19.08.2017

Wje Bedew Ye

Heke wje ji bo pdiviya civakan be, w dem gel Kurd yek ji wan gelan e ku her zde bindestiya w ya hezaran salan pdiviya w bi wjeyeke bhempa heye.

 

 

 


 

Fehîma DETAN


Wêje bedewiya dîrokê ye, qewimînên dîrokê yên di dilê me de rûnitine, hemû bi êwazê wêjeyî hatine nivîsandin. Heke wiha nebe, em ê di roja îro de çawa çîroka Gelgami weke wêje û mîtolojiya demekê bigirin dest û îrove bikin. Hemû mîtolojiyên serdemên destpêkê bi awayekî mîtolojîk hatine destgirtin û vegotin. Lewre bi awayekî helbestî be jî gelek peymanên xurt û vegotina hinek rastiyan kiriye. Jixwe wêjeya seretayî bi awayekî helbestî hemû titên xwestine anîne ziman. Heke dîrok beden be, wêje jî dibe ruh û xemla wê dîrokê. Di vir de mirov dikare bêje wêje di serdema animîzmê de rola xwe îfadekirinê û bi xwe û xwe re axavtinê dileyîze. Lewre di serî de mirovan xwestiye bi awayekî bedew û zanistî xwe îfade bikin. Mirovan dema ku dîtine her tit zindî ye, tê wê wateyê ku dikare wate bide derdora xwe, bide gerdûn û cîhana ku tê de dijî.

Bi helbestê tita hatiye qesdkirin di hemû mîtolojiyên kevin de jî, wate ye. Helbet dema yekemîn, dema em dibêjin BZ’ê 1000, dema helbest û çîrokên bi awayekî helbestî hatine ziman, ev tenê bi wê demê re sînordar nîn e, ji ber ku beriya wê jî jiyaneke demdirêj heye. Lê ev, dema ku tê zanîn û bermahiyên wê têne dîtin e. Dema paê pirtûkên olî jî pêdikevin û ji berê de mirovan kariye bi awayekî hêsan wan pirtûkan ji ber bike û sedem ne ji kêm wateya wê ye, berovajî ji wêjevaniya mirovan ya xwezayî ye. Bi rastî mirovan bi hestên xwe, hemû derdora xwe û di serî de jî kesayeta xwe îfadekirin. Vê dihît ku dostanî û muhebet di navbera însan û xwezayê de bi awayekî têkûz hebe. Têkiliya mirov û xwezayê hem xwezayî ye, hem jî efsûnwarî ye. Ji ber ku mirov xwezayê timî ji xwe bi hêztir û bedewtir dibîne. Lêgerîna bingehîn a wê demê bedewiya rihî ye. Lewre zêde dûr naçin û dikarin di exsê xwe de jî civaka xwe terîf bike û bide nasîn. Lewre hemû heyîn û liva xwezayê bi awayekî efsûnger û watedagirtî digirin dest.

Dema em dîrokê digirin dest û beekî jê jî bi rêbazên mîtolojîk digirin dest, gelo ev pêvajoya destpêkê ku timî vê bi bîra me dixe, çima her titên wê demê weke destan, pirtûkên pîroz, destanên xwedayên Sumeran bi awayekî helbestî hatiye ziman? Tevî ku helbest bi qasî ku hêsan e, ew qasî jî wêjeyî û xwedî gotinên dagirtî ye. Serhildêriya wê, hestên wê, peyvên wê hilbijartî ne. Wê demê herî zêde mirovan wêje di wateya bedewiyê de û di wateya rih de bikaranî ne û pêxistine. Lewre di mîtolojiyên kevin de dema mirov dixwîne herî zêde aliyê wê yê rihî derdikeve pêberî me. Di wê demê de zêdetir bi awayekî rihî û hestewarî îrove hatine pêxistin. Lewre di serdemên destpêkê de jî wêje weke pêdiviyekî jêneger hatiye destgirtin û bi gotinên hilbijare hatine nivîsandin.   

Heke wêje ji bo pêdiviya civakan be, wê demê gelê Kurd yek ji wan gelan e ku herî zêde ê û bindestiya wî ya hezaran salan pêdiviya wê bi wêjeyeke bêhempa heye. Ji ber ku dîroka qehremaniyê û ya xiyanetê li Kurdistanê weke du çeman diherikin û timî pêdiviya xwe bi vegotinê heye. Weke kesayeta Kurd, jina kurd pêwîstiya me bi dîrokeke wêjeyî heye ku em pê dîroka xwe vebêjin. Gelek caran ev vegotinên ku kes û civaka Kurd lê geriya ne, di serhildan û têkoînên çekdarî de xwestine berdewamiya xwe bikin, lê herî zêde bi awayekî vegotinê wêjeya xwe kiriye. Bi dizî û nepenî xwe timî domandiye. Dema em di cîhanê de serhildêriya Spartakus vedibêjin li hemberî zilma Romayê ya li ser gelan û koledariyê rabû ye. Bi têkoînên atiyane jî li hemberî sîstemê rabûn çêbûne.

Lê belê li Kurdistanê hê jî bi pênûsê ore û serhildanên me zêde bi qasî ku hene nehatine pênase kirin. Divê bi têkoîna wêjeyê jî berxwedana gelê me û hemû gelan jî pê re bê danasînkirin. Kesayetekî weke Çernîevskî kariye karakterekî bi qasî hereketekî bide nîandan û rola xwe di dema xwe de lîstiye û wiha mirov bixwaze li gorî wê demê binirxîne û bêje li gorî pradîgmaya ku opandiye xwedî wê hêzê ye ku karibe rol û erkên dema xwe bigire ser milên xwe. Weke me ji bo orea Rusyayê gotî, her wiha orea Fransa jî Robespeaera, gelek nivîskarên wê demê jî rola wan a berbiçav heye. Lewre divê ku em jibîr nekin oreên bi hezaran salan di bîreweriya gel de dimînin, yên ku bi wêjeyê hatine îfadekirin û di dilê gel de cihê xwe kolane.

Ti îdeolojî û siyaset bi qasî ku bi zimanê wêjeyê xwe îfade bike, nikare mayende bibe û bibe xwedî hêza afirandinê, lewre hemû oreên ku di bîr û baweriya me de dimînin, ên ku wêjeyî hatine nivîsandin, her wiha yên ku bi rengê helbestê di nava gel de hatine vegotin in. Ti ore û siyaset bê wêje nabin, heke tevgerên wiha hebin jî, dema em dibêjin ore jixwe bi wêjeya xwe dibe ore. Ango bi stran, helbest, bîranîn, bangawazî, berxwedanî û drûme mayînde nebûne. Ji ber wê, dîroka gelan jî bi êwazekî wêjeyî û bi rêka çanda xwe vegotinê ve tê mayînde kirin. Em di roja îro de di nava deryayekî oreê de ne, jixwe ew me dinivîse, heke em wê jî neyînin ziman û wêjeya wê mayînde nekin, wê ti carî dîrok me efû neke. orea me ji her aliyê Kurdistanê ve di nava pêvajoyekî dîrokî de ye. Lewre divê em jî layîqê wê bin.

i Awaz?

i awaz dixwazin ez ldim? Li pit tln bi stir. Di nav hembza er de, Li ser perd enstrmaneke jihevket Kurtepista cudabna, Di evndaran de,

Trmeh

Ji bona azadiy Serxwebn Jiyaneke n mirovahiy Li dij koledariya hezar salan

Li Hviya Te Me Xatir

Esmera min Sed bst roj bihurn Dil min ji befr sartir e Sermay j, serma dikir Di rojn ile de Li ser bibkn wran,

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]