yek jî tê gotin “zarok gul in”. Ev yek çavkaniya xwe weke gulan ji rengûrengbûna zarokan, bêhnxweiya wan û nazenîniya wan digire. Di zarokan de bandorên sîstema cîhana mêtinger û desteserker a pênc hezar salên dawiyê tine ne. Zarok, hêviyên jiyana azad ên civaka polîtîk û exlaqî ne. Dema ku zarok her titî hema wer dipirsin û weke fîlozofan lêdipirsîn, ev çavkaniya xwe ji dadgehkirina wan a titê heyî digire.

Rêber APO gelek caran bingehê îdeolojiya xwe ya azadiyê bi hevoka “min ti caran xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir” pênase dike. Di kesayeta xwe de subjebûna Kurdê Azad ji zarokatiya xwe dide destpêkirin. Rêber APO dibêje, “ji bo ku zarok bikarin bi awayekî têkûz bifikirin, divê ba bêne perwerdekirin û ragirtin”. Dema ku bi zarokan re guftûgo dike, dide û distîne jî li ser vî bingehî tevdigere. Hêza xwe ya empatiyê ya ku bi wan zarokan re pêdixe, em dikarin di wan guftûgoyên Wî yên herî dawiyê yên ku bi zarokan re kiriye de jî bibînin. Li bajarê Konya’ya Tirkiyê bavek pitî ku du zarok û hevsera xwe dikuje, diçe dibistanê zarokê xwe yê din jî tîne ji bo ku bikuje; dema ku dixwaze zarokê xwe ji tebeqeya dehemîn bavêje xwarê zarok ji bavê xwe re dibêje “tu min navêjî, ne wisa”. Rêber APO dibêje, “di jiyana xwe de ez ev qas nehejiya me”. Bi vê yekê nîan dide ka empatiya Wî ya li gel wî zarokî çi qas xurt e. Ev hejiyan, serîrakirina wijdanê ya li hemberî Kapîtalîzma hov e. Di heman demê de li hemberî tinekirina mirovahiyê serhildanek e. Ji ber ku zarok di navbera pêeroj û rabirdûyê de li xaçerêya(pêç) gorankariyê ne. Ev pêç çi qas bi awayekî bi tendûrist bê derbaskirin, wê ew qas bi heqîqeta civakî re bibe yek.

Li hemû cîhan û Kurdistanê roj nîn e ku ji aliyê zîhniyeta mêtinger ve zûlm li zarokan neyê kirin. Weke ku zîhniyeta Ehrîmanan bi qirkirinên fîzîkî û çandî re zûlm li jina dayîk dike û di roja me ya îro de weke berdewamiyekê tê pêkanîn.

Di destê me de agahiyên îstatîstîk ên UNESCO’yê yên di derbarê mêtin û qirkirina zarokan de tine ne. Lê belê di van 30 salên dawiyê de di pêvajoya er a li Kurdistanê de ka çi qas tevkujî û zûlm li zarokên Kurd hatiye kirin, em ba dizanin. Bedenê Uxur Kaymaz’ê 12 salî ku 13 gule xwarin, dîmenên serlêpêçayî yên Mehmet Uytun û ew çavên wî yên ku wê ti caran nebînin, ew çavên Ceylan Onkol ên ku mirovên nemirov dîtibin bi awayekî wehetnakî li mirovan temae dikin, ma her titî rave nakin?

Polîtîkayên taybet ên dewleta faîst a Tirk û hikûmeta wî ya faîst a AKP’ê ku li hemberî zarokên Kurd dimeînin, ji mêj ve hene. Ji bo ku zimanê Kurdî, ango zimanê dayîkê bide jibîrkirin ku polîtîkaya 4+4+4 dimeîne, bixwe jî parçeyekî polîtîkaya qirkirinê ye. Bi vî awayî hewldide çanda xwe ya serwer (bêçandiya xwe) bisepîne. Hikûmeta AKP’ê tirsa xwe ya ji wan zarokên ku ji bo xwe biparêzin keviran davêjin polîsan û dilê wan weke baskên çûkên azad lêdide derbas bike, serî li tacîz û tecawûzên weke li zindan û ikencexaneyên Pozantiya Edene’yê dide. Ev yek tenê dikare rewa rihî ya zebaniyên ku mirov dikare ji wan re bibêje “rêa” (sapik) rave bike.

