25.07.2017

Lgerna orea Serdem Jineoloj

: Jineoloj hem w ji aliy felsef zanist ve rastiya jin, jiyan, xweza, gerdn civak derxne hol di lgerna me ya heqqet de bibe diyardeyeke hm; hem j w droka berovaj bye sererast bike...

 

 

 

 

Roza SEMSÛR

Jin, di dîrokê de diyardeya ku herî zêde li ser tê axaftin, nivîsandin û nîqakirin e. Ti felsefe, zanist, mîteolojî, pêlên fikrî, ol, pêximber, serok û feylezofên ku li ser jinê nêrîn diyar nekirine tune ne. Her wiha di roja me de jî, kesekî ji nava civakê bigre heya serokwezîrekî her kesek li ser jinê xwedî nêrîn û biryar e. Lê tevî vê yekê jî, weke Rêber Apo diyar dike ne dîroka koletiya jinê, ne jî dîroka azadiya jinê hatiye nivîsandin. Ger em ji rastiya ku dibêje “jin cewhera civakê ye” derkevin rê, em dikarin bibêjin heya niha ne dîroka koletî û bindestbûna civakê, ne jî dîroka azadî û komînalbûyina civakê hatiye nivîsandin.

Ew yek jî nîanî me dide ku risteke jinê ya çawa di nava civak û jiyanê de heye. Ger jin, di pêketinên civakî û jiyanî de ew  qesî ne xwedî rist bûya, bi vî rengî nediket rojeva her kes û derdoreke. Bi taybetî ew rista jinê ji aliyê deshilatdaran ve ba tê dîtin. Ji ber vê, dizanin ku heya jin naye xistin û hemû nirxên wê ji dest nayen girtin, li ser civakê ferzkirina koletiyê ne gengaz e. Jixwe Serokatî despêkirina serdema koletiyê û aristaniya navendî bi ketina jinê digre dest. Her wiha di nava hêrikîna dîrokê de hin rawestgahên ku deshilatdarî dubare sebare li ser civakê hatiye ferzkirin hene. Di van cihan de jî em her dibînin ku heya jin bê nirx nebe, vîna wê naye ikestin zeftkirin û tepisandina civakê ne gengaz e.

Dijberî vê yekê, ji aliyê tevgerên azadîxwaz û demokratîk ve jî, jin di pêxistina orean de hebûneke diyarker e. Divê mirov balê bikîne ser ku di nava dîroka aristaniya navendî de têkoînên dijwar yên jinê hene. Di nava hemû tevgerên civakparêz, ekolojîk, demokratîk, azadîxwaz û sosyalîst de risteke pêengtiyê ya jinê heye. Her wiha tevgerên femînst ku di van sedsalên dawî de pê ketine û pê dikevin, bi serê  xwe mijara lêkolînê ne. Ji aliyê azadiya jinê ve gelek rê, rêbaz û amarên têkoînê û di encama wê de jî gelek nirxên civakî afirandine.

Li ser vê mîrateyê Tevgera Apoger jî, ji destpêka xwe ve di têkoîna azadiya civakê de rista pêengtiyê li ser milên jinê bar kiriye. Ji Azîmeyan heya Berîtan, Zîlan û Semayan; ji Sarayan heya Arîn û Doxayan gelek lehengên ku bi zanebûna “jina azad civaka azad e” bi awayekî fedaiyana têkoîn meandine û gihêtine mertebeya Xwedawendiyê hene. Di pêengtiya van hevalên leheng de li Kurdistanê pêketina artebûyin û partîbûyina jinê, di destpêkê de li Rojhilata Navîn, li ser hemû jinan û mirovahiya azadîxwaz tesîreke mezin kiriye. Li gel ku dost û dijmin ti kes nikare di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de tesîra ev têkoîna zayendî înkar bike, ti kes nikare di pêketina xeta azadiya jinê ya cîhanê de jî rista vê têkoînê înkar bike.

Jineolojî jî li ser mîrateya ev têkoîna dijwar, weke qadeke nû ya oreê derdikeve pêberî me. Çawa ku ji aliyê têkoîna azadiya jinê û civakê ve nunertiya lutkeyeke dike, em dikarin weke mûdaxeleyeke li ser zanistên heyî ya Rêber Apo jî binirxînin. Hem wê ji aliyê felsefî û zanistî ve rastiya jin, jiyan, xweza, gerdûn û civakê derxîne holê û di lêgerîna me ya heqîqetê de bibe diyardeyeke hîmî; hem jî wê dîroka berovajî bûye sererast bike û li ser esasê cewhera jinê û nirxên Xwedawendiyê, civakê ji nû ve vegerîne cewhera wê û jiyaneke alternatîf pê bixe. 

Lê pêwîstî pê heye ku ji gelek aliyan ve jineolojî were kûrkirin û berfirehkirin. Beriya her titî kesê ku bi çavê jineolojiyê li cîhanê mezî dike, divê ew dîroka berovajî, ji her alî ve lêpirsîn bike. Hemû nêrîn, pêderazîbûn, dîtin û biryarên ku dervayî vîna jinê, li ser wê hatine pê xistin lêpirsîn bike û di exsê jinê de bikeve nava lêgerîna jiyan û civakbûneke nû. Hem weke mîlîtanên PKK û PAJK’ê, hem jî weke civak, îro jineolojî ji bo me çi îfade dike? Wê di kesayet û jiyana me de guhertinên çawa bike? Dê pirsgirekên civakî ku tên jiyîn re çareseriyên çawa pê bixe? Em ê çawa jinê fêm û hîs bikin? Em ê çawa xwe û zayenda dijberî xwe nas bikin? Ya herî girîng jî li ser esasê jineolojiyê dê hevjiyana azad çawa were pê xistin?

Yên ku îro xwediyê lêgerîna azadiyê ne, divê van pirsan û zêdetirî wê bibersivînin. Divê bi jineolojiyê mirov di her mijareke de bifikire û bikeve nava lêpirsînê. Her wiha divê jineolojî bibe parçeyekî nîqaên me yên ku rojane pê dikevin. Ev nîqa hem ji aliyê hevalên jin ve hem jî ji aliyê hevalên xort ve, asta me ya azadiyê nîan didin. Bi taybetî hevalên xort, çiqasî di bin tesîra zayendperestiyê de ne? Ji ber vê yekê li gel lêgerîn û lêpirsînên jineolojiyê dahûrandina pergala deshiltadar li ser xwe kirin jî, pir girîng e. Ger em bi vî rengî nêzikî jineolojiyê bibin dê di pêkanîna orea kesayet de jî risteke girîng bilîze.

Pirsgirka Zilam

Zilam j bi qas ku difikire dikare v yek ji xwe re weke pirsgirkek nebne wer bij, di nava xefletek mezin de ye.

Flozofa Serbilind Hypata

anda dayika xwedawend ew end xurt e ku kokn w heya bi krahiya genn hi mirov xwe berda ne. Her wiha bdengkirin qutkirina w j gengaz xuya nake.

Azadiya B Snor

Mirov ferzane wiha dibje; drok niha ye, em j di krahiyn drok de ne... Pnc hezar sal in ku drok bye gola xwn ev av j pnc hezar sal in ahdiya v yek dikin.

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]