23.10.2017

Di Pêşketina Civakê De Rola Hunerê

Têgîna hunerê, weke ku tê binavkirin ji rêzê nîn e. Lêkolîn û zanista desthilatdariyê hêza wê têrê nake ku bi giştî ji wate derbixe û bê wate bike.

 

 

 

 


Murat AKDAX


Civaka dîrokî, ew civak e ku bi hemû milên xwe yên zihnî, gerdûnî, exlaqî, bawerî, dîrokî, çandî, hunerî, xwezayî, felsefî, polîtik û civakî ji pergala şaristaniya navendî xwe cuda birêxistin kiriye. Bi awayekî zindî, li gorî diyalektîka hebûnên gerdûnî wate avakiriye û her tim bi rabihûriya xwe ve girêdayî maye, erk û berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk aniye. Di ahenga herikîna dîrokê de kesayet ava kiriye, bi heqîqeta jiyana xwe ya hevpar nirxên ku hebûna civakê dide diyarkirin afirandiye û vê jî weke peywirekî xwe ya mirovane dîtiye. Di civaka dîrokî de nirxên ku hatine afirandin bi hêza hunerê û bi zîhniyeta hunerê hatiye afirandin. Ji ber wê jî civaka dîrokî, ew civak e ku jiyana xwe bi zimanê hunerê û bi mêjiyê hunerê hatiye xemilandin. Di roja me de jî civak û çandên bindest nûnertiya vê nasnameyê  dikin. Di serî de gelên Rojhilata Navîn ên bindest û hemû gelên cîhanê yên bindest bi vê nasnameyê dijîn. Li hemberî serweriyê jî jiyana xwe ya hunerî parastiye.

Li ser têgîna hunerê bi qasî şîroveyên ku wate lê barkirîne, li gorî berjewendiyên ezezîtiyê jî lîstok û nakokîyên mezin jî li ser hatine pêşxistin. Bi fikirandina mirovê civakî re huner, taybetmendiya eşkere ya ku hêza afrîneriya mirov dide nîşandan îfade dike. Huner, weke afrînerî milê mirov yê hizirandinê, weke raberkirina hêza xweşikbûna rihê mirov û di vê wateyê de pêkanîna cewherê mirov, weke şêwazê xwe îfadekirinê jî berhem an jî pratîka ku derdikeve holê pênase dike. Hêza fikirandina mirov ango afirîneriya mirov huner e. Mirovahî bi vê afirîneriya xwe jiyan, bi jiyanê jî wate ava kir. Di destpêka dendika civakbûnê de ku em jê re dibêjin klan de zimanê jiyana bi zor û zehmetî huner e. Bi gotinekî din hêza avakirinê ye û çareserkirina pirsgirêkên jiyanî ye. Bi çêkirina hinek amûrên ku jiyan pê hêsan dibe, dihêle ku asoya civakê hin berfirehtir bibe û vê jî hiştiye ku şewq û ronahiya jiyanê rê li ber afirîneriyên dîtir veke. Her wiha mirovahî di wateya afirîneriyê de weke xelekên zincîrê wateyên jiyanê bihev ve kiriye. Mirovahî bi afirîneriya xwe, dema hêza xwe dibîne ango hunera xwe dibîne, berhemên xwe dibîne, xwestek û îlhama şadkirina jiyan û jiyankirinê jî hin zêdetir dibe. Di vê wateyê de di destpêka civakbûna mirovahiyê de amûrekî pir biçûk jî dikeve asta huner ê. Çima? Ji ber ku hem xizmeta jiyana hevpar a komî dike û hem jî amûrekî ku destpêka afirîneriya mirovahiyê ye. Cîhan û asoya mirovê destpêkê jî di vê çarçoveyê de dikare pêkan bibe. Dibe ku tîrkevanek be, darikek be, yan jî çaqoyek ji kevir be, zêde cewaziya xwe nîn e; afirînerî taybetmendiya mirovê civakî ye û civak xwe bi vê xisletê bi rêkûpêk dike. Di vê wateyê de çalakiya mirovê civakî, wate avakirin e. Dema wate hate avakirin wê demê huner weke xisletekî civakî kargîniya xwe pêk aniye. Huner, ji serdemên destpêkê heya roja me ya îro di nav hevsengiya xwezayê de bi destê mirov teşeya civakê û çarçoveya ramanê wê daye avakirin. Ango di hevsengiya mêjiyê hunerî yê mirov de xwe bi awayekî civakî birêxistin kiriye û raman ava kiriye. Avakirina ilmê destpêkê ku weke ol û şêwaza efsûnê tê binavkirin rastiya hunera mirov dide diyarkirin. Ango ev têgînên baweriya mirov ên destpêkê ne û bingehê zanistên civakî jî bi vê bingehê ava bûne. Di vê bingehê de huner, di serdemên destpêkê de di gelemperiya civakê de hemû hêlên civakê ji xwe re dike mijar. Lê bi pêşketin û mezinbûna civakê re, her wiha bi jihevdabeşbûna zanistên xwezayê û zanistên civakî re qada ku huner lê birêxistin dibe jî teng dibe. Ya rastî, dema mirov naveroka hunerê bivejîne mirov dikare rastî gelek mijarên civakî were.