Ji ber ku zarokên rastî êrîan tên êdî nikarin bi awayekî bi tendûrist bifikirin, nikarin bibin xwedî îrade û a û paû dibin. Li gorî vê zîhniyetê, zerbeya herî mezin a ku li Kurdê Azad bê xistin, êrîî zarokan kirin e. Ev pêkanîn, li Yewnanîstanê, ango li Helen’a Kevin ew ‘nermiktiya’ ku dihate pêxistin dixe bîra mirovan.

Herî dawiyê jî li Navenda Amed’ê sê polîsên ku navên wan jî di ragihandinan de derketin, du-sê salan tecawûzê du xûkan kirine. Ev bûyer, çi qas li pênaseya ‘roja qiyametê’ ya ku di Îslamiyetê de tê binavkirin, tê û diibe wê rojê! Ba e, ev polîs vê cesaretê li kî digirin û xizmetê çi dikin? Eger polîs zêrewanên ewlehiya dewletê bin, wê çaxê armanca wan diyar e. Çavkaniya wan a ku jê cesaret jî digirin, Recep Tayîp Erdoxan bixwe ye. Ma ev ne ew Tayîp Erdoxan e ku digot, “eger zarok be jî, jin be jî, kî dibe bila bibe, çi pêwîst be wê bê kirin”? Ma heman efendî nîn e, heya wê astê ku tecawûzê malan bike, xwe têkil vîna jinan bike û bibêje “sê zarokan çêbikin”?

Em dikarin mînakên xwe zêdetir jî bikin: Li dibistana YÎBO’ya Colemêrgê ew mamosteyên ku di bin navê “em ê imtiyaza we bilind bikin” de tecawûzê 19 zarokên keç ên Kurd kirin, li Colemêrgê ew tîmê taybet ê rû li xwe pûiyayî ku bi binikê çeka xwe li serê zarokekî Kurd xistî û her wiha dîsa li Colemêrgê ew polîsê ku milê zarokekî Kurd ikinandî, ma ne zêrewan û xûlamên Tayîp Erdoxan in ku ev kiryar pêkanîn? Her wiha weke berdewamiya zîhniyeta qirker li Serêkani’ya Rojava’yê Kurdistanê, li gundê Tilelî çeteyên DAÎ’ê yên ku jin û zarok qetil kirin, ma ne encama zîhniyeta Tayîp Erdoxan e ku pitgirî dide wan ji bo ku bûyerên bi vî rengî pêkbînin? Ev zîhniyetên hegemon ên ku wer nêzîkî zarokên xwe bixwe dibin, weke ku ew zarok ji ezmanan bi zembîlan hatibin xwarê, wê di nava rondikên van zarokên Kurd de bixeniqin!

Ew mirovahiya ku zarokên wan têne kutin, tê wateya ku pêeroja wan jî tê kutin. Mirov dikare pêeroja xwe ji zarokan hêvî bike. Çawa ku êx Seîd li ser sêdarê dibêje, “wê rojekê neviyên me tola me bistînin” û baweriya xwe ya ji nifên gelê xwe vedibêje û eger PKK jî tevgereke tolhildanê ya li ser opa heqîqetê be, helbet wê tola van zarokên ku xwîna wan hatiye rijandin an jî ew zarokên ku bê dayîk û bav hatine hitin, wê li ser bingehê parastina îdeolojîk, siyasî, lekerî û parastina rewa bistîne.

Vê yekê bila her kes ba bizane ku wê xwîna wan zarokan li erdê nemîne! Destê xwe dirêjî zarokan nekin, zarokan nepelçiqînin, hûn ê bêne pelçiqandin! Zarokan nekujin!

Xwe Parastin

Fzka me, eql me hestn me, di mijara parastina cewher de ji me re nabin xaln km(dezavantaj), gelek caran ji me re bye wesle ku em batirn we nirxn xwe biparzin.

Netewa Demokratk

Ev sstem sstema civak bixwe ye ku civak v sstem dimene, xwed l derdikeve, rdixe, diparze, pdixe birve dibe.

Di Nava Sstem Bixwe De Gera Li Azadiy!?

Di dinyaya modernteya kaptalst de tu iqas bixwaz tu dikar muxalefet bik. L ten bi ertek; di nav jiyana a de bimn rastiyan rexne bik

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]