20.11.2017

Jon Manqurd*

Gel Juan-Juana ji talan, dagirker mtingeriya welatn cran Ozeka Zer zdetir, kencey bi ciwann Ozeka ...

 

 

 

 

MEHMET TÛNÇ

Tê gotin ku di dîrokê de gelekî qedîm, dewlemend, aram û kêfxwe li ser erdnîgariya Asyaya Navîn li welatê Ozeka Zer (Sari Ozek) hebû. Ev welat ew qasî dewlemend e ku timî bala gelên cuda kiandiye. Yanî xeyalê her gelî ye. Lê ji ber ku gelê li welatê Ozeka Zer bi tifaq û xwemêr in tu caran serî li ber kesî danaynin û vî welatê xwe yê xwe bi dest kesî ve bernadin. Ev rewa aram û bi tifaq demeke pir dirêj dewam dike. Gelekî bi navê Juan-Juana ku koçber, nijdevan û li ser pita hespan tê dibe mêvanê vî gelî û welatî. Destpêkê ev gelê wek mêvan dibêje, “Em koçber in. Ava welatê me kêm bûye, ji bo ajalên me ji dest me dernekevin û telef nebin, em ê heya biharê bimînin. Helbet baca vê çi be jî em ê bidin.” Gelê Ozeka Zer jî ji ber niyeta vî gelî ya xerab nizanin, dibêje, “Madem li welatê we xela heye û erd jî erda Xweda ye bimînin.” Pitî van gotinan bêhna gelê Juan-Juana fireh dibe û hîmên dagirkeriya vî welatî hêdî hêdî datînin. Ji lewra gelê Juan-Juana niyeta xwe ya vî welatî dagir bikin ji zû ve xera kiriye. Destpêkê çend keçên xwe yên bedew didin serokeîrên derdorê da ku dengên muxalif qut bibin. Jixwe pitî xizmtiya bi van eîran re gelê Juan-Juana jî bi hêz dibe. Her çiqasî demsal û sal derbas dibin jî gelê Juan-Juana ji ber pitgiriya xizmên xwe yên eîrên Ozeka Zer nema ji vî welatî diçin. Êdî gelê Juan-Juana xwediyê vî welatî ye.

Pitî çend salan gelê Juan-Juana ew qasî bi hêz dibe ku êdî xaka hin welatên cîran jî bi ser erdnîgariya Ozeka Zer ve zêde dike. Bi demê re hemû welatên cîran dagir dike û Ozeka Zer dike mêtingeh. Gelê Juan-Juana ji talan, dagirkerî û mêtingeriya welatên cîran û Ozeka Zer zêdetir, îkenceyê bi ciwanên Ozeka Zer dikin. Ev îkenceya bi kar dianîn li tu welatên dinyayê nehatibû dîtin û bikaranîn. Heya wê rojê zalimên wek Nemrûd, Firewn û Dehaqan jî ev metod li ser mirovan nemeandibûn. Ango nexwestibûn vê hovîtiyê li ser mirovan bimeînin.

Ciwanên ji aliyê lekerên Juan-Juana ve dîl dihatin girtin, li wargeheke derveyî bajêr dihatin komkirin. Pitre jî ew ciwan li gor hêz û hunera wan ji hevdu cuda dikirin. Kesên bi kêrî karên wan nedihatin dibirin li bazarên koleyan difirotin. Ev kesên wek kole dihatin firotin ji yên li wargehê diman hê bextewartir bûn, ji ber hêviyek wan a azadbûnê timî hebû. Ji bo yên li wargehê êdî rêyeke dûr û dirêj a man û nemanê xuya dikir. Eger gotin li cih be, ev ciwan wê yek bi yek li ser Pira Siratê re derbas bûbûna. Helbet ê derbas jî biba wê aîdî cîhanek din bûya.

Serê ciwanên li wargehê ji aliyê celad û zebaniyan ve bi jîletê dihatin qusandin, paê çend deve dihatin serjêkirin, çermê wan deveyan li gorî serê wan ciwanan dihatin qutkirin, û weke kulav dikirin serê wan ciwanên nû gihitî ku hê di navbera 15-20 salan de bûn. Paê ji bo serê xwe nexurînin an jî bi derekê ve nedin, stûyê wan dikirin nava mengeneyekê. Herî dawî ew ciwan heft roj û heft evan bêav û bêxwarin bi awayekî girêdayî li ber tava çileyê havînê dihitin.

Pitî roja heftan gelek ji wan ciwanan jiyana xwe ji dest didan. Ciwanên di vê ezmûnê re derbas dibûn, êdî hiê xwe winda dikirin û diketin rewa zarokên du-sê salî. Ji ber vê kêmaqiltiya wan destpêkê kê av û zad bida wan an jî ew serkulav ji serê wan derxistibana ew kes, ji xwe re bav, xwedî û rizgarker dihesibandin. Lewma koleyên bi awayî bi dest kesî nediketin. Ji lewra ji bilî van kesî eslê xwe, dê, bav û welatê xwe înkar nedikirin. Ji van cinsên kole re digotin, MANQURD. Ji bo van heba heba xwediyê wan girîng bûn. Dema aîtiyek kiribana ku ji wan re digotin, “Hûn ne ji gelê Juan-Juana ne, dê û bavê we ne ev kes in” dixeyidîn. Digotin, “Em Juan-Juanayên nû ne.” Yanî Jon Juan-Juana. Timî eslê xwe, dê û bavê xwe înkar dikirin. Heta hinekan diya xwe ya ew aniye dinyayê ji ber berjewendiyên xwediyê xwe dikutin.

Ev efsane ji aliyê nivîskarê navdar Cengîz Aytmatov ve di sedsala 20’an de hatiye nivîsandin. Efsane û çîrok rast e yan jî mîtolojî ye, em zêde li ser ne xwedî agahî ne. Jixwe me zêde eleqedar jî nake. Ya me eleqedar dike ev e ku mirov dibêje qey nivîskar dîroka têkiliya Kurd û Tirk a rast rû daye girtiye dest. Dema mirov bi awayekî kûr li ser diponije, di dîroka 1071’ê dema Tirk li ser pita hespan weke toqa lanetê ketin welatê Kurdistanê tê bîra mirov. Ji lewra mirov cudabûnek zêde di navbera gelê Juan-Juana û Tirkan, gelê Ozeka Zer û Kurdistanê de nabîne. Tirk dema ji deriyê Melazgirê re dikevin welatê Kurdistanê koçber, nijdevan in û li ser hespan in. Ev bi alîkariya hinek eîrên hevkar li Kurdistanê dimînin û paê Kurdistan dikin mêtingeh. Pitî 1923’yan gelê Kurd yekcar ji Kurdistanê bêpar dikin. Ji sala 1970’an û pê ve di bin navê Dibistanên evînî (YÎBO)’yan de hîme manqurdiyê li Kurdistanê tê avêtin.

Dibe ku hinek bêjin, cudabûna di navbera manqurdên wê demê û agirtên dibistanên evînî kesên wek Huseyîn Çelîk, A. Kadîr Aksû, Necmettîn Cevherî, Vahît Kîler, Mehmet îmek, Mehdî Eker, Mehmet Metîner û hwd. hene. Rast e! Lê belê li ûna gergûnkê, îro kravatên bi reng in. Bi rastî mirov ji vê cudabûnê zêdetir nikare cudabûnek din a wan bibîne. Ew jî weke wan eslê xwe înkar dikin. Ji ber tenê kravata wan cuda ye mirov dikare bêje Jon Manqurd.

Tita îro gelê Kurd bikare bike û pêiya van Jon Manqurdan bigire tenê berxwedan e. Ji bo pêiya asîmîlasyonê bê girtin Rêber Apo di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de wiha dibêje: “Civaka ciwanên xwe windakirî yan jî berevajî ciwanên civaka xwe windakirî ji têkçûnê wêdetir mafê xwe yê hebûnê bi xwe winda kiriye, îxanet pêre kiriye. Pitre ya mayî rizîn, ji hev belavbûn û tunebûn e.”

Ji ber van agahiyên Rêbertî û ji bo pêiya asîmîlasyonê bê girtin û Jon Manqurdên nû dernekevin pêwîst e, gelê Kurd li dijî dibistanên faîstan berxwedanek topyekûn bidin meandin. An jî heya çend salên din li wan dibistanan bi hezaran manqurdên nû wê bên afirandin.

Bila tu kes nebêje dem ne ew dem e û nikarin çermên deveyan bikin serê me û zarokên me. Her roj bi milyonan zarokên Kurd ku sonda dewleta faîst dixwin, hewceyî gotinê namîne

 

 

*ji pirtûka Mehmet Tûnç ya bi navê “Bi Me Serbilind Bin!” hatiye girtin

Ferde, slam Gulstan

deyn ehdan bi nivsandina nivsek li hol ranabe. Ew deyn heya ku em xeyala wan a...

Kesayeteke ku bedena xwe bi agir azadiy dipe

Lgerna min a ji bo dtina Rojeke din vala b. Roj yek e. Bilindbn prozkirina jiyana li vir, her wiha dilsoziya w heye. Min terfa her gihit ya azadiya jin li vir dt.

Dilsoz evndara xak axa proz

Zlan ku tevah bhnn bihut li derdora w kom bne mna nreke lah ligel Roja Proz rken e

2017 © Partiya Karkern Kurdistan (PKK)
[[email protected]]