Têgîna hunerê, weke ku tê binavkirin ji rêzê nîn e. Lêkolîn û zanista desthilatdariyê hêza wê têrê nake ku bi giştî ji wate derbixe û bê wate bike. Hêzên serwer bi rêbaza qaşo zanista xwe nêz dibin, lê di encam de nirxa ku herî zêde li berxwe dide huner e. Di vê wateyê de huner raperîna li hemberî xeletî û metirsiyên ku dixwazin jiyanê ji azadiyê dûr bixin radiweste. Ango bendava li hemberî şaşitî û neyêniyan e. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje, civaka dîrokî ango gerdûnî di giştî dîroka xwe de huner di wateya wê de jiyan kiriye. Hêza hunerê ya berxwedêr û afirîner heya hinavên xwe jiyan kiriye û daye jiyankirin. Weke ku tê zanîn, civaka dîrokî li Mezrabotan di asta xwe parastinê de hêz û efsûniya hunerê li xwe dipêçe. Li gel ku li ser têgîna hunerê lîstok û neyênî têne barkirin, ji efsûniya xwe hîç nehatiye xwarê. Ji ber ku huner bi ceribandinên zanista şaristaniya navendî nikare were ravekirin. “Huner, ew heqîqeta ku zêdetirê xwe bi çav û hêza hindirîn derbasî çalakiyê dibe ye”. Ango gihîştina rihê mirov yê gerdûnî û di wateya xwezayîbûnê de xwe îfadekirinê dide diyarkirin. Huner çawa her rihê heyî qebûl nake, di mêjî û hinavên her mirovî de jî şîn nabe. Ji ber ku huner taybetmendiyek civakî ye û dijberê ezezîtiyê ye. Ferasetên ku ji radîkaltiya civakbûnê dûr bin di heman demê de ji hunerê jî dûr in. Civaka dîrokî de yan jî di dîroka civakî de ji ber rihê xwe yê gerdûnî di her serdemê de gihîştine vî rihê azad. Rastiya ku civaka dîrokî xwe pê daye pênasekirin huner e. Ji lewra dîroka her civakên xweser bi awayekî herî zelal mirov dikare di hunera wan de bibîne. Civakên dîrokî bi rêka hunerê dîroka xwe, çanda xwe, hişmendiya xwe, civakbûna xwe, şadî, coş, êş, zorî û nirxên xwe heya roja me ya îro anî ne. Ji ber ku huner rêbaza rastî anîna ser ziman e, di wateya civakbûnê de jiyankirin û rastiya dîrokê derxistina holê jî îfade dike.

Huner, di rastiya civaka dîrokî de dema bi hestên xwezayîbûnê were raberkirin ango di wateya civakî de were hûnandin, di asta pêşengtiyê de dikare li lûtkeyê bijî. Lê eger bi feraseta serweriyê ango ji xwezayîbûnê qut were destgirtin dikare xirabûn û felaketên civakî jî çêbike. Pêvajoya serweriya dîroka şaristaniya navendî, ji ber vê qutbûna civakî ango hunerî berevajiyê civaka dîrokî herikî. Dema di civaka dîrokî de, di herikîna pêvajoya dîrokê de di wateya yekparetî û avakeriyê de huner hatiye şîrovekirin û pîrozkirin, civaka şareza yan jî hêzên şaristaniyê jî li gorî xurtkirina desthilatdariya xwe di navbera civak û têgînên ku civak pê li ser lingan dimîne de parçe kirin, nakokî derxistin û ji hev qutkirin esas girtin. Di vê wateyê de, di pêvajoya desthilatdariyê de weke peyv û wate tiştên rast çi ne û tiştên şaş çi ne ne diyar e, wateya xwe wendakirî ne û li nava hev ketî ne. Armanc ew e ku weke girêkek lê were. Di serdemên dîrokê yên destpêkê de şaşitî û rastî di çi wateyê de têne bikaranîn, li gel ku zanebûnekî mezin jî nebû her peyv û têgîn di wateya xwe de dihate bikaranîn. Di encama ezmûnên salên demdirêj de şaşitî jî hate watedarkirin, rastî jî hate watedarkirin. Dema li kêleka êşên ku hatine kişandin peyva şaşitiyê hatiye bibîranîn, li kêleka şadî û kêfxweşiyê jî peyva rastiyê hatiye bibîranîn. Diyardeyên erênî û neyênî yên jiyanî di hevsengiyekê de hatine bikaranîn. Kaos û felaketên têgînî nehatine jiyankirin. Her têgîn û peyv, di dem û çalakiyên jiyanî yên ku hatine pêşxistin de, dema encamên baş hatine girtin rast bûne, dema ku neyênî hatiye dîtin jî şaşiti çi ye daye raber kirin. Ango her têgîn û peyv di wateya xwe de li ser zimanan herikiye heya roja me ya îro.

Têgîna hunerê, di rastiya civaka dîrokî de û di jiyana wê ya çandî de heqîqeta xweîfadekirinê dide nîşandan. Weke têgînekî civakî li gorî pêvajoyên dem kurtî û dem dirêj erk û berpirsyartiyên xwe yên girîng hene. Lê weke ku me li jor jî anî ser ziman têgîna ku di berê de di wate û rastbûna xwe de diherikî, di roja me de bi ferasetên serwer, rastî astengî, zorî û feraseta îndustriyalîst a bazirganên nirxfiroş tê. Çawa berê huner weke rêbaza rêya rast dihate dîtin, îro jî li gelek gund, êl û herêmên komûnî de huner, weke rêbaza rêya rast li ser esasê bi watekirina civakê tê bikaranîn. Huner ji civakê nikare were qutkirin. Ji ber dema ji civakê were qutkirin weke ku di roja me de jî bi aşkereyî tê jiyankirin û dîtin, dibe dijberê civakê. Ango bi feraseta çanda popûlîzmê tê rêkûpêkirin, rojane dibe hesaba bazirganiya modernîteya kapîtalîst. Jixwe hemû çalakî li ser hesaba vê ferasetê dimeşe. Feraseta ku dibêje huner ji bo hunerê tê kirin jî li ser hesaba mêjiyê dijberê civakê ango serdestiya pergala modernîteya kapitalîst e. Di vê derê de armanc têgînên civakî ji civakê qutkirin û weke hinek peyvên ji rêzê dayîna diyarkirin e. Weke ku em îro bi awayekî eşkere dibînin, hinek têgînên ku civak xwe bi saya wan li ser lingan digire, ji hêla feraseta serdest a modernîteya kapîtalîst û çalakgerê wê dewleta netewe ve weke têgînên vala û ji rêzê têne nîşan dan. Ango tiştên rast ên ku civak pê radibe weke tiştên neyênî û ji rêzê, tiştên ku civak pê xirab dibe û dibe dîlgirtiyê pergala serwer jî weke têgîn û peyvên rastin dixwazin bidin xûyakirin. Li hemberî vê, kes û girseyên ku ketine bin esareta vê  şaşitiyê weke ku rast be, pê ve hatine girêdan û weke ku ya wan jî be xwedî lê derdikevin û jê re dibêjin nûjentî. Jixwe, ji ezbeta xwe, ji netew, civak û erdnîgariyê qut hunerkirin çawa dibe huner? Hunermend, hêza afirîneriyê û çêkeriye hêz û îlhama xwe ji civakbûnê digre. Bêguman huner û civak du wate ne ku bihev re dikarin bibin û bêyî hevdu nikarin bibin.     Di vê wateyê de, di civaka dîrokî de huner, hêza civakbûna gerdûnî îfade dike. Ango heqîqeta rabihûriya civaka dîrokî  pênase dike. Têgîn an jî wateya ku civaka dîrokî xwe pê li ser lingan girtiye û dîroka xwe ya dûr û dirêj pê heya roja me ya îro aniye çawa dibe ku ew qas ji wateyê dikeve? Kesên ku ji xwe re dibêjin em hunermend in, divê destpêkê vê mijarê gotûbêj bikin. Nexwe berhemên ku derbikevin wê hertim xizmeta çanda popûler bikin. Çawa ku huner, ji destpêkê ve xiyanetê li civaka ku jê hatiye nekir û heya roja me ya îro dîroka çanda civakî nivîsand, hunermend jî divê xiyanetê li hunerê nekin û nekin metaya ku li ser hesabên bazirganiya moderniteya kapîtalîst tê kirin. Ango xwedî li hunerê derketin xwedî li rastiya dîroka xwe derketin e. Eger wisa be mirov dikare xwedî li jiyanê derbikeve. Bi his, bi wate û bi armanc jiyankirin şêwazê hebûna hunerê ye. Ji lewre huner, xisleta ku hertim di civakê de rola şoreşê dilîze ye.

 

Dafikên Li Hember Çand-Huner û Estetîka Apogerî

Hişmendiya ku ji haydarbûna jiyanê pêk tê, di haveyna apogeriyê de heye. Feraset estetîka ku bi hişmendiya jiyana azad nehatibe sitirîn afirîneriya wê nabe. Jibo vê jî...

Gerilla û Hunermendî

“Min di destpêkê de gel di dilê xwe de hevand, ruh dayê û mezin kir, îro jî ez di nava dilê gel de cih digrim” ...

Cerattepe, Heskif, Sur...

Divê em zanibin ku ew xweza yê me nîn e. Wekî ku di pêşgotinekî Efrîkî de tê gotin; “Ew xweza li bav û kalê me ji mera re mîrate maye, me ew ji zarokê xwe deyn kiriye”. Lewre ...

2017 © Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
[[email protected]